Çarşem, 15 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 5 kesan cezayê darvekirinê hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Aştî û civaka demokratîk xala me ya bingehîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên siyasî yên li Îranê bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Antalyayê 3 girtiyên di greva birçîbûnê de rakirin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo ‘Çarşema Sor’ peyamek dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê êrişa çekdarî ya li dibistanê: Herî kêm 13 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê qurbaniyên komkujiyên Enfalê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Cejna Çarşema Sor pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji KJK’ê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA ber bi Gemlîkê ve dimeşe: Divê aliyê civakî yê hevdîtinan bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qetilkirina Rojîn Kabaîş ronî bikin, dawî li gefên ser malbatê bînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê peyama sersaxiyê: Em ê dilsozê mîrateya Zeynep Cansiz bimînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di şerê 40 rojî de nêzî 500 jinan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Pervîn Bûldan: Banga Aştî û Civaka Demokratîk bangek ji bo têkoşînê ye
Rojane

Pervîn Bûldan: Banga Aştî û Civaka Demokratîk bangek ji bo têkoşînê ye

Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan got, "Avakirina û têkoşîna civaka demokratîk qet naqede... Banga Aştî û Civaka Demokratîk bi xwe bangek ji bo têkoşînê ye. Civakîkirina vê yekê parçeyek ji vê têkoşînê ye."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Pêvajoya nû ku par meha Cotmehê bi banga Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî destpê kir bi nîqaşan dewam dike. Heyeta Îmraliyê herî dawî bi Serokkomar Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir. Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan li ser hevdîtinê bersiv da pirsên ANF’ê.

Di nîqaşên têkildarî pêvajoyê de hevdîtina bi Erdogan re girîng dihate dîtin. Têkildarî vê hevdîtina bi Erdogan re hate kirin çavdêriyên we çi ne?

Birêz Serokkomar cara yekemîn bû ku Heyeta Îmraliyê qebûl kir. Demeke dirêj me hevdîtin dikirin. Bi partiyên siyasî re me hevdîtin kir. Birêz Serokkomar ku kesayetekî divê di navenda vî karî de be, di vê mijarê de gelekî dûr sekinî. Di vê mijarê de tiştek negotibû. Lewma bendewariya her kesî hebû. Vê hevdîtinê jî rewş rawe kir. Ji ber ku Heyeta Îmraliyê qebûl kir û di vê mijarê de me nêrînên xwe bi hev re parve kir. Wî bi xwe hem li nêrînên me guhdarî kir hem jî di asteke ku pêşniyarên me li ber çavan digire xwedî li pêvajoyê derket. Di vê mijarê de bi wan re jî biryardariyek heye. Di mijara xwedîderketina li pêvajoyê de em dibêjin Abdullah Ocalan îrade û biryardariyek Nîşan da. Me dît ku heman biryardarî li aliyê desthilatdariyê jî heye. Ji vî alî ve hevdîtineke dîrokî bû.

Di hevdîtinê de hate axaftin, bê çima Erdogan heta niha di vê mijarê de dûr disekinî?

Me sedema vê dûrmayinê nepirsî. Wî jî tiştek negot. Li gorî texmîna me, wî xwest rêveçûna pêvajoyê bibîne. Ji ber bûyerên piştî pêvajoya 2015’an qewimîn, fikarek hebû. Ji bo heman tişt neqewime, dema ku dît pêvajo dikare bi pêş ve biçe, ket navenda pêvajoyê. Em li ser vê neaxivîn, lê belê texmîna me bi vî rengî ye.

Em di kîjan asta vê pêvajoyê de ne? Teqwîmek nîne lê belê em di kîjan astê de ne?

Teqwîmek li ber destê me nîne, lê belê ya ku divê bê kirin em timî tînin ziman. Desthilatdarî jî bi vê zane. Di hevdîtinên bi Birêz Ocalan re not têne girtin, rapor têne amadekirin. Rayedarên dewletê beşdarî vê hevdîtinê dibe. Bi ihtimaleke mezin ev hevdîtin ji serokkomar, ji desthilatdariyê re tê ragihandin. Ne ew mesele ne ku nayên zanîn an jî cara yekemîn e tê dîtin. Gelek pirsgirêk hene, gelek qadên bi pirsgirêk hene. Gelek qanûn hene ku divê bêne amadekirin. Li şûna ku yek bi yek qala van bikin, me got, divê zemînên qanûnî bêne afirandin. Me anîn ziman ku pêkanîna hin guhertinên qanûnî wê tevkariyê li pêvajoyê bike. Ya rast, di vê mijarê de ew jî neyînî nînin. Lê belê detayek nîne ku wê çi bibe.

Biryara hevdîtina bi Wezîrê Edaletê re gelo di hevdîtina bi Erdogan re hate dayin?

Me bi xwe daxwaza hevdîtina bi Wezîrê Edaletê re kir. Yanî ne meseleyeke ku bi serokkomar re hatiye axaftin. Piştre di civîna navbera xwe de em gihîşt wê encamê ku hevdîtinek bi Wezîrê Edaletê re wê girîng be.

Çima lezgîn e?

Ji ber ku gav hene ku divê bêne avêtin, qanûn hene ku divê bêne derxistin. Gelek sernavên mijaran hene. Em dixwazin li ser van biaxivin, bişêwirin û di heman demê de bi pêş ve biçin. Ji ber ku eger li ser rêya aştiyê pirsgirêkek hebe, tiştek hebe ku dikare rawestîne, divê ew bêne sererastkirin. Ji bo pêşîgirtina li qezayên bi vî rengî, girîng e.

Li ser ihtimala sabotekirina pêvajoyê gelekî hate axaftin. Li ser ihtimala sabotajekê yan jî darbeyek li hemberî vê pêvajoyê hûn dixwazin çi bibêjin?

Em li erdnîgariyeke welê ne ku xeterî lê zêde ne. Di sala 2015’an de jî em alîgirê vê mijarê bûn. Vê carê jî ji bo heman aqûbet rû nede, ji bo pêvajo têk neçe, divê ev yek bê kirin. Lewma divê tiştên bibin sedema qezayê ji holê bê rakirin.

Kiryarên qeyûm, girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Îmamoglû, êrîşên li ser alîgirên demokrasiyê, binçavkirin û girtin… Gelo ev hemû zerarê nadin pêvajoyê?

Gavên demokratîk divê teqez bêne avêtin. Bêguman di vê mijarê de ne tenê Wezîrê Edaletê her wiha berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê hemû derdorên di nava pêvajoyê û serokên giştî yên partiyên muxalefetê. Berpirsyarî li ser milê parlamentê ye. Divê parlament tavilê bikeve dewrê. Serokên giştî yên partiyên siyasî di vê mijarê de divê hîn bêhtir biaxivin. Gelek pirsgirêk hene. Girtîgeh, kiryarên qeyûm, girtiyên nexweş; em qala gelek pirsgirêkan dikin. Ev mesele ne ew pirsgirêk e ku tenê DEM Partiyê yan jî Kurdan eleqedar dike. Meseleya 85 milyon mirovên li Tirkiyeyê ye. Meseleya hemû partiyên siyasî ye. Ji ber vê yekê divê her kes di vê mijarê de hewl bide û nêzîkatiyeke welê nîşan bide ku tevkariyê li gavên bêne avêtin bikin. Dibe ku ev yek jî bi serdanên me şênber bibe. Mînak, eger hevdîtina bi Wezîrê Edaletê re bi lez bê kirin dibe ku em ê bişêwirin û li ser gavên bêne avêtin biaxivin. Ew ê fikrê xwe bibêjin, em jî fikrê xwe bibêjin. Piştre jî em ê bi partiyên siyasî û derdorên cuda re jî hevdîtinan bikin. Çûyîna Îmraliyê ji xwe divê bibe, divê hevdîtinek bi Birêz Ocalan re bê kirin. Gavên bêne avêtin wê li wir şênber bibe û eger gav bi lez werin avêtin, di nava çend mehan de ev pêvajo divê temam bibe.

Mebesta we ji çend mehan çi ye?

Bi dîtina min eger heta meha Hezîranê gav bi lez bêne avêtin, wê pêvajo temam bibe.

Çi bibe wê pêvajo temam bibe?

Eger qanûn bêne derxistin, PKK biryara fesihkirinê bide, şert û mercên vê yekê guncaw bibin, kongre bê komkirin û biryar were wergirtin, di heman demê de desthilatdarî jî ya ku divê bike pêk bîne, qanûn bi lez bêne derxistin hingî di nava çend mehan de mirov dikare qala temambûna vî karî bike.

Li ser qanûnên ku tê xwestin bêne derxistin, karekî we heye?

Li aiyê me karekî bi vî rengî tê kirin. Li aliyê desthilatdariyê jî karek heye, lê belê em niha nikarin vê yekê eşkere bikin.

Têkildarî têkoşîna demokrasiyê hûn dixwazin çi bibêjin? Gelo ev pêvajo wê têkoşîna demokrasiyê li paş bihêle? Rexneyên li ser vê hene, hûn dixwazin çi bibêjin?

Avakirin û têkoşîna civaka demokratîk qet naqede. Li cihekî biqede, li cihekî din wê destpê bike. Têkoşîn wê her tim dewam bike. Ji bo derxistina qanûnan têkoşîn wê bê kirin. Ji bo avêtina gavan têkoşîn wê bê kirin. Li dijî kuştina jinan, kuştina zarokan, bûyerên kuştinê yên mîna qetilkirina Narîn, li dijî vî mejî û neyîniyan wê têkoşîn her tim dewam bike. Banga Aştî û Civaka Demokratîk ji xwe bangek ji bo têkoşînê ye. Ji bo civakîkirina vê yekê, parçeyek ji têkoşînê ye. Ti tişt bi serê xwe bi cih nayê. Êrîşên li ser şaredariya Stenbolê nayên qebûlkirin. Çawa ku li Colemêrgê qeyûm hate tayînkirin em li ber rabûn, bi heman rengî em ji bo Stenbolê jî heman helwestê nîşan didin. Ya ku van hemûyan beralî bike demokratîkbûn e. Têkoşîna demokrasiyê ye. Wezîfeya me hemûyan e ku van hemûyan bi pêvajoya demokrasiyê bixin meriyetê.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ROMA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Efrînê talankirina xwezayê dewam dike
Nûçeya Pişt re Li Tûşbayê sê caran li ser hev erd hejiya
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Serokê EHESS’ê Huret: Em bi zanîngehên Rojava re di nav hevgirtinê de ne

Serokê EHESS’ê yek ji saziyên pêşeng ên zanistên civakî yên Fransayê Romain Huret ragihand ku…

Ji aliyê Stêrk TV

KCK’ê ji bo Mîchalîs Charalampîdîs peyama sersaxiyê weşand

Hevserokên Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo dostê Kurd Mîchalîs Charalampîdîs ku berî du rojan…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Amedê 7 xwendekarên zanîngehê hatin binçavkirin

Li Amedê di saetên siharê de di serdegirtinên malan de 7 xwendekarên zanîngehê hatin binçavkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li 5 kesan cezayê darvekirinê hat birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Aştî û civaka demokratîk xala me ya bingehîn e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Girtiyên siyasî yên li Îranê bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?