Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > NPG: Em ê bibin şopdarên xeta şehîdan!
Kurdistan

NPG: Em ê bibin şopdarên xeta şehîdan!

Fermandariya Biryargeha NPG’ê şehîdên meha Gulanê bi rêzdarî bi bîr anî û got: "Em meşa xwe ya; ‘Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad’ her roj berfirehtir bikin û diyar dikin ku em bi biryar in bîranîna şehîhên xwe bi serketinê tacîdar bikin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Gulan 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel got: ‘’Di meha Gulanê de gelek kadroyên pêşeng û milîtanên pêşeng ên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û têkoşîna şoreşa Tirkiyeyê tevlî karwanê şehîdan bûn. Yek ji damezrînerê partiya me û hevrêyê Rêber Apo û şoreşgerê enternasyonal ê pêşeng hevrê Hakî Karer di 18’ê Gulana 1977’an de şehîd bû. Ji ber vê yekê jî ji aliyê Partiya me û gelê me ve 18’ê Gulanê weke “Roja Şehîdan” û meha Gulanê jî weke “Meha Şehîdan” hatiye qebûlkirin û îlankirin.’’

 NPG’yê di daxuyaniya xwe de ev yek anîn ziman: 

“1’ê Gulanê roja şehadeta Abdulkadîr Çûbûkçû, fermandarê eyaleta Garzanê Ramazan Kaplan (Celal Hoca) û  fermandarê hêja yê herêma Cûdîyê Hamza û hevalên wî ye. 2’yê Gulanê jî  roja şehadeta fermandarê me yê ewil Mehmet Karasûngûr, hevrê Îbrahîm Bîlgîn û fermandarên me yên Qada Navîn Azad Sîser û Çekdar Amed e. Her wiha di 4’ê Gulana 1937’an de jî bi destpêkirina Qirkirina Dersimê bi deh hezaran kurd hatin qetilkirin û gihîştin mertebeya şehadetê. 6’ê Gulanê roja şehadeta Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan e. 9’ê Gulanê jî roja şehadeta fermandarên PJAK’ê yên hêja Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemholî, Elî Heyderiyan Ferhad Vekîlî û  yek ji fermandarê pêşeng ê HBDH’yê hevrê Ûlaş Bayraktaroglû ye. 11’ Gulanê roja şehadeta Hozan Mizgînê (Gûrbet Aydin) ye. 12’ê Gulanê roja şehadeta Leyla Qasim û çar hevrêyên wê ye. 16’ Gulanê roja şehadeta hevrêyên me Hêlîn, Salih û Ozan û bi dehan hevrêyên me ye.  18’ê Gulanê roja şehadeta Çaran e (Ferhat Kûrtay, Eşref Aniyik, Mahmût Zengin û Necmî Oner) û pêşengê şoreşger Îbrahîm Kaypakkaya ye. 19’ê Gulanê jî roja şehadeta Halîl Çavgûn û Muslum Baran e. 22’yê Gulanê jî roja şehadeta 16 hevrêyên me ye ku di sala 2001’ê de li Çewlikê ji aliyê dewleta Tirk ve bi çekên kîmyevî hatin şehîdkirin.  25’ê Gulanê jî roja şehdeta  Ahmet Kesîp (Cemşîd) û fedaîyên pêşeng ên Tabûra Nemiran a hevrê Andok û Êrîş e. 27’ê Gulanê roja şehadeta hevrê Îsmaîl Nazlikûl (Kasim Engin) e. 31’ê Gulanê jî roja şehadeta  pêşengên şoreşa Tirkiyeyê  Sînan Cemgîl û hevrêyên wî ye. Ji ber ku bi hezaran leheng di vê mehê de bi awayekî destanî li berxwe dane û şehîd bûne, meha gulanê bûye meha şehîdan û wateyek mezin qezenç kiriye. Em di 47’emîn salvegera wî de di şexsê pêşengê me yê mezin hevrê Hakî Karer de şehîdên Meha Gulanê û hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soz didin ku em ê bîranîna şehîdên xwe bi tacîdarkirina têkoşîna xwe zindî bihêlin. 

MEŞA PKK’Ê MEŞA TOLHILDANA ŞEHÎDAN E

Partiya me PKK li ser bingeha ku bersiva herî watedar û rast bide şehadeta hevrê Hakî Karer ji aliyê Rêber Apo ve hatiye avakirin. Wate û nirxa ku Rêber Apo daye şehîd û meqama şehadetan, veguherandina wî ya rastiya şehîdan bi heqîqeteke mezin a îdeolojîk li manewiyat û pîvana têkoşînê, kesayeta PKK’ê diyar kiriye. PKK di têkoşîna xwe ya nîv sedsalê de bêhejmar leheng şehîd daye, lê yek ji wan ji bîr nekirye, xwîna wan li erdê nehiştiye, ala wan dewr girtiye û pêş ve biriye, hewl daye her şehîdê xwe bike sedema têkoşîneke bi bandortir û bibe layiqî şehîdan. Weke ku hevrêyê me Şehîd Serxwebûn Serhed di peyama xwe ya dawî de diyar kir; Di şexsê milîtanên PKK’ê de dîrok û neteweyek bi ser dijmin ve diçin û hesab dixwazin. Meşa PKK’ê meşa dîrokî ya hesapxwestin û tolhildana şehîdan e. Şehîdên me ne tenê weke leheng şehîd bûne, di dil û mejiyê gelê me ya ku dil daye PKK’ê de hestên herî esîl avakirine, hêrsa me xurt kirine, cesareta me mezin kirine, baweriya me zêde kirine, hêviya me zindî hiştine, manewiyata me zêde kirine û jiyana azad bi girek girek afirandine. Ji ber vê yekê şehîdên me, bûne heqîqetên me yên dijîn, meşaleya me ya azadiyê ku her tim rênîşander in û bûne hêza me fermanê ku me rêvebibin. Partiya me PKK’ê ku li ser van rastiyan bûye “Partiya Şehîdan”, îro jî bi şopdariya xeta şehîdan têkoşîna xwe ya azadiyê bêyî dudilî didomîne. 

Artêşa Şehîdên Nemir a PKK’ê  di têkoşîna me ya azadiyê de ku bênavber didome, her roj mezintir dibe, her şehadet, her destana lehengiyê ku tê nivîsandin û sekna fedayî ya Apoyî me ber bi serkeftinê ve dibe. Dema em dikevin sala 48’emîn Meha Şehîdan, em dibin şahîdê meşa şehadeta lehengî ya hevreyên xwe ku li her derê Kurdistanê bi lehengî liberxwe didin, bi sekn û serê xwe xeta şehîdan herî baş temsîl dikin. Heta ku zarokên Kurdistanê yên ku bê tirs şer dikin û bi cesareteke mezin têdikoşin hebin, doza me ya azadiyê wê tu carî têk neçe û teqez wê bi ser bikeve. 

Em Hêzên Parastina Gel a Kurdistanê ku di pêşengiya Partiya Şehîdan PKK’ê de şer dikin, diyar dikin ku em ê her tim bibin şopdarên xeta şehîdan, meşa xwe ya; ‘Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad’ her roj berfirehtir bikin û em bi biryar in bîranîna şehîhên xwe bi serketinê tacîdar bikin û zindî bihêlin. Li ser vê bingehê em careke din bi rêzdarî û minetdarî şehîdên xwe bi bîr tînin û em soza xwe dûbare dikin ku em ê tu caran ji parêzvaniya jiyaneke layiqî bîranînên wan tawîz nedin û têbikoşin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê HPG’ê nasnameya gerîlayekî şehîd ragihand
Nûçeya Pişt re Du aktîvîstên Kurd ên li girtîgehên Îranê dest bi greva birçîbûnê kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji Mûşê 50 name ji Abdullah Ocalan re hatin şandin

Li Mûşê ciwanan 50 name ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re şandin.

Ji aliyê Stêrk TV

TJA: Ji kar dûrxistina Îkra Avci biryareke neqanûniye

Îkra Avci ku li Kocaeliya Tirkiyeyê wekî hemşîre kar dikir, ji ber beşdarî kampanya honandina…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partiyê bernameya 25’ê Mijdarê eşkere kir

Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu bernameya çalakiya 25’ê Mijdarê ya partiya xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?