Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Berdan Ozturk Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, Qanûna Çarçoveyê ku derxistina wê di rojevê de ye ji ANF’ê re nirxand.
‘DIVÊ MESELEYA KURD BI RENGEKÎ RAST BÊ PÊNASEKIRIN’
Berdan Ozturk diyar kir ku pênasekirina rast a meseleya Kurd wê bibe gava destpêkê ya pêvajoya çareseriyê û gotina “Tirkiyeya bê teror” rexne kir. Berdan Ozturk got, “Di vir de armanca esasî avakirina civakeke demokratîk e. Gotin û nêzîkatiyeke bi vî rengî wê tevkariyeke xurt li pêvajoya çareseriyê bike.
Birêz Ocalan ji bo Tirkiyeyê û gelên li Tirkiyeyê zêdeyî salek e hewl dide, kedê dide û îradeyê nîşan dide. Ev îrade divê rast bê nirxandin. Di vir de mesele çareseriya meseleya Kurd a li Tirkiyeyê ye. Têkoşîneke gelê Kurd heye ku daxwaza mafên xwe yên kolektîf dike. Em qala encama têkoşîna ji pêncî salî dikin.
Lewma şêweyê nêzîkatiya li vê meseleyê gelekî girîng e. Ziman û hevokên ku hûn ê bi kar bînin divê li gorî ruhê pêvajoyê bin. Eger di mijara çareseriyê de biryardarî û îradeya ji bo gavên şênber hatibe danîn, girîng e ev yek rast bê nirxandin.”
‘GELÊ KURD DAXWAZÊN REWA YÊN NASNAMEYA XWE DIKE’
Berdan Ozturk ragihand ku çareseriya meseleya Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê bi hev re ne û anî ziman ku gelê Kurd daxwazên rewa yên nasnameya xwe dikin. Berdan Ozturk got, “Kurd daxwaza wekheviyê li vî welatî dikin. Dixwazin hebûna xwe bi rengekî azad dewam bikin. Dixwazin nasnameya wan bê naskirin. Zimanê xwe bi rengekî azad bi kar bînin. Bi kurtasî Kurd daxwazên rewa yê ji ber nasnameya xwe dikin.
Bêguman ev mesele ne tenê Kurdan eleqedar dike. Di heman demê de pêwendiya xwe yekser bi demokratîkbûna Tirkiyeyê re heye. Mafên kolektîf ên Kurdan û demokratîkbûna Tirkiyeyê divê bi hev re bêne nirxandin. Her gava bê avêtin divê di vê çarçoveyê de bêne nirxandin û weke destketiyeke hevpar a Tirkiyeyê bê dîtin.”
‘BIRÊZ OCALAN AKTORÊ BINGEHîN Ê PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ YE’
Ozturk destnîşan kir ku gelê Kurd Rêber Apo weke nûnerê îradeya xwe ya siyasî dibîne û anî ziman ku ji bo pêvajoya çareseriyê bi rengekî erênî bi rê ve biçe divê lli ser mercên kar û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo sererastkirin bêne kirin.
Berdan Ozturk got, “Meseleya Kurd gelekî kûr û dîrokî ye. Nêzîkatiya li vê meseleyê divê hîn cidî û bi berpirsyarane be. Ev mesele ne mijareke welê ye ku di nava du an jî sê partiyên siyasî de bê çareserkirin.
Cîhanê tev dît ku bangeke bi tenê ya Birêz Abdullah Ocalan bandoreke çawa erênî kir. Ji ber vê jî weke ku me gelek caran anîn ziman, mercên azadiya fîzîkî yên Birêz Abdullah Ocalan divê bêne afirandin. Divê pêşî lê bê vekirin ku kengî bixwaze bi kîjan sazî, kes an jî hawirdorê re karibe hevdîtinê bike. Ev yek divê bi destûrê yan jî kiryarên kêfî ve neyê girêdan.
Birêz Abdullah Ocalan aktorekî rewa ye. Lîderek e ku gelê Kurd wî weke îradeya xwe dibîne û yek ji muxatabên bingehîn ên pêvajoya çareseriyê ye. Gelê Kurd ev yek gelek caran destnîşan kir. Ev rastî divê bê dîtin û nêzîkatî li gorî wê bê nîşandan.”
Berdan Ozturk bi bîr xist ku dewleta Tirk û hikumeta AKP’ê hîn jî li ser statuya Rêber Apo gaveke hiqûqî neavêtiye û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Statuya hiqûqî ya Birêz Abdullah Ocalan çi ye. Li gorî nêrîna fermî hîn jî hikumxwar e yan jî akotrekî siyasî ye ku gelê Kurd, tevgera xwe ya siyasî temsîl dike û bi dewletê re muzakereyê dike? Ev yek divê li ser zemîna hiqûqî bi şênberî bê pênasekirin.
Ji aliyê me ve ev mijar zelal e. Ji aliyê gelê Kurd ve jî zelal e. Di pêvajoya çareseriyê de aktorê siyasî yê bingehîn Birêz Abdullah Ocalan e. Divê dewlet jî vê rastiyê bi sererastkirinên hiqûqî pênase bike. Ji ber vê jî sererastkirinên qanûnî yên pêwîst beriya derengxistinê divê bêne kirin. Derengxistin rast nîne û nayê qebûlkirin.”
‘DI 11’Ê TÎRMEHÊ DE BANG LI HER KESÎ HATE KIRIN KU BI BERPIRSYARIYÊ RABE’
Berdan Ozturk gava dîrokî ya 11’ê Tîrmeha 2025’an a şewitandina çekan weke bangeke ji bo her kesî ya bi rabûna bi berpirsyariyê nirxand û got, “Di ser şewitandina çekan re salek derbas bû. Di 11’ê Tîrmehê de wê bibe salek. Peyama hate dayin gelekî şênber bû: Bang li her kesî hate kirin ku bi berpirsyariyê rabe. Bang li saziyê siyasetê, saziyên civakî yên sivîl, her kesên girîngiyê didin meseleya Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê, ji ciwanan heta bi jinan bang li hemû dînamîkên civakê hate kirin. Bêguman muxatabê vê bangê hikumet û dewlet jî bûn.
Heta niha diviyabû gavên şênber bihatina avêtin ku bersiv ji vê bangê re bihata dayin. Baş e gavên şênber çi ne? Sererastkirinên hiqûqî û qanûnî ne. Binihêrin Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan bang kir. PKK’ê kongreya xwe civand. Biryara fesixkirinê da. Têkildarî bidawîkirina têkoşîna çekdarî îrade danî holê. Ev hemû gavên şênber e, nîşaneya samîmiyetê ne.
Dewlet û hikumet jî samîmiyeta xwe tenê bi sererastkirinên qanûnî û hiqûqî dikare dîne holê. Ti hincetên taloqkirina van sererastkirinan nîne. Aliyekî bê qebûlkirin ê vê nêzîkatiyê jî nîne.”
Berdan Ozturk ragihand ku di serî de Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ya Kurd, gelê Kurd wê guhertineke bi feraseta ferzkirinê bê amadekirin ti carî qebûl neke û got, “Divê sererastkirinên qanûnî yên pêwîst tavilê bikeve rojeva meclîsê. Betlaneya meclîsê divê di vir de diyarker nebe. Eger pêwîst bike divê dema xwe ya karkirinê bê dirêjkirin. Weke ku tê zanîn dema karkirinê ya meclîsê heta 22’ê Tîrmehê hate dirêjkirin. Divê heta vê demê sererastkirinên qanûnî yên pêwîst bêne amadekirin û bikevin rojevê.
Lê belê di vir de mesele ne tenê derxistina qanûnê ye. Gelo wê qanûneke çawa bê amadekirin? Ev yek gelekî girîng e. Muxatabên vê meseleyê hene. Sererastkirina bê amadekirin divê bi hevdîtin û nîqaşa bi van muxataban re li ser zemîneke hevpar bê amadekirin. Piştre jî weke pêşniyarekê pêşkêşî meclîsê bê kirin, li komîsyonan bê nirxandin û li Civata Giştî jî biryar li ser bê dayin.
Bi feraseta ‘min kir û bû’ ev mesele çareser nabe. Nêzîkatiyeke bi vî rengî rast nîne û heta niha jî ti pirsgirêk çareser nekiriye. Dixwazim vê yekê bi taybetî destnîşan bikim. Me nêzîkatiyeke bi vî rengî ti carî qebûl nekir, em ê qebûl nekin.”

