Pêncşem, 29 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şandeya DEM Partiyê ku bi girtiyan re hevdîtin kir: Li Egeyê binpêkirinên mafan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Qizilhesarê êşkence li girtiyan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê dê di 1’ê Mijdarê de li Enqereyê kon vedin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê peyama sala 103’emîn: ‘Divê komar nû bibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya Roboskî di meha 178’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Mûrat Karayilan ji malbatên şehîdan ên Şengalê re peyamek şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê 5 sal ceza da Cenk Demîr ê ji Wanê ye 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezareta Karên Hundir a Kurdistanê li dijî entegrasyona li Şengalê Peymana 9’ê Cotmehê xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin bi biryar in: Em ê xaka xwe nekin qurbanê GES’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xeta fermandar Bêrîtan ji bo me manîfestoyek e

    Ji aliyê Stêrk TV

    5 ciwanên ku DEDAŞ’ê protesto kirin hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hinceta tawanbarê ku Rojda Odabaşi birîndar kir ‘qerebalixî’ bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: Di şexsê hevala Bêrîtan de em bûn xwedî nasnameya jin a berxwedêr

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Em dixwazin ne bi navê jinên astengdar, lê li gel jinên astengdar biaxivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê Nobeta Jin, Bîr û Edalet: ‘Rojda ne bi tenê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê. Şehîd Bêrîtan pêşeng û meşaleya têkoşîna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevala Bêrîtan xeta rast a têkoşînê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > OHD: Binpêkirinên li girtîgehên Egeyê sîstematîk bûne
Rojane

OHD: Binpêkirinên li girtîgehên Egeyê sîstematîk bûne

Komîsyona Girtîgehan ya OHD'a Îzmîrê  rapora xwe ya 6 mehane ya binpêkirinên mafan a li 13 girtîgehên herêma Egeyê ragihand. Komeleyê bal kişand ser wê yekê ku tevî pêvajoya çareseriyê ya berdewam jî, di girtîgehan de ti başbûneke sîstematîk çênebûye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Komîsyona Girtîgehên a OHD’ê ya Îzmîrê, rapora binpêkirinên mafan a ku di 6 mehên ewil ên sala 2026’an de li girtîgehên herêma Egeyê qewimîbûn, li avahiya komeleyê ragihand.

Binpêkirinên mafan ên ku li 13 girtîgehan bi hevdîtinên girtiyan re hatibûn amade kirin , di bin 10 sernavan de hatin komkirin. Di nav van sernavan de binpêkirinên mafê tenduristiyê, îşkence û muameleya xerab, astengkirina tehlîyeya bi şert, binpêkirinên mafê ragihandinê, cezayên dîsîplînê ên kêyfî û binpêkirinên xweser ên ku girtiyên jin rû bi rû dimînin ragihand.

Endama Komîsyona Girtîgehên a OHD ya Şaxa Îzmîrê Nehîr Bîlece rapor xwend û destnîşan kir ku binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan êdî ji bûyerên takekesî derketine û veguherîne qeyraneke mafên mirovan a sistematîk û diyar kir ku ew her roj ji dehan girtîgehên cuda serî li wan didin û got: “Girtîgeh yek ji wan qadan e ku binpêkirinên mafên mirovan lê herî zêde tên dîtin; sepanên îşkence û muameleya xerab, cezayên dîsîplînê ên kêfî, sirgûnkirina dûrî malbatên, dirêjkirin û şewitandina înfazan, astengkirina mafên çalakiyên civakî û ragihandinê, binpêkirina mafê gihandina xizmetên tenduristiyê bi rengekî sîstematîk û bi taybetî tehliye nekirina girtiyên nexweş, êdî ne îstîsna lê bûye rêgez.”

REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ

Nehîr Bîlece her wiha bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got hem di aliyê fîzîkî û hem jî di aliyê psîkolojîk de tecrîdeke giran heye û da zanîn ku mijara girtiyên nexweş wekî pirsgirêkeke mezin li holê ye û got: “Girtiyên siyasî yên ku demên xwe yên înfaza qanûnî qedandine, ji ber ku ‘poşmanî nîşan nadin’ an jî ji ber nirxandinên razber û bêbingeh ên hiqûqî nayên berdan. Lijneyên Îdare û Çavdêriyê yên ku li girtîgehên hatine avakirin, wekî mekanîzmeyeke darazê ya paralel dixebitin; derbarê girtiyên ku dema wan a qanûnî qediyaye û dema wan a berdana bi şert û merc hatiye de biryarên kêfî digirin û wan cara duyemîn ceza dikin. Girtiyên Rojavayî û Rojhilatî yên ku di girtîgehên Tirkiyeyê de tên ragirtin û ji statûya welatiniyê bêpar in; ji gelek mafên bingehîn ên wekî peydakirina parêzer û hevdîtinên bi malbatê re bêpar tên hiştin. Ev kes di hiqûqê navneteweyî de di statûya ‘bêwelat’ de ne û li gorî Peymana Neteweyên Yekbûyî ya Derbarê Statûya Kesên Bêwelat de divê di bin parastina taybet de bin. Lê belê sepandinên girtîgehê van kesan bêdeng dikin û mafên wan ên parastinê ji holê tê rakirin”

BINPÊKIRINÊN GIRTIYÊN JIN PÊ RE RÛ BI RÛ DIMÎNIN

Nehîr Bîlece anî ziman ku sîstema înfazê ya heyî bi qanûn û sepandinên cudakar hatiye avakirin û axaftina xwe wiha domand: “Girtiyên jin ên ku li 16 girtîgehên giştî Tirkiyeyê û li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Îzmîrê ya Herêma Egeyê tên ragirtin, ji ber avahiya desthilatdariya mêr a rejîma înfazê, hem bi awayekî li ser bingeha zayendî û hem jî bi rêya nasnameyên xwe yên siyasî rastî zextê tên. Gihandina mafên civakî, berhemên paqijiyê, xizmetên tenduristiyê û bi taybetî mafên bingehîn ên wekî hevdîtina bi zarokên xwe re bi awayekî kêyfî tên sînordar kirin. Girtiyên ku bi cezayê girtîgehê yê muebeta giran hatine girtin, bi salan e di hucreyên takekesî de, bi temamî ji têkiliyên civakî hatine îzolekirin tên ragirtin. Ev sepan, ne tenê fîzîkî lê her wiha yekparebûna ruhî jî xerab dike; rûmeta mirovî bi rengekî sîstematîk binpê dike. Ev rewş bi eşkereyî li dijî biryara 2013an a Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê ya bi navê Vinterê ye. Mafê hêviyê, li dijî têgihiştina cezakirina siyasî derdikeve ku kesan ne tenê ji girtîgehê, her wiha ji civaka derve jî qut dike. Mafê hêviyê, şertê pêşîn ê aşitiyê ya berfireh e ku ji nû ve avakirina peymana civaka demokratîk û lihevkirina bi rabirdûyê re ye.”

QEDEXE DIDOMIN

Nehîr Bîlece da zanîn ku qedexeyên li ser rojname, pirtûk, kovar û nameyên muxalif û bi zimanê kurdî hatine anîn jî didomin û got: “Tevî bangawaziya ‘Civaka Demokratîk û Aştiyê’ ya ku Birêz Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de kiriye û hevdîtinên ku di encamê de pêş ketine, di dema amadekirina rapora me de, li girtîgehên di binpêkirinên mafan de başbûneke bingehîn nehatiye dîtin. Birêz Abdullah Ocalan, bi gotinên xwe yên derbarê ‘naskirina pîvana siyaseta demokratîk û hiqûqî’ de îradeya çareseriyê ya bi biryar û bi israr nîşan dide. Di dema dawî de tê dîtin ku pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a bi banga Birêz Abdullah Ocalan dest pê kiriye û bi taybetî çareserkirina gelek pirsgirêkan di serî de pirsgirêka kurd armanc dike, di nava civakê de xwedî bersiveke mezin e. Pêvajoya şer a ku nêzî 50 salan e li welêt berdewam dike, ligel ku bû sedema qirkirinên mezin ên civakî û birîndarbûna çanda jiyana hevpar, bû sedema binpêkirinên giran ên mafên mirovan jî.

 

Qada girtîgehê bûye cihên ku ev binpêkirin lê herî zêde tên dîtin. Di demekê de ku li Tirkiyeyê hêviyên ji bo ji nû ve sazkirina aştiya civakî şîn dibin, berdewamkirina polîtîkayên înfazê yên cudakar ên li dijî girtiyên siyasî, bi eşkereyî bi îradeya aşitiyê û çareseriya demokratîk re li nakokiyê ye. Domandina vê pêvajoyê, ne tenê bi bêdengbûna çekan re, di heman demê de bi avakirina edaleta civakî re gengaz e. Di vî warî de, nebûna sûdwergirtina girtiyên siyasî ji mafên welatiniyê yên wekhev û ewlehiyên hiqûqî, binpêkirinên mafên giran ên ku di rabirdûyê de hatine jiyîn didomîne û baweriya civakî ya bi aştiyê qels dike. Divê girtîgeh nebin cihên ku edalet lê hatiye sekinandin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ÎZMÎR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Sroş Keremî yê ku piştî 6 mehan radestî malbatê hat kirin bi girseyî hat veşartin
Nûçeya Pişt re Erdogan: Fatûreya şer ji bo Tirkiyeyê 2.3 trîlyon dolar e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şervanên YPJ û YPG’ê: Newroz nasnameya hevpar a gelan e

Şervanên YPJ û YPG’ê Cejna Newrozê pîroz kirin û gotin, “Mazlûm Dogan bi 3 zilkên…

Ji aliyê Stêrk TV

Kongra Star û rûspiyên Dêrikê piştgirî dan QSD’ê

Kongra Star û Rûspiyên bajarê Dêrikê, diyar kirin ku ew tevlî banga seferberiya giştî ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Hesekê 51 girtî hatin berdan

Li Hesekê 51 girtî bi amadebûna şêx û rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb hatin berdan.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Şandeya DEM Partiyê ku bi girtiyan re hevdîtin kir: Li Egeyê binpêkirinên mafan didomin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Girtîgeha Qizilhesarê êşkence li girtiyan hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayikên Aştiyê dê di 1’ê Mijdarê de li Enqereyê kon vedin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DEM Partiyê peyama sala 103’emîn: ‘Divê komar nû bibe’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?