Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Parêzer Ozgur Erol: Divê Abdullah Ocalan karibe yekser bi xwe vebêje
Rojane

Parêzer Ozgur Erol: Divê Abdullah Ocalan karibe yekser bi xwe vebêje

Endamê Heyeta Îmraliyê ya ji heft kesan parêzer Faîk Ozgur Erol destnîşan kir ku divê şert û mercên ragihandin û kar ên azad ên Rêber Apo bêne afirandin û got, bang bi rengê herî berfireh ji aliyê Rêber Apo ve dikare bê vegotin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Adar 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Endamê Heyeta Îmraliyê ya dawî û yek ji parêzerên Rêber Apo Faîk Ozgur Erol li ser detayên hevdîtinê axivî.

Ozgur Erol anî ziman ku serdan ji bo wan gelekî balkêş û hêja bû û got, “Piştî bi salan me hem çavdêrî li şert û mercên Îmraliyê kirin hem jî careke din Birêz Ocalan rû bi rû dîtin ku ev yek gelekî hêja û bi qîmet bû. Li Buroya Hiqûqê ya Sedsalê gelek hevalên min hene ku bi salan e kedê didin ji bo karibin xwe bigihînin wê derê, çavdêriyê li maf û şert û mercên li wê derê bikin. Li gel vê yekê gelek siyasetmedar jî hene ku ji bo vê pêvajoyê kedê didin. Her wiha derdoreke cidî ya gel heye ku vê pêvajoyê dişopîne û dixwaze tecrîd bi dawî bibe. Ya rast ev serdana keda hevpar a hemûyan e. Di hevdîtinê de me firsend dît ku hem Birêz Ocalan hem Birêz Hamîlî Yildirim, hem Birêz Veysî Aktaş hem jî Birêz Omer Hayrî Konar bibînin. Hevdîtineke gelekî samîmî bû. Ji ber vê yekê serdaneke bi bandor bû.

Rojeva hevdîtinê jî bi temamî ev metna bangawaziyê bû. Hemû li wir bûn, heyeta me bi temamî li wir bû, hevdîtineke giştî hate kirin. Bêguman yê diyarker Birêz Ocalan bû. Me bi giranî guhdarî dikir. Dem bi dem hevdîtin veguherî şêweyê pirs û nîqaşê. Ji xwe ew bi metna ku bi destan nivîsandibû hat û got, ‘Divê navekî li vê bikim; difikirim ku jê re bibêjim banga aştî û civaka demokratîk’. Ji destpêkê ve navekî bi vî rengî li metnê kir. Piştre dest bi nirxandina metnê kir. Destpêkê ew metn ji me re xwend Di dema xwendinê de dem bi dem sekinî û hevok bi hevok daxuyanî da. Lewma ew serdan û sohbeta ku sê saet û nîvan dewam kir veguherî vegotina wê metnê. Destpêkê careke din qala dîroka têkiliyên Kurd û Tirkan kir. Piştre jî qala hewldanên ji bo bidawîkirina şer kir ku ji Ozal û vir ve vegot. Nêzîkatiyên darbekar ên li hemberî vê yekê jî vegot. Dikarim bibêjim ku beş bi beş vegot.”

Faîk Ozgur Erol ragihand ku rewşa Rêber Apo ji ya di wêne de xuya dikir hîn baş û li ser xwe bû û got, “Hîn serbilind, bi moral û xurt bû. Rastiyeke bi vî rengî jî heye; Birêz Ocalan 26 sal in li wê derê ye, di nava wan şert û mercan de ye. Divê ev yek teqez bê dîtin. Hûn 26 salan di nava şert û mercên giran ê tecrîdê de ne, derfetên we yên ragihandinê gelekî kêm e, têkiliya we ya bi cîhana derve re bi temamî yan jî bi giranî qut bûye û li gel vê yekê jî xwedî wê hêz û îradeyê ne ku di meseleyeke ewqasî girîng de pêvajoyê bi rê ve bibe. Ev gelekî girîng e.

Binihêrin, ji heyetê hevalek-du hevalan gotin, di vê demê de ji bo alîkarîdayinê em bên vê derê hinekî bi we re bimînin, bi hev re nîqaş bikin, pêşniyaran bikin. Ew jî li wan vegeriya û bi ken got, ‘Hûn nikarin li vir îdare bikin’. Bi rastî jî ewqasî hêsan nîne. Û piştî vê nirxandina ji 3,5-4 saetan bi nîqaşan pêşniyar wergirt. Belê, me bandora tecrîdê ya fîzîkî dît, lê li gel vê yekê jî gelekî bi moral bû.”

Weke parêzerê bi salan ê Rêber Apo, Faîk Ozgur Erol got, “Ji destpêkê ve hewldanên me yên bingehîn azadiya Birêz Ocalan e. Di vê mijarê de hîn guhertinek nîne. Berevajî, di nava şert û mercên heyî de divê teqez guhertin bêne kirin. Meseleya ku em jê re Mafê Hêviyê dibêjin, bingeha vê yekê ya hiqûqî ye. Daxuyaniya ku hate ragihandin jî bû bingeha vê ya siyasî.”

Ozgur Erol destnîşan kir ku di rewşa heyî de meseleya heyî ew e ku Rêber Apo bibe xwedî derfetên ragihandin û xebateke azad û got, “Birêz Ocalan di vê meseleyê de çaroveyeke berfireh destnîşan dike. Rast nîne ku ev çarçove di metneke ji rûpelek û nîvî de bê asêkirin. Divê ev yek bê îzahkirin. Divê vê yekê li gel hevalên xwe îzah bike. Divê ew bi xwe karibe ji gel re îzah bike û bide fêhmkirin. Girîng e derfet bêna afirandin ku yekser karibe bi xwe xîtab bike. Derfetên ragihandinê yên berfireh divê bêne afirandin. Divê êdî qala tecrîdê neyê kirin, her wiha divê qala kiryarên li girtîgehekê jî neyê kirin. Derfetên vê yekê divê bêne afirandin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 4’Ê ADARA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Jinek, gerîlayek, senarîstek: Edûlê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ziman û helwesta provokatîf ên kanalên Ereb hate şermezarkirin

YRA û Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê gotinên kîndariyê û sorkirina li dijî gelê Rojava ji hêla…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Îranê aqûbeta 3 jinên hatine binçavkirin, ne diyar e

Aqûbeta sê jinên ku li Urmiye, Meşhed û Şîrazê ji aliyê Îranê ve hatine binçavkirin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Nivîsandina bi temamî fonetîk a 4400 salî ya Padîşahiya Elamê

Lînear nivîseke pir taybet a Padîşahiya Elamê ye ku dikeve başûrê rojavayê Îranê ya îroyî,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?