Çarşem, 15 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 5 kesan cezayê darvekirinê hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Aştî û civaka demokratîk xala me ya bingehîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên siyasî yên li Îranê bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Antalyayê 3 girtiyên di greva birçîbûnê de rakirin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo ‘Çarşema Sor’ peyamek dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê êrişa çekdarî ya li dibistanê: Herî kêm 13 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê qurbaniyên komkujiyên Enfalê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Cejna Çarşema Sor pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji KJK’ê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA ber bi Gemlîkê ve dimeşe: Divê aliyê civakî yê hevdîtinan bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qetilkirina Rojîn Kabaîş ronî bikin, dawî li gefên ser malbatê bînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê peyama sersaxiyê: Em ê dilsozê mîrateya Zeynep Cansiz bimînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di şerê 40 rojî de nêzî 500 jinan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Peyama dawî ya fedaiyan: Ji bilî serketinê rêyek din nîne
Kurdistan

Peyama dawî ya fedaiyan: Ji bilî serketinê rêyek din nîne

Peyama beriya çalakiyê yê endamên Tabûra Nemiran Asya Alî û Rojger Hêlîn ku par li hemberî tesîsa TUSAŞ’ê çalakiyek fedaî pêk anîbûn, di Gerîla TV’yê de hat weşandin. Fedaiyan, dibêjin ji bilî serketinê rêyek din nîne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 17 dq.
Parvekirin

Fedaiyên Tabûra Nemiran Asya Alî (Mîne Sevjîn Alçîçek) û Rojger Hêlîn (Alî Orek) di 23’yê Cotmeha 2024’an de li dijî tesîsa TUSAŞ’ê ya li Enqereyê ku navenda hilberandina çekên li dijî gelê Kurd tê bikar anîne, çalakiyek fedaî pêk anîbûn. Axaftina ku fedaiyan beriya biçin çalakiyê cara ewil di Gerîla TV’yê de hat weşandin.

Şehîd Asya Alî û Rojger Hêlîn beriya ku biçin çalakiyê, van peyaman didin:

‘JI BO SERKETINÊ EM AMADE NE’

Şehîd Asya Alî: Tevî hevrê Rojger em diçin peywirê. Beriya her tiştî wateya vê peywirê ji bo me pir mezin e. Di serî de her çend kêm be jî armanca me, layiqê berxwedana dîrokî ya Rêbertî li êşkencexaneya Îmralî bûyîne. Di heman demê de em dixwazin tevkariyê li berxwedana mezin a hevrêyên xwe bikin. Em li rêyekê digerin ku bersivê bidin êrîşên dagirker û îlhaqkirinê yên ku dijmin di demên dawî de li Başûrê Kurdistanê pêş xistiye. Bi heman awayî di pêvajoyeke wiha de em peywira bersivdayînê li dijî zextên li ser gelê xwe hildigirin û em vê berpirsyariyê digirin ser milên xwe. Ev demeke dirêje em li benda peywirek bi vî rengî bûn. Dibe ku em her du ji hev cuda li bendê bûn û ji bo demekê em bi hev re amadekariyê dikin. Ez bawer dikim ku hemû hevrê, bi taybetî di vê serdema dawî de, dixwazin bi çalakiyeke wiha bersivê bidin demê. Di vê wateyê de, em xwe pir bextewar hîs dikin.

Rêxistin piştî salan şanseke bi vî rengî da me. Ev çend sal in em pêşniyar dikin, di dawiyê de şansek wiha ji bo me hat dayîn. Em jî ji bo serketinê amade ne. Em dizanin ku ji bilî serketinê rêyeke me ya din nîne. Em vê berpirsyariyê hildidin. Ji ber em wekî hevrêyek jin û mêr diçin vê peywirê berpirsyariyek wê ya giran heye. Di rastiyê de em di wê baweriyê de ne ku em ê hevrêtiya jin û mêr a di nava PKK’ê de çawa ye, nîşanî dost û dijminê xwe bidin. Destpêka vê pêvajoyê ji hêla hevrêyeke jin ve hate destpêkirin;  Hevrê Zîlan da destpêkirin. Weke şopdarên wê jî em nûnertiya hevrêtiya jin û mêr ji hevrê Sema û Fikrî hîn bûn. Dibe ku rêbazên me yên çalakiyê cuda bin, lê em vê kevneşopiya hevrêtiyê ji wan hîn bûn û em dixwazin bi heman awayî berdewam bikin. Wekî ku min got, em berpirsiyariya xwe weke hevrêyek jin û mêr dizanin. Di heman demê de, em dizanin wê bandorek çawa li ser hevrêyan bike.

‘EM TOLHILDÊRÊN HESTIYÊN KU DI TÛRIKAN DE RADESTÎ MALBATÊN WAN HATINE KIRINE’

Jin û mêrên ku bi felsefeya Rêbertî xwe xwedîkirine dikarin çi bikin, em dixwazin bi taybetî nîşanî dijmin bidin. Em di wê baweriyê de ne ku em ê nîşan bidin û bi ser kevin. Beriya her tiştî sonda me ya tolhildanê heye. Di serî de dixwazim vê yekê bêjim: em dolhildêrên hestiyên ku di tûrikan de radestî bavê wî hatine kirine, an jî di qûtiyekê de radestî dayikên wan hatine kirine. Li dijî her pêkanîneke dijmin a li ser gelê me, em dixwazin bersivê bidin û baweriya me ew e ku em ê bi serkevin. Em bi biryar in: Em ê bikevin nava dijmin. Çawa ku ew maf di xwe de dibîne axa me dagir bik, mafê me jî heye ku em li axa wî li dilê wî bixim. Ez di wê baweriyê de me ku em ê vê peywirê bi rengekî serketî bi cih bînin. Ji bo hemû hevrêyan serketinê dixwazim. Ez bawer dikim ku em ê jî bi ser kevin.

‘PIR KELECANÎ ME Û XWE BEXTEWAR HÎS DIKIM’

Rojger Hêlîn: Hevrê Asya gelek tişt anîn ziman, ji ber vê yekê ez naxwazim di vê çarçoveyê de dirêj bikim. Bi pratîka xwe, em ê nîşanî dost û dijminan bidin ka çawa divê jin û mêrek li gorî felsefe û ramana Rêber Apo biçin ser peywira xwe. Em bi vê yekê bawer dikin. Ji bo me fersendeke mezin e. Ez hem pir bextewar im û hem jî pir kêfxweş û kelecanî me ku diçim peywirek bi vî rengî. Em ê vê kelecanê û kêfxweşiyê bi pratîka xwe nîşanî hevrê, gelê xwe û dijmin bidin. Em ê her fersendeke biçûk ku bikeve destê me veguherînin çalakiyeke mezin. Em ê rola xwe bilîzin; lêhûrbûna me li ser vî bingehî ye. Ez ji hemû hevrêyên xwe re bi dil û can serketinê dixwazim.

‘ÎNKARKIRINA KURDAN HÊRSEK MEZIN DI KESAYETA MIN DE ÇÊKIR’

Piştre Şehîd Rojger Hêlîn çîroka jiyana xwe û têkoşîna xwe vedibêje, berxwedana xwe ya li dijî êrîşên li ser gel, ziman û çanda xwe parve dike. Şehîd Rojger Hêlîn, diyar dike ku zilm, qedexe û zextên ku wî di zarokatiya xwe de dîtiye, hêrsa wî ya li hember dijmin zêde kiriye û di temenê ciwan de hiştiye ku tevlî refên têkoşînê bibe. Şehîd Rojger Hêlîn dibêje, “Ez nikarim di nava pergalekê de ku ne zimanê me û ne jî çanda me qebûl dike, bijîm.” Diyar dike ku ew têkoşîna xwe bi armanca “şikandina tecrîda li ser Rêber Apo û azadiya gel” didomîne. Şehîd Rojger Hêlên biryardariya xwe bi gotinên “Ez jiyanek ji rêzê qebûl nakim, fedaîbûn ji bo rûmeta vî gelî hewce ye.”

Navê min ê di nava pergalê de Alî Orek û navê min ê di nava rêxistinê de jî Rojger Hêlîn e. Ez 8 salan çûm dibistanê. Malbata min, malbateke welatparêz e û di nava malbatê de tevlîbûn jî hene. Piştî ku min 8 salan xwend, min dev ji dibistanê berda, ji ber ku pergaleke wisa bû ne çanda me ne jî zimanê me têde cih digirtin. Li dibistanê mamosteyên me Tirk bûn, me dixwest em bi Kurdî biaxivin lê belê ji me re Kurdî qedexe dikir û digot; ‘’Bi Kurdî neaxivin.’’ Bi nimûne ev rewş bivê nevê bandor li me dikir.

Ji aliyekî din ve jî berxwedana gelekî hebû. Em hê zarok bûn, me zêde jê fêm nedikir lê belê me dizanî ji bo me ye û ya me ye. Piştî ku em mezin bûn, me fêm kir bê ka ji bo çi ye; bi taybetî jî ji bo çand, ziman..

Li bajaran jî li kolanan jî dijmin hebû. Bo nimûne berê ciwanan didan madeyên hişbir ên weke heb, tiryak û esrarê. Ji me re digotin ku ‘’siyasetê nekin, hûn çi dikin bikin.’’ Me jî dest bi hem nasîna PKK’ê hem jî ya gerîlayan kir û girêdayî vê yekê gav avêt. Ez hêdî hêdî beşdarî xebatên ciwantiyê bûm.

Di sala 2014’an de berxwedana Kobanê dest pê kir, DAÎŞ’ê êrîşî Kobanê kir. Gelek komkujî  û şehadet çêbûn. Ev yek jî bivê nevê bandorê li mirovî dike. Ji ber ku em Kurd bûn. Di serdemên destpêkê de min Kobanê nedizanî. Min ji dayika xwe pirsî bê ka ‘’Kobanê li ku ye; wê jî got; ‘’Ew der jî Kurdistan e.’’ Piştî ku dayika min got ku Kurdistan e, min hêdî hêdî pêngav avêtin. Wê serdemê DAÎŞ’ê li Cizîrê serê du ciwanan jê kir. Vê yekê jî gelekî bandor li min kir. Li Pirsûsê 34 însanên me hatin qetilkirin. Êdî kîn û hêrsa min a li hemberî dijmin zêdetir dibû.

Dijminî digot; ‘’Ez tu caran li ser navê Kurdbûnê tu tiştan qebûl nakim’’, ‘’tu mecbûrî koletiya min bikî’’, ‘’siyasetê neke tu çi dikî bike’’ û ‘’ezê te wisa qebûl bikim.’’ Vê yekê jî li ba min kîn û hêrseke mezin ava kir. Ji ber vê yekê xwesteka min tevlîbûna nava refên gerîlayan her ku diçû zêdetir dibû. Di dema xebatên ciwantiyê de ji bo tevlîbûnê min pêşniyar dikirin lê belê ji ber ku temenê min biçûk bû hevalan qebûl nedikir. Lê belê dîsa jî min xwe neda paş û li bajaran min di nava xebatan de cihê xwe digirt.

‘MIN DI ŞERÊ HEZEXÊ DE DIJMIN TAM NAS KIR’

Min di sala 2014’an de biryara tevlîbûnê standibû û ez çûm Gabarê û ez ji wir tevlî bûm. Ez çûm warê Egîdan, wan xakên pîroz û wan mekanan. Hestên min ên ku di destpêka tevlîbûnê de gelekî cuda bûn. Dema ez li malê, Gabar li pêşiya min bû. Dema ez zarok min tim digot: ‘’Ez ê rojekê biçim wan çiyayan.’’ Min ev xeyala xwe jî pêk anî û ez çûm Gabarê.’’ Min li Gabarê perwerde stand, hevalên li vir nas kirin û min li wir gelek heval dîtin. Gelek heval jî şehîd bûn. Kedên wan hevalan gelek in.

Wê serdemê şerê li bajaran dest pê kirin, min jî di şerê Hezexê de cihê xwe girt. Min li wir dijmin bi awayekî baş nas kir. Pêvajoya naskirina xwe, naskirina dijmin û naskirina gel li vir pêş ket. Hemû hevalên li vir şer kirin, li dû xwe mîrateyek hiştin. Piştî van hevalan ez ketim pêvajoyeke kûrbûnê ya berfireh. Min ji bo wan sonda tolhilanînê xwar. Min got ku her çi dibe bila bibe jî ez ê tola wan hevalan bistînim.

Piştî ku ez ji bajar derketim, ez hatim Gabarê. Piştî ku ez demekê li Gabarê mam piştre derbasî qada Heftanînê bûm. Di sala 2016’an de li Heftanînê ez di nava xebatên YPS’ê de bûm. Li wir jî ji bo tolhilanîna hevalan kûrbûnên min çêbûn. Piştre di sala 2017’an de ez ji bo perwerdeyê derbasî Garê bûm. Min li Garê perwerdeya şervanên nû dît. Li Garê heya sala 2019’an min di nava xebatên eyaletê de cih girt. Min hemû erk û berpirsiyariyên xwe bi cih anîn, min tu caran xwe neda paş.

‘JIYANA BÊYÎ RÊBERTÎ JI BO ME HERAM BÛ’

Dema em li pêvajoyê dinêrin, li tevahiya Bakur şer heye, dijmin li her derê bi awayekî dijwar êrîş dike û ji aliyekî ve jî tecrîda li ser Rêbertî berdewam dike. Dema ku li ser Rêbertiya me bazirganiyên qirêj tên kirin, ez weke şervanekî Rêber Apo ji ber kîn û hêrsa xwe min nedikarî  bi awayekî rehet bijîm û bi awayekî rehet xwarinê bixwim û bijîm. Min li ku dinêrî Rêbertî dihat ber çavên min. Şoreşê bi awayekî otomatîk ferman dida wijdana me. Diviya gav bihata avêtin. Yan na jiyan ji be me heram bû.

‘JI BO TEVLÎBÛNA NAVA HÊZÊN TAYBET MIN GELEKÎ ISRAR KIR’

Di sala 2023’yan de ez derbasî Hêzên Taybet bûm. Armanca min a hatina nava Hêzên Taybet xwepêşxistina hem di warê îdeolojîk û hem jî warê leşkerî de bû û min xwegihandina Rêbertî jî li vir dît. Ji ber vê yekê min pêşniyar kir ku ez derbasî Hêzên Taybet bibim. Ji ber ku min gelekî israr kir hate qebûlkirin. Ez a niha di nava Hêzên Taybet de cih digirim û kûrbûnên min jî girêdayî vê bingehê ne.

‘CARNA HEWCE YE MIROV BI ZIMANÊ KU DIJMIN FÊM BIKE GAV BIAVÊJE’

Tiştên ku li Kurdistanê rû didin, şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê tê meşandin, şerê li Bakur tê meşandin… A niha bedêlên mezin tên dayîn. Li gel me ew hest heye ku em li gel wan hevalan in ku şer dikin. Ji ber vê yekê kûrbûnên mezin çêdibin. Girêdayî vê yekê me biryara çalakiya fedaî girt. Carna hewce ye mirov bi zimanê ku dijmin fêm bike, gavan biavêje. Dijmin jî wê ji vî zimanî fêm bike. Bo nimûne; çalakiyên ku di sala 2016’an de hatin lidarxistin, gelekî bandor li min kirin. Sala 2016’an, bi rastî jî sala fedaiyan bû. Wê serdemê dijmin têk diçû û diçû li ba Rêbertî. Divê pêngavên wisa werin avêtin ku dijmin fêm bike. Ji ber vê yekê kûrbûnên min ên ji sala 2016’an û heya roja me ya îroyîn li ser vê bingehê ne.  Di sala 2016’an de jî me pêngavên bi vî rengî avêtin û me ecam jî bi dest xist.

‘EM NIKARIN LI HEMBERÎ QIRKIRINA ÇAND, ZIMAN Û DÎROKÊ BÊDENG BIMÎNIN’

A niha çi qas tiştên qirêj hebin, hemû li Kurdistanê tên meşandin. Ziman, çand, dîrok em li ku binêrin komkujî, hovîtî û qirkirin heye. Ev hemû li ber çavan in. Weke şoreşger em nikarin li hemberî van yekan temaşevan bin. Wijdana me qebûl nake, tehemul nake.

Bi taybetî jî ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo divê pêngavên bi vî rengî werin avêtin. Yan na jiyaneke normal û jirêzê nayê qebûlkirin. Ez vê rewşa bes temaşekirinê weke îxanetekê dibînim. Ger kûrbûnên me li ser vê bingehê bin, em ê teqez ser bikevin. Bo nimûne ez gelekî ji açalakiyên heval Sara û heval Rûken bandor bûm. Di serdemeke ku dijminî digot ku ‘Edî wê tu kes navê PKK’ê nebihîze, PKK bi dawî bû’ û propaganda dikir de hevalên me çalakiyeke fedaî li dar xistin. Piştre heval Erdal û heval Rojhat li Enqereyê çalakî pêk anîn, tam li navenda wan çalakî pêk anîn. Vê yêkê hem ez kêfxweş kirim hem jî bû sedema kûrbûnên mezin. Divê em jî bibin şopdarên van hevalan. Girêdayî vê yekêkûrbûnên min çêbûn. Heya ku kûrbûnên min hatin qebûlkirin jî min israr kir. Piştre hate qebûlkirin.

‘EM Ê ÇALAKIYA XWE BIGIHÎNIN SERKETINÊ’

Fedaîtî bes ne teqandina laşî bû. Bo nimûne; şehîd Zinar Raperîn dibêje; ‘’Fedaîbûn ew e ku mirov di hemû qadan de bikaribe bibe bersiv.’’ Yanî divê em li hemû deverên lê xebat hene bi dil û can serkeftî bin. Fedaîbûn ev e lê belê hin xebat hene ku divê ev pêngav werin avêtin. Bo nimûne; a niha dijmin her roj li Herêmên Parastinê yên Medyayê çekên kîmyewî bi kar tîne. Sekna hevalên li wir li holê ye, hemû fedaî ne. PKK, hêzeke fedaî ye. Tiştên ku li Bakur rû dane, fedaîtiyên ku hevalan li vir kirine, şehadetên gelekî mezin çêdibin. Pêvajo gelekî giran e. Girêdayî vê yekê min rapora xwe ya fedaîbûnê nivîsand û hevalan jî qebûl kir. Ez gelekî şad û bi kelecan im. Ji bo ku hevalan ev derfet daye min, ez gelekî kêfxweş im. Ez di wê baweriyê de me ku em ê vê çalakiyê bigihînin serketinê.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li rojnamevan Oznûr Deger cezayê girtîgehê hate birîn
Nûçeya Pişt re Sîhanok Dîbo: Siyaseta Tirkiyeyê ya li dijî Kurdan hem zirarê dide xwe û hem jî dide herêmê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê kirin: 2 sivîl û 2 şervan birîndar bûn

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand ku komên hikumeta veguhêz bi droneke xwekujî êrîşî derdora bajarê…

Ji aliyê Stêrk TV

Zengîn piştî 30 salan hat berdan

Kemal Zengîn ê piştî 30 salan ji Girtîgeha Şakranê hate berdan got: “Gelek hevalên me…

Ji aliyê Stêrk TV

Şaredariya Gel a Şengalê 9’emîn salvegera Rizgarkirina Şengalê pîroz kir

Şaredariya Gel a Rêveberiya Xweser a Şengalê bi wesîleya 9’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê, daxuyaniyek weşand…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji KJK’ê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?