Komek ji rewşenbîrên Kurd di 15’ê Gulana 1932’an de li paytexta Sûriye Şamê kovareke wêjeyê ya Kurdî bi navê “Hawar” weşand. Kovara ku bi pêşengiya Celadet Alî Bedirxan bi tîpên Latînî hate weşandin û heta sala 1943’an 57 hejmar weşand, ji bo nivîsandina dîroka çandê ya Kurd weke mîladekê tê nirxandin. Ji ber vê yekê ji sala 2006’an û vir ve 15’ê Gulanê weke Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.
Hevberdevka Komîsyona Çand, Huner û Ziman a DEM Partiyê Cemîl Tûrhalli Balsak bi wesîleya rojê ji ANF’ê re axivî.
Cemîle Tûrhalli Balsak diyar kir ku weşana kovara Hawar ji bo Kurdan xaleke dîrokî bû û got, “Demeke welê bû ku Kurdistan bûbû çar parçe, li her parçeyî pêvajoyeke bi heman rengî hebû; înkareke giran, înkara ziman û nasnameyê hebû. Li Başûr, Bakur û Rojhilat jî rewş bi heman rengî bû. Li Tirkiyeyê polîtîkaya Tirkkirinê, li Sûriyeyê polîtîkaya Erebkirinê, li Rojhilat polîtîkaya Farskirinê û li Iraqê jî polîtîkaya Erebkirinê dihate meşandin. Înkarkirina ziman jî bi giranî li ser zimanê perwerdeyê xwe nîşan da. Li ser polîtîkayên ziman ê fermî xwe nîşan da.
Ji bo avakirina hişê neteweyî yê Kurd kovara Hawarê gaveke dîrokî bû. Li ser hebûna Kurdan û mafên xwe yên neteweyî nivîs weşand, di heman demê de folkfora Kurdan, vegotinên dîrokî, destanên bi devkî dihatin gotin û çîrok derbasî zimanê nivîskî kir. Di heman demê de kovareke welê bû ku lêkolîn dikir. Weke zanîngehekê kar dikir.”
‘KURDÎ SALÊN DÛR Û DIRÊJ HATE QEDEXEKIRIN’
Cemîle Tûrhalli Balsak bi bîr xist ku li Bakurê Kurdistanê Kurdî salên dûr û dirêj li qada cemaweriyê û li nava jiyana rojane hate qedexekirin û bidestxistina Kovara Hawarê bi xwe hate krîmînalîzekirin.
Cemîle Tûrhalli Balsak anî ziman ku piştre weşanên weke Îlerî Yûrt û Şark Postasi destpê kir, van weşanan jî xwe ji kevneşopiya Hawarê xwedî kirin, Apê Mûsa di nava van weşanan de hebû û timî zext li weşangeriya Kurdî dihate kirin.
‘KURDÎ LI QADA CEMAWERIYÊ HÎN JÎ NE XWEDÎ STATUYA WEKHEV E’
Cemîle Tûrhalli Balsak diyar kir ku di salên 1990’î de di weşangeriya Kurd de liv û tevgerekê destpê kir, Kurdî timî bi gefa sansurê û tinekirinê rû bi rû ma û got, “Piştî sala 1991’ê pêvajoyeke nû destpê kir. Demeke ji şerê giran bû. Mirovan bi dizî li kasetên Kurdî guhdarî dikirin, bi hesreta zimanê xwe bûn. Weşangerî heta astekê serbest bû be jî guherîneke bingehîn çênebû. Di salên 1990’î de weşanên weke Rewşen, Azadiya Welat destpê kirin. Lê belê bala xwe bidinê; ji Ozgur Gundemê heta bi Ozgur Halkê gelek organên weşanê timî hatin sansurkirin an jî girtin. Dewletê mekanîzmayeke welê ava kir ku hem di pratîkê de hem jî bi rêyên qanûnî astenî li pêşiya weşangeriyê danî.
Dema ku em îro jî bala xwe didin rewşê dibînin ku hîn jî guherînên bingehîn û avanî çênebûne. Kurdî hîn jî li Meclîsê weke ‘zimanê nayê zanîn’ tê pênasekirin. Hîn jî zimanê perwerdeyê nîne.”
Cemîle Tûrhalli destnîşan kir ku li Tirkiyeyê heta ku astengiyên qanûnî û destûra bingehîn ji holê neyên rakirin wê Kurdî nebe xwedî garantiyeke mayinde.
‘TÊKOŞÎNA GELÊ KURD DI HEMAN DEMÊ DE TÊKOŞÎNEKE ÇAND Û ZIMAN E’
Cemîle Tûrhalli Balsak anî ziman ku têkoşîna gelê Kurd a ji bo mafên xwe di heman demê de têkoşîneke çand û ziman e û ragihand ku înkarkirina ziman tê wateya înkarkirina hebûna gel.
Cemîle Tûrhalli Balsak işaret bi paradîgmaya “civaka demokratîk” a Rêber Apo kir û got, “Paradîgmaya civaka demokratîk a ku Birêz Abdullah Ocalan danî holê, ji ber vê yekê asteke girîng e. Gotina ‘Hebûn hate naskirin, lê belê divê di nava hiqûqê de bê bicihkirin’ bi esasî işaretê bi welatîbûna destûra bingehînî dike. Mebesta me ji welatîbûna wekhev an jî welatîbûna azad ev e. Pênaseya niha ya welatîbûnê li ser nasnameyeke entîkî hatiye danîn. Halbûkî feraseteke welatîbûnê ya tevgir dikarîbû bihata afirandin. Pêvajoya guherîna destûra bingehîn di heman demê de wê hîmê veguherîna mejî jî dîne. Ji bo aştiya civakî pêk were pêwîstî bi aştiya çandî û aştiya ziman heye. Tişta ku hesta jêbûnê ya Kurdan xurt bike ew e ku ziman û nasnameya wan bi rengekî wekhev bê qebûlkirin.”
Cemîle Tûrhalli Balsak destnîşan kir ku divê hebûna Kurdan bi destûra bingehîn bê misogerkirin, mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bê naskirin û dewlet di vê mijarê de bi berpirsyariyê rabe.

