Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan têkildarî çalakiyên ji bo zimanê Kurdî yên li Rojava, peyama piştgiriyê da û ev tişt got:
“Gelê me yê Rojava, jiyana xwe bi rêzdarî û bi rûmetî dimeşîne. Em vê têkoşîna ji bo zimanê Kurdî silav dikin. Raste, bi rojan û bi mehan e ku gelê me yê Rojava xwedî li ziman û jiyana xwe derketiye. Divê ev çalakî, ev xebat û ev meş werin berdewamkirin. Zimanê Kurdî hebûna Kurdan e, nasnameya Kurdan e.
Rejîma Sûriyê divê fermiyeta zimanê Kurdî û perwerdeya bi zimanê Kurdî bi awayekî giştî qebûl bike. Kurd êdî naxwazin ku zext li ser wan bên kirin, bên perçiqandin, bên pişaftin û asîmîlekirin. Mafê Kurdan e ku êdî rabin ser xwe; ev dem dema Kurdan e. Kurd bi hezar salan e li van axan dijîn. Em li vir li kêleka wan in, bi zimanê xwe û bi çanda xwe, em vê têkoşîna wan a bi rûmet silav dikin. Em dibêjin têkoşîna ji bo ziman, têkoşîna ji bo hebûna Kurdan e.
Ji ber ku ziman hebûna me ya yekem e, divê ev xebat û meşên ku gelê me yê Rojava dike, berdewam bin. Bi vê wateyê, ez berxwedan û têkoşîna li Rojavayê welêt silav dikim.”

