Pêncşem, 26 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Pervîn Bûldan: Qanûna çarçoveyê wê bê derxistin, em ê pêşkêşî Birêz Ocalan bikin’
Rojane

Pervîn Bûldan: Qanûna çarçoveyê wê bê derxistin, em ê pêşkêşî Birêz Ocalan bikin’

Pervîn Bûldan anî ziman ku qanûna ku tê xwestin di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bê derxistin wê ji 7-8 xalan pêk were û got, ew ê pêşnûmeyê pêşkêşî Rêber Apo bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Gulan 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Rêxistinên bajarê Wanê yên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêman a Demokratîk bi gel re cejn pîroz kirin. Pîrozbahiya li Rêxistina Bajêr a DEM Partiyê pêk hat, bi beşdariya endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîla Meclîsê Pervîn Bûldan û gelek endamên partiyê û rêxistinên civakî yên demokratîk hate lidarxistin.

Pervîn Bûldan li qadê axivî, cejn pîroz kir û li ser hevdîtina 24’ê Gulanê ya bi Rêber Apo re pêk anîn, agahî da. Pervîn Bûldan ragihand ku piştî 2 mehan ew çûn Îmraliyê, bi Rêber Apo re hevdîtinek ji 3 saetan pêk anîn û got, Rêber Apo di hevdîtinê de li ser şêweyê çarçoveya qanûna divê bê amadekirin nirxandinên berfireh kir.

QANÛNEKE ÇARÇOVEYÊ YA JI 7-8 XALAN

Pervîn Bûldan got, “Beriya her tiştî vê bibêjim; rewşa tenduristiyê û moralê Birêz Ocalan baş e, baweriya xwe ya bi pêvajoyê di cih de ye û ji bo pêşveçûna pêvajoyê jî di nava karekî berfireh de ye.”

Pervîn Bûldan axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: “Hevdîtina ku me kir bi giranî li ser qanûna bê derxistin bû. Şêwewyê çarçoveya qanûnê bi berfirehî nirxand. Anî ziman ku divê qanûn qanûneke esasî be, piştî ku ev qanûn derket wê çerxa demokrasiyê karibe bi lez bigere. Lê belê diyar kir ku ji bo vê qanûna bê derxistin, girîng e ku li ser qanûna ku weke pêşnûme bê amadekirin lihevkirinek hebe. Qanûna ji 7 heta 8 xalan wê qanûneke çarçoveyê be û ji bo carekê be. Endamên rêxistinê wê di nav demeke diyarkirî de karibin ji vê qanûnê sûdê werbigirin û karibin bên Tirkiyeyê yan jî biçin cihekî din ku bixwazin.

‘EM PLAN DIKIN KU PÊŞNÛMEYÊ PÊŞKÊŞÎ BIRÊZ OCALAN BIKIN’

Di hevdîtinên me yên piştî cejnê de hewldanên me hemû wê ji bo derxistina vê pêşnûmeyê bin. Em ê bi lez di nava meh û nîvekê de yanî beriya meclîs bê girtin, ji bo ev qanûn bê derxistin hevdîtinan bikin, danûstandinên xwe dewam bikin. Ji ber ku ev pêvajo gelekî acîl e ku nabe ji demê re bê hiştin û divê qanûn jî tavilê bê derxistin. Her ku dem derbas dibe rîsk jî mezin dibin. Lewma weke ku Birêz Ocalan jî anî ziman, bêyî ku ji demê re bihêlin, em ê danûstandinên xwe zêde bikin û ji bo derxistina vê pêşnûme û qanûnê hewldanên xwe temam bikin û vê pêşnûmeyê bi lez pêşkêşî Birêz Ocalan bikin.

PAKETÊN DEMOKRATÎKBÛNÊ YÊN PIŞTÎ PÊŞNÛMEYÊ

Piştî pêşnûmeyê wê paketên reform û paketên demokratîkbûnê derkevin. Tirkiye wê bikeve nava pêvajoya demokratîk ku mafê wê ye. Em zanin ku bala hevalên me yên li girtîgehan, bala gelê me li vê qanûnê ye. Heta ku ji destê me bê, ji bo karibin bi lez derxînin em ê karê xwe dewam bikin. Em zanin ku bûyerên li Rojhilata Navîn, konjonktur dikare her tiştî bi xwe re bîne. Bûyerên ku îro li Rojhilata Navîn diqewimin, bûyerên li ser gelê Kurd û li ser CHP’ê diqewimin bêguman ne yên qebûlkirinê ne. Di nava vê konjonkturê de hêvî û bendewariya me hemûyan ew e ku pêvajoya aştî û demokrasiyê bi pêş ve biçe û bibe xwedî zemîneke qanûnî.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê NY’ê têkildarî avûhewayê hişyarî da
Nûçeya Pişt re Ji 79 sazî û komeleyên Êzidiyan daxuyaniya li dijî projeyên GES’ê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Mala Kurdan a Moskowê şahiya 8’ê Adarê hat lidarxistin

Li avahiya Mala Kurdan a Moskowê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hat pîrozkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Atmosfera şer a di navbera Hindîstan û Pakîstanê de didome

Atmosfera şer a di navbera Hindîstan û Pakîstanê de her ku diçe kûr dibe. Di…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêveberiya Xweser a Şengalê bang li Sûdanî kir

Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyekê daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê Sûdanî kir ku bi rast…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

27’ê Mijdarê li gelek bajaran hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Hesekê êrîşa li dijî dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Welatiyek şehîd bû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?