Sêşem, 28 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Omer Çelîk: Beriya ku meclis têkeve betlaneyê wê qanûna çarçoveyî bê derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Qanûna çarçoveyê destpêk e, divê Desteya Şopandinê bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar: Binpêkirinên mafan û zext zêde bûne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di lêpirsîna Ahbap de operasyona pêla çaremîn: 13 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêpirsîna Gulistan Dokû: 18 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Balûken: Nabe ku çareseriya mayinde bi çek danînê were sînordarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Hêzên rejîma Îranê li Sine ji heman malbatê 3 kes qetil kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî êrişa Îranê agir bi çiyayê Heybet Sultan ket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şewata li Pênciwênê hate vemirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê komxebata derbarê zewaca temenê biçûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA’yê li dijî tiryakê bang kir: Têkoşînê mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê êşkence li Hevberdevkê Platforma Şiyar Be Erkol kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji bo parêzvana mafên jinên Kurd Gulhatun Kara kampanyaya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Barê herî giran ê qirkirinê li ser milê jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê 2 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayla Akat: Komîsyoneke jinan a şopandinê ji bo pêvajoyê pêwîst e

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê li dijî bijîşkê ku derbarê ‘sunetkirina jinan’ de parvekirin kiribû nerazîbûn nîşan da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbata Gulistan Doku: Divê berpirsyar hesab bidin û edalet pêk bê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Fîlma ‘To My Sisters’ ku berxwedana jinên Kurd a li dijî DAÎŞ’ê vedibêje li Elmanyayê hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamişloyê Konferansa Sînemaya Rojava destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND’ê Hozan Serhad bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Notên ji pênûsa jinan bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Di dilê çiya de ronahî heye’ ya nivîskar Medya Doz derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra berhema bi navê ‘Pepûle’ jinûve got

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Di nava hefteyekê de 20 kes li Îranê hatin darvekirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 9 kesan canê xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Civak & Ekolojî > Pêşengê keriyê pez û hevrêyê şivên: Miryah
Civak & Ekolojî

Pêşengê keriyê pez û hevrêyê şivên: Miryah

Ji bijartina berxikê zîrek heta dengê zengilên li stûyê wî, Miryah di navbera şivan û xwezayê de pireke ruhî ava dike. Ev nivîs li ser şêrê çiyê yê bi hiriya dirêj û xemla morikên şîn e ku bûye sembola dewlemendiya Şengalê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Li Çiyayê Şengalê yê bi heybet, jiyan her tim bi dengê zengilan û bi bêhna axê re hatiye hûnandin. Li vê axa pîroz, şivantî ne tenê karekî rojane ye ku mirov zikê xwe pê têr bike. Ew hunerek e, mîrateyek ji bav û kalan maye û parçeyekî ji rûmeta her malbatê ye û di dilê vê çandê de Miryah heye.

Miryah ne tenê beranek e, ew fermandarê çiyê, pêşengê keriyê pez û rêhevalê herî nêzîk ê şivanên Şengalê ye. Ev beranê taybet di encama sebir û kedeke mezin de derdikeve holê, mîna ku şivanek bixwaze ji kevirê çiyê peykerekî zindî çêbike.

 

ŞIVAN DIBE DÊ Û BAVÊ BERXIK

Her tişt ji wê kêliya ku berxikê bijartî çavên xwe li dinyayê vedike destpê dike. Şivanê Şengalî, bi çavên xwe yên pispor, ji nava bi dehan berxikan ew berxê ku herî zîrek û çavvekirî ye hildibijêre. Ji bo ku Miryah bi rastî bibe Miryah, şivan wî ji diya wî vediqetîne. Ew bi tiliyên xwe yên ku di şîr de şil kiriye wî xwedî dike. Bi vî rengî, ew berxik êdî şivan wekî dê û bavê xwe dibîne. Ew girêdana ku di navbera wan de çêdibe, ne tenê fîzîkî ye, lê girêdaneke ruhî ye ku êdî Berxik li şûna li pey mîhan biçe, li pey dengê şivan û bêhna wî diçe.

PIRA DI NAVBERA ŞIVAN Û MÎHAN DE

Dema berxik hinekî mezin dibe, qonaxa fêrbûna rêz û rêçikan destpê dike. Şivan berxê xwe bi benekî bi kerê şivan ve girê dide. Di nav keriyên Şengalê de, ker her tim li pêş e û rê nîşan dide. Miryahê ciwan, gava fêrî şopandina kerê dibe, fêm dike ku erkê wî pêşengtî ye. Ew dibe pira herî girîng a di navbera şivan û bi sedan mîhên ku li pey wî dimeşin. Ji bo ku Miryah hemû hêza xwe bide ser karê pêşengiyê û mîna padîşahekî li nava kerî xuya bike, ew tê xesandin. Ev kar nabe sedema qelsbûnê berevajî vê, Miryah gurtir dibe, fîzîka wî mezin dibe û hiriya wî ya ku qet nayê qusandin, mîna kincekî rûmetê li ser milên wî dirêj dibe. Di nav gelî û lûtkeyên Şengalê de, gava Miryah dimeşe, bi wê hiriya xwe ya dirêj mîna şêrê çiyê bi heybet xuya dike.

DENGÊ ZENGILA MIRYAH NEXŞEYA KERÎ YE

Lê ya ku Miryah di civata Şengalê de dike nîşana dewlemendî û hunerê, xemla wî ye. Şivan bi destên xwe yên bi ked, eniya Miryah bi morikên şîn ên li dijî çavnebarî û heramiyê, bi kelaşên deryayê û perçeyên tunc dixemilîne. Di stuyê wî de zengilên mezin û giran hene ku her yek ji wan dengekî taybet û zelal derdixe. Dengê zengilê Miryah ji şivan re dibe sinyal ango nexşeya kerî. Di nav mij û dûmana çiyê de, şivan tenê bi guhdarîkirina wî dengê giran û kûr dizane ku kerî li ku ye, diçe yan diweste.

SEMBOLA HEVKARIYA MIROV Û XWEZAYÊ

Di qada civakî de, Miryah rûmeta şivan e. Li bazara Şengalê, dema Miryahek tê firotin, mirov lê nanêrin ka çend kîlo ye lê dinêrin ka çiqasî guhdar e, çiqasî bi huner e û çawa kerî bi rê ve dibe. Bihayê wî carnan sê heya çar qatî beranên din e, ji ber ku şivanekî Miryahê wî yê baş hebe, dikare bi serê xwe keriyekî mezin li çiyayên herî dijwar biçêrîne û ne hewceyî alîkariya ti kesî dibe. Miryah sembola hevkariya mirov û xwezayê ye li ser axa Şengalê, ku nîşan dide mirov çawa bi sebir û evînê dikare ajalan bike rêhevalên jiyanê û mîrateyeke herdemî ava bike.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Washingtonê di dema xwarina nûçegihanên Qsra Spî de êrîşa çekdarî
Nûçeya Pişt re Peymana 29’ê Çileyê 3 meh li pey xwe hişt: Rewşa dawî li qadê çi ye?
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Azadiya Abdullah Ocalan yekane rêya rizgariya ji tundiyê ye’

Siyasetmedarê Kurd Lezgîn Botan anî ziman ku gelê Kurd ê ku xwe bi fikrê Rêber…

Ji aliyê Stêrk TV

Sudanî bi Barzaniyan re civiya

Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sudanî li Hewlêrê bi Mesrûr û Mesûd Barzanî re cuda cuda…

Ji aliyê Stêrk TV

Bi merasîmeke bi heybet cenazeyên 3 şervan hatin veşartin

Li bajarên Dêrik û Girkê Legê bi sedan şênî ji bo veşartina cenazeya şehîd Solîn…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Civak & Ekolojî

Endamên DKTM’ê yên Bordeauxê bi gel re li herêmên şewatê ne

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Li Spanyayê zêdetirî 172 hezar hektar şewitî

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Sumeyye Boz: Projeya JES’ê gefê li xweza, jiyanê û paşerojê dixwe

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Bedewiya ji çiyê diherike: Sûlava Kanîspî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?