În, 28 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Mêrdîn, Sêrt û Amedê bîranîn sersaxiyên şehîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê di 1’e İlonê de li Amedê meş were lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    M. Saît Yildirim ê ku krîza dil derbas kir, car din şandin girtîgehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê taziyeya şehîdan: Malbatan banga ‘em xwedî li pêvajoyê derkevin’ kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Em di dilê deriyê derbasbûna bêpevçûnê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê di roja sêyemîn a taziyeyê de ji bo şehîdan mewlûd hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Veysî Aktaş: Divê berxwedana me bi qasî xeyalên şehîdan mezin bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayik: Nirxên ku Mamoste Şemal afirand, gelê me gihand asteke mezintir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê ji bo şehîdên azadiyê meşa bi meşaleyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di kevirên Deraseyê de êş û berxwedana veşartî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arzû Îlhan: Têkoşîna ku bi berdêlên giran tê meşandin hîn bi encam nebûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Elkê bi sedan kes serdana sersaxiya şehîd Şiyar Jîrkî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘YPJ dikare weke hêzeke taybet entegreyî Wezareta Hundirîn were kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê nasnameya 3 şehîdên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê banga Rojîn Kabaîş: ‘Mirina wê divê were ronîkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Saqiz û Çapharê du jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê rewşa tenduristiyê ya 2 jinên girtî xirab dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Peyman Viyan: HPJ bi saya keda hevrê Feraşîn gihîştiye vê astê
Kurdistan

Peyman Viyan: HPJ bi saya keda hevrê Feraşîn gihîştiye vê astê

Hevseroka PJAK’ê Peyman Viyan, şehîd Feraşîn Bêrîtan bibîr anî û got, “Her tim di nava lêgerîna guhertin û veguhertinê de bû. Ger îro HPJ’ê di vê astê de be, ev yek bi saya keda hevrê Feraşîn Bêrîtan e.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Peyman Viyan, fermandara pêşeng Feraşîn Bêrîtan ku di encama êrîşa dewleta Tirk a 14’ê Kanûna 2023’yan de şehîd bû, bibîr anî û diyar kir ku dê teqez armanca wan pêk bînin.

Peyman Viyan, di serî de di şexsê hevrê Feraşîn Bêrîtan de em hemû şehîdên azadiyê bibîr anî û got, “Bi taybetî em hevrêyên ku ji heman herêmê tevlî nava Tevgera Azadiyê bûne û canê xwe feda kirine, bibîr tînin. Hevrê Feraşîn jî di şopê van hevalan de beşdarî nava Tevgera Azadiyê bû û heta dawiyê erka xwe ya şoreşgerî bi şêwazek herî baş pêk anî.

‘ŞEHADETA HEVRÊ FERAŞÎN WINDAHIYEK GIRAN BÛ’

Şehadeta hevrê Feraşîn ji bo me weke Tevgera Azadî ya Rojhilat windahiyeke giran bû. Ji ber ku hevrê Feraşîn hem di asta şoreşgerî de û hem jî di asta rêveberiyê de pêşengiya her kar û xebatî dikir. Bi îdîayê ku şoreş bi ser bixe li her derê têkoşîn dikir. Ji ber vê yekê şehadeta hevrê Feraşîn ji bo Tevgera me windahiyeke giran bû. Lê em dizanin bi dehan heta bi sedan keç û xurt bi taybetî yên Rojhilatê Kurdistanê, dê têkoşîna hevrê Feraşîn bidomînin.”

Viyan Peyman, anî ziman ku şehîd Feraşîn tevlîbûneke bi zanabûn ji bo Tevgera Azadiyê pêk aniye û wiha domand, “Dema ku me hev nas kir, hê 3 meh li ser tevlîbûna wê ya nava Tevgerê bihurî bû. Me bihîstibû ku hevrêyek ciwan ji bajarê Selmasê beşdar bûye, me bi xwe jî meraq dikir ku bibînin. Hevrê Feraşîn ji ber tevlîbûna xwe, gelek kelecanî û bi coş bû. Aliyê wê yê manewî û îdîaya wê xurt bûn. Ev yek di kaseyat û helwesta hevrê Feraşîn de xwe dida der.”

DI NAVA ÇANDA BERXWEDANÊ DE MEZIN BÛ

Viyan Peyman, da zanîn ku şehîd Feraşîn di nava hewirdorek welatparêz ku bi çanda berxwedanê tê nasîn mezin bûye û wiha dewam kir, “ Her tim li dijî êrîş û dagirkeriya hêzên derve, serî hildan e û di parastina çanda xwe de helwestek xurt raber kirine. Beriya Tevgera Azadiyê jî ev herêm xwe ji gelek êrîşan parastiye. Cihê hevrê Feraşîn lê mezin bûye, xwedî çanda jinên serhildêr, jinên ku li dijî pergala mêrsalarî û dagirkerî têkoşîn didin meşandin e. Ew jî li nava hewirdor û çandeke bi vî rengî de mezin bû. Gelek caran ew bi xwe jî behs dikir, berxwedana Kelha Dimdimê ku weke çanda berxwedanê derketiye pêş, li hemberî Şah Ebas ê wê demê bi mehan berxwedanî hatî kirin. Di vê berxwedanê de jin ji bo ku nekevin destê dijmin, xwe bi keziyên xwe daliqandin ango di zinaran de xwe avêtine.”

Viyan Peyman diyar kir ku şehîd Feraşîn li ser vê dîrokê lêkolînên xurt dikir û pê de çû, “Ev çanda berxwedanê ya li herêmê bandorek mezin li ser kesayet û taybetmendiya hevrê Feraşîn kiribû. Gelek hevrêyên ku ji wê herêmê beşdarî Tevgera Apoyî bûne, wek mînak hevrê Aryen Arî jî bi vê çandê mezin bibû û tevlî bibû. Ew jî hevrêyek me yê pêşeng û fermandarê HPJ’ê bû û li her deverê Rojhilatê Kurdistanê têkoşînek mezin da meşandin. Her wiha hevrê Mûsa ku di berxwedana li Kobanê de şehîd bû, ew jî ji vê herêmê tevlî bibû û bi kesayeta xwe ya fedaî û şoreşgerî derket pêş. Hevrê Feraşîn jî ku bi salan di nava xebatên ciwanan de li Rojhilat xebat meşand hebû, 12 sal berê şehîd bû. Bi saya beşdarbûna van hevrêyan, gelê herêmê ji nêz ve Tevgera Apoyî nas kir, ruhê wê ya welatparêzî bi çanda Kurdbûnê re hê xurtir bû.

Hevrê Feraşîn dixwest vê çandê di nava Tevgera Apoyî de zindî bike û vê têkoşînê li Rojhilatê Kurdistanê bixe malê hemû jin, ciwan û civakê. Dixwest ev fikir û felsefê bike malê her kesê. Ji ber vê her tim di nava hewldana xwe pêş xistinê de bû. Hevrê Feraşîn digot, ‘Jineke ku ji Rojhilatê Kurdistanê beşdarî nava Tevgera Apoyî bûye û pêşengiyê dike, divê xwe bîne wê astê ku xwe di fikr û felsefeya Rêber Apo û xeta azadiya jinê de kur bike û bibe mînak ji bo tevlîbûna ciwanên Rojhilatê Kurdistanê. Bi berdewam daxwaza wê ya pêşketin hebû. Di demeke kurt de xwe pêş xist û karî di asta rêvebertî de peywir bigire.”

‘GIRÎNGIYEK MEZIN DIDA PERWERDEHIYÊ’

Viyan Peyman destnîşan kir ku rola şehîd Feraşîn di avakirin û xurtkirina HPJ’ê de pir mezin e û wiha got, “Li seranserê Îranê em çawa dikarin artêşa jin mezin bikin ku jin bibe xwedî îrade, hebûn û parastin, li ser van mijaran gelek lêhûrbûn dikir û li gorî wê plan û proje pêş dixist. Ji ber vê ger îro HPJ’ê di vê astê de li Rojhilatê Kurdistanê weke hêzeke parastina jin esas tê girtin, ev yek bi saya hevrê Feraşîn e.

Divê kesayeta hevrê Feraşîn li Rojhilatê Kurdistanê baş were naskirin. Ji ber ku xwedî îdîa û israrek mezin a guhertinê bû, rojane bi xwe re guhertinên nû di şêwaza xwe ya têkoşînê de çêdikir. Jinek azad dikare li her derê civakek azad ava bike. Hevrê Feraşîn bi vê yekê bawer dikir û dixwest ji derdora xwe dest pê bike. Weke fermandarek jin jî dixwest fikra li hemberî artêşbûna jin a hişk jî biguherîne. Hewl dida hest, ruh û hunera jin nîşan bide. Bi hevrêyên ku nû ji Rojhilatê Kurdistanê beşdar dibûn re, gelek mijûl dibû. Kedek mezin ji bo pêş xistina wan, raber dikir.

Dixwest her tim hevrêtiya rast li ser bingeha azadiyê di navbera jin û mêr de pêş bixe. Hevrêtiya wê ya bi hevalên mêr re li ser esasê guhertin û veguhertina zîhniyetê bû. Weke gerîla dixwest li ser xeta azadiyê hevrêtî bike û bibe mînak. Heval Feraşîn pir girîngî dida perwerdeyê. Jineke jixwe bawer bû. Gumanên wê ji bo têkoşînê çênedibûn. Bi domdarî li ser perwerdeya xwe û perwerdeya derdora xwe disekinî. Ev dihişt ku rola pêşengtiyê ya heval Feraşîn diyar be. Li ku derê têkoşîn meşandiba, hebûna wê li wir diyar dibû. Pir caran di hinek xebatên hevbeş de, mirov pir dixwest pê re kar bike. Ev xal girîng e ku em çawa dikarin têkoşîna heval Feraşîn li Rojhilatê Kurdistanê mezin bikin.

Li ser xetê bi dehan şehîdên fermandar hatine dayîn. Bi taybetî heval Aryen Arê ku ji Maku heya Şaho têkoşîn meşandiye. Her du hevalan bi hev re gelek caran têkoşîn meşandiye. Ji bo ku artêşa HPJ’ê mezin bibe, heval Feraşîn, heval Aryen, heval Rojda Kotol ku ev her sê heval jî fermandarên HPJ’ê bûn, bi salan bi hev re kar kirin û têkoşîn meşandin. Şehadeta her sê hevalan jî ji bo Rojhilat giran bû. 21 sal in em weke PJAK’ê li Rojhilatê Kurdistanê têdikoşin.”

‘EM PARTIYA ŞEHÎDAN E’

Viyan Peyman, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir, “Em Partiya Şehîdan e, li ser xeta şehîdan têkoşîna me li Rojhilatê Kurdistanê mezin bûye. Li ser xeta Zîlan Pepûle, Şirîn Elemhûlî û li ser xeta Aryen û Feraşînan roja îro li Rojhilatê Kurdistanê felsefeya Jin, Jiyan, Azadî belav dibe. Îro em bi hêzeke mezin têdikoşin. Em ji bo giştî gelên Îranê dibin nimûne û sembol. Di şexsê heval Feraşîn de em ê hewl bidin li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê têkoşînê hîn mezintir bikin. Ji bo ku ruhê heval Feraşîn li her derê were jiyîn, em ê têkoşîneke bêhempa bidin meşandin.

Em berpirsyarên şehîdên xwe ne. Divê em keda van hevalan li Rojhilatê Kurdistanê bi azadiyê mîsoger bikin. Xeyala van hevalan, bi taybetî jî xeyala heval Feraşîn ew bû ku li Îranê artêşa jin, hêza jin mezin bibe. Heval Feraşîn ji bo ku civaka Kurd ji qirkirinê rizgar bibe, têkoşîn meşand. Tevgera Azadî bi her şehadetekê mezintir bûye. Em li ser esasê serketinê, li Rojhilatê Kurdistanê têkoşînê hîn mezintir bikin. Divê ciwan çeka heval Feraşîn rabikin û vê têkoşînê mezin bikin. Em ê jî li ser vê esasê têkoşîna xwe hîn mezintir û berfirehtir bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Unsal: Ji bo yekîtiya neteweyî gaveke girîng e
Nûçeya Pişt re Erbaş: Em nikarin helwesta xwe li gorî ya dewletê diyar bikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Êrîşên li ser Rojava li bajarên Serhendê hatin protestokirin

Li bajarên Serhedê, êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Hamas: Heta niha li Şerîda Xezeyê 38 hezar û 584 kes hatine kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Hamasê ku Şerîda Xezeyê bi rê ve dibe, diyar kir ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Mazlûm Ebdî û Ehmed Şara bi telefonê axivîn

Mazlûm Ebdî û Ehmed Şara li ser şerê dawî yê li herêmê bi telefonê axivîn.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Veysî Aktaş: Divê berxwedana me bi qasî xeyalên şehîdan mezin bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bayik: Nirxên ku Mamoste Şemal afirand, gelê me gihand asteke mezintir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Mêrdîn, Sêrt û Amedê bîranîn sersaxiyên şehîdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

PYD: Divê mafên Kurdan bibin beşek ji avaniya destûrî ya Sûriyeyê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?