Pêncşem, 10 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îranê cezayê girtîgehê li antrenora jin birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li bajarên Rojava çalakiyên ji bo zimanê dayikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hollandayê alarma vîrûsa Nîl a Rojava: 3 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên HPG/YJA Star ên şehîd têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Erdogan ê ÎHD’î: Girtîgehên bi tîpa nû tecrîdê di nava tecrîdê de pêk tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên li ser çapemeniya azad dewam dikin: ‘Bila agahiyên qirêj nekeve şûna heqîqetê’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê banga ‘mafê hêviyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zagros dibû Mizgîniya serketinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên şehîd têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wasiyeta dayika ku li Garzanê li cenazeyên xwe digeriya: Hestî jî be wan bînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê şehîdên azadiyê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Mûradî sersaxî ji malbatên qurbaniyên Sine re xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Nîlûfer nîşaneya berdewamiya tundiya sîstematîk a li dijî jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamên Koordînasyonê ya Meclisa Jinan diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jinûve vejîna gelan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Şêwra TAJÊ hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Fûara Pêşengeha a Navneteweyî ya Kurdistanê li Sine destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê bi coş destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    NCDK-Swêd ji bo Festîvala Çand û Hunerê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê Cejna Cimaye Şerfedîn tê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî diyarî şehîdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Peyama KCK’ê ji bo mîtînga Kolnê: Em bi hev re dimeşin, em ê bi ser bikevin!
Rojane

Peyama KCK’ê ji bo mîtînga Kolnê: Em bi hev re dimeşin, em ê bi ser bikevin!

KCK'ê di peyama xwe ya ji bo mîtînga mezin a li Kolnê de, bal kişand ser kampanyaya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Em bi hevrêyên xwe re dimeşin. Em bawer dikin ku em ê bi ser bikevin, em ê tecrîdê bişkînin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Sibat 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo mîtînga mezin a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd li bajarê Koln ê Elmanyayê hat lidarxistin, peyam şand.

Peyama KCK’ê ya di mîtîngê de hat xwendin wiha ye:

“Çalakvan û beşdarên mîtînga Kolnê, 

Dost û hevalên Serok Apo Merheba!

Di serîde çalakvanên meşa dirêj ên enternasyonal û yên ciwanan, meşvanên meşa dirêj yên Fransa, hemû kedkar û xebatkarên meş û mîtîngê, dost û hevalên amade, em bi navê Koma Civakên Kurdistan – KCK, we hemûyan ji çiyayên Kurdistanê bi dilekî germ silav dikin û ji we re serkeftinê dixwazin. Di 25. salvegera komloya 15’ê Sibatê de ev meş û mitînga we ya bi heybet, bersivek mezine ji hemû komplogeran re.

25 sal pêş niha di 15’ê Sibata 1999’an de zilm û bêdadiyeke mezin hate kirin. Dijminên gelê Kurd, bi tifaqekî cîhanî hatin cem hev û bi dek û dolaban Serok Apo ji Suriye derxistin û heta Kenyayê şopandin û girtin radestî dewleta Tirk kirin. Ne wijdan, ne insaf, ne mafên mirovan, ne hiqûq, ne dad û nejî exlaq hate bîra wan û biryar dan ku Rêberekî Kurd, ku ji bo wijdan, hiqûq, dad û dadgeriyê, ji bo aştî, wekhevî, azadî û hemû bihayên mirovîtiyê xebat û têkoşînê dide bêdeng bikin, jiyanê lê heram bikin. 

Tifaqdarên dewleta Tirkiyeyê yên cîhanê, ji Emerîkayê bigirin heta gelek dewletên Yêkîtiya Ewropayê, Yewnanistan û hetta Rûsyayê û Israîl, Misir û Kenya jî pê re, di xeta neheqî û bêdadiyê de bûne rêz û ji bo berjewendiyên xwe, temamî normên mirovî û exlaqî binpê kirin û bi lîstok, entrîka û dek û dolabên neyarane Serok Abdullah Ocalan li Kenyayê, ku li ser bextê welatekî endamê Yêkîtiya Ewropayê Yewnanistanê bû, bi hîlebaziyeke nedîtî û gelek bêbextane teslîmî dewleta Tirkiyeyê kirin. 

Dost û hevalên Hêja!

Amanca komployê ew bû ku Tevgera Azadiya Gelê Kurdistanê, tesfiye bikin. Wan PKK jî weke tevgereke klasîk hesap dikirin û digotin piştî esareta Serok Apo, wê tevger marjînal bibe, parçe bibe, belav bibe û ji holê rabe. Pêvajoya piştî komployê bi zelalî nîşan da ku ew merkezên bêdadiyê negihiştin mexseda xwe, xwezî û daxwazên ku hêvî dikirin bi dest ve neanîn. Di midehê van 25 salan da çi hêvî dikirin tam bereks encam derkete meydanê. Serok Apo di zîndanê de li ber xwe da û zîndana Îmraliyê jî kir qadeke têkoşînê. Li aliyê din Tevgera Azadiyê û hemû gelê Kurdistanê, di van 25 salan de berxwedanekî bê hempa pêş xistin û komplo vale derxistin. 

Herçend komploger negiştibin amanca xwe jî, lê dev ji êrîş, dek û dolabên xwe jî bernedane. Niha jî dewleta Tirk, bi hemû awayî dijmintiya gelê Kurdistanê dike û êrîşên xwe berdewam dike. Dewleta Tirk ne tenê li Bakurê Kurdistanê her wiha li Başûr, Rojava û rojhilatê Kurdistanê jî dijminatiya Kurdan dike. Di warê navneteweyî de jî hewl dide ku Kurd neyêne naskirin û êrîşê hemû deskeftiyên Kurdan dike. Komplo bi awayekî din berdewam e û divê hemû Kurdistanî û dost û hevalên me, vê rastiyê bibînin û li gorî vê rastiyê tedbîran bigrin û tekoşînê bilind bikin. 

Dost û hevalên bi rûmet!

Ev 35 mehin ku ji Serok Apo û 3 hevalên me yên li Îmraliyê, ti agahî nînin. Di nava van 35 mehan de ne malbat ne parêzer ne jî kesek dîtir ên ku em jê bawer bikin, Serok Apo û hevalên wî nedîtine û dengê wan ne bihîstine. Di nava van 35 mehan de ne name ne telefon ne ti mesajên wana negiştine me. Li ser vê yekê, ji 10’ê Cotmeha 2023’yan ve, dostên Serok Apo û dostên gelê Kurd, di asta navneteweyî de bi navê “Ji Birêz Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” kampanyayek mezin dane despêkirin û bi berfirehî dimeşînin. Em weke KCK, careke din van dostan silav dikin û sipasiyên xwe ji wana re pêşkêş dikin. Em bi hemû hêza xwe di nava kampanyayê de cihê xwe digrin û mil bi milê van dostan re dimeşin. Em bawer dikin ku em ê bi ser bikevin, em ê tecrîdê bişkînên û Rêber Apo û hevalên wî azad bikin.

Ev mîtîng li Elmanya ye, li navenda Ewropa ye. Bi vê munasebetê di serî de Elmaya û Yekîtiya Ewropa em bang li hemû hêzên cihanî dikin ku dengê gelê Kurd, dengê dostên Serok Apo bibihîsîn, hevkariya dewleta Tirk nekin û li hember vê bê dadiyê derkevin. Her wiha rola Serok Apo ya di aştî û aramiyê de bibînin û di mesela Kurdî de alîgirê çareseriyê bin.

Dost û hevalên Serok Apo!

Meş û mîtînga we di demeke gelek girîng de pêk tê. Ev çalakiya we hemleya azadiya Serok Apo xurt dike. Divê her dost her heval bizanin ku têkoşîna azadiyê nefesekî dirêj dixwaze. Em ji we hemûyan, ji hemû gelê Kurdistanê û dostên xwe daxwaz dikin ku hê zêdetir cihê xwe di nava kampanya azadiya Serok Apo de bigrin û çalakiyên xwe xurttir bikin. Azadiya Serok Apo, azadiya gelê Kurdistanê ye, azadiya me hemûyan e.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOLN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Kongra Star: Em ê ji Erdoganê faşîst hesab bipirsin
Nûçeya Pişt re Mewziyên artêşa Tirk a dagirker hê jî dişewitin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Qedexekirina zimanê Kurdî û asîmîlasyon

Piştî qedexekirina Kurdî asîmîlekirina jinên Kurd hate hedefkirin. Bi vê armancê bi kampanyayên ‘Kardelenler’ û…

Ji aliyê Stêrk TV

Cejna Vejînê li Binarê Qendîl bi coş tê pîrozkirin

Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê bi tevlîbûna girseyeke gel li gundê Suredê ya binarê Qenîlê…

Ji aliyê Stêrk TV

Agirbesta Îsraîl û Hamasê destpê kir

Peymana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Hamasê de, piştî derengmayîneke kurt ket meriyetê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Îranê cezayê girtîgehê li antrenora jin birî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li bajarên Rojava çalakiyên ji bo zimanê dayikê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Hollandayê alarma vîrûsa Nîl a Rojava: 3 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Gerîlayên HPG/YJA Star ên şehîd têne bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?