Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Hevserokê MED-DER’ê Remzî Azîzoglû destnîşan kir ku ji bo parastina Kurdî divê gavên qanûnî bêne avêtin û got, statuya fermî ya ji bo zimanê Kurdî mecbûrî ye.
Rejîma Baasê 49 salan Kurdî li her qada jiyanê qedexe kir. Li her kesên ku bi Kurdî diaxivî, dinivîsî, hildiberand û hîn dikir êşkence dikir, digirt û sirgûn dikir. Rejîmê xwest hişê dîrokî û çandî yê gelekî ji holê rake.
Hiqûqnas, civaknas û siyasetmedar vî wêneyê li Kurdistanê ku ji narkotîkê heta bi bêcezahiştina li dadgeriyê, ji torên fûhûşê heta bi hilweşîna ekolojîk dewam dike, weke ‘şerekî taybet’ ê piralî pênase dikin ku ji aliyê navendekê ve tê birêvebirin.
Yek ji Dayikên Aştiyê yên ku li Enqereyê bi partiyên siyasî re hevdîtin kir Afîfe Kartal got, “Me bang li partiyan hemûyan kir ku gava şênber biavêjin û got, divê Birêz Abdullah Ocalan azad bibe. Divê êdî li şûna gotinê, kar ji bo aştiyê bê kirin.”
Siyaseta li Iraqê ya îro, siyaseta hêz û hejmarê ye. Êzidî tevî ku di dîrokê de xwedî koka herî kevnar a vê axê ne di nexşeya îro ya Bexdayê de hatine biçûkxistin. Şikandina sîstema Muhasas karekî dijwar e, lê ne negengaz e. Analîza Argeş Şengalî.
Hemû hevokên ji wan lêvan diherikî dibû soz û peyman ji hevaltiyê re. Qewl û benda ruhberiya rûperiya gulan Gulperî bû. Portreya Saadet (Gulperî Kaplan).

