Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Platforma Yekîtiya Jinên Kurd hat avakirin
Jin

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd hat avakirin

Li bajarê Silêmaniyê bi tevlîbûna nûnerên 24 rêxistin û saziyên jin Platforma Yekîtiya Jinên Kurd hat avakirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Di 7’ê Nîsana 2025’an de nûnerên 24 rêxistinên jinan û partiyên siyasî yên ji çar parçeyên Kurdistanê di bin banê “Civîna Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd” de hatin cem hev û ji bo têkoşîna hevpar û azadiyê Platforma Yekîtiya Jinên Kurd ava kirin.

Encamnameya civînê bi vî rengî ye:

“Em di pêvajoyek ku pergala cîhanê tê dizayn kirin de dijîn. Di Şerê Cîhanê yê Yekem de, dîzaynkirina sîstema cîhanê bi avabûna dewletên netewe li Rojhilata Navîn û parçebûna Kurdistanê bû. Piştî sedsalekê, em ketin pêvajoyek dîzaynkirinê ku di encamê de dewletên netewe hatin hilweşandin. Ya ku ev guhertin pêk anî, têkoşîna azadiyê bû ku gelê me yê sed salî di bin dagirkerî û qirkirinê de bû, li her çar parçeyan bi êşên mezin li ber xwe da. Bi dilsoziya gelê Kurd a ji bo azadiyê û têkoşîna xwe ya bê westan pergala qirker û dagirker îflas kiriye. Lê belê di vê pêvajoya dîrokî de hem xeterî û hem jî derfetên mezin ên azadiyê hene. Di Şerê Cîhanê yê Yekem de jî wek gelek netewên din soza dewletbûnê ji gelê kurd re hat dayîn û nexşe hatin xêzkirin, lê serokên gelê Kurd tenê bi herêmên xwe ve sînordar man, bi yekîtî tevnegeriyan û encam bi peymana Lozanê bû çar parçe û welat înkar kirin. Ji ber vê sedemê ji bo ku pêvajo di berjewendiya gelê me de bi serkeftî bi dawî bibe, yekane tişta pêwîst ew e ku yekîtiya neteweyî pêk were. Ger nebe gelê me tu îradeya siyasî efû nake.

Ji bo me jinên Kurd yekîtiya netewî tê wateya azadî û rûmetê. Kurdistan di bin dagirkeriyê de tê wateya ku bedena jinê di bin dagirkeriyê de ye. Jinên Kurd ev sed sal in di bin kolonyalîzma hovane de dijîn, destavêtin, komkujî û revandin. Kolonyalîzm pirsgirêka jinê ye û ji bo azadiya jinê şertê yekemîn rizgarbûna ji dagirkeriyê ye. Parçebûna neteweyî bingehê domandina dagirkeriyê dide. Yekane rêya ji holê rakirina sedemên şîdet û koletiya li ser jinan li Kurdistanê yekîtî û çalakiya hevpar a di nava yekîtiya neteweyî de ye. Di vê wateyê de yekîtiya neteweyî ji bo me jinên Kurd têkoşîna azadiyê ye.

Li ser vê bingehê em weke nûnerên 24 rêxistinên jinan û partiyên siyasî yên ji çar parçeyên Kurdistanê, di bin navê “Civîna yekîtiya neteweyî ya jinên Kurd” de ji bo pêşxistin û avakirina yekîtiya neteweyî de di 7’ê Nîsana 2025’an hatin cem hev. Bi kurtasî mijar û biryarên me yên nîqaşê yên bingehîn: Yekitiya neteweyî teng nebînin yekitiya partiyên siyasî û li ser esasê rêxistinbûna demokratîk û yekîtiya siyasî ya demokratîk pêş bixin. Di hemû aliyên civakî, aborî, siyasî, çandî, perwerdeyî, hiqûqî, şaredarî, parlementerî û sendîkayên çandî de yekîtiya neteweyî pêş bixin. Her sal li parçeyekî Kurdistanê Festîvala Jinên Kurd bê lidarxistin. Ji bo zarokên mexdûrên şer û xizaniyê yên li çar parçeyên Kurdistanê toreke hevpar a hevpar bê avakirin. Ji bo di demeke nêz de konferansa jinên Kurd a netewî bê lidarxistin. Ji bo pêkanîna van biryaran weke “Platforma Yekîtiya Jinên Kurd” xwe bi rêxistin bikin.

Banga me ya weke “Platforma Yekitiya Jinên Kurd” ji hemû jinên Kurd re ev e: Em bang li hemû nûnerên jinên siyasî, tevger û rêxistinên jinan ên li Kurdistan û dîasporayê dikin ku beşdarî vê platformê bibin. Werin em bi hev re yekitiya neteweyî wekî hezkirina azadiyê, hişmendiya wekheviyê û erkek mezin a welatparêziyê ava bikin. Li Kurdistanê bêyî yekîtiya neteweyî ti têkoşîn û siyaset bi ser nakeve. Dîrok li ber me hemûyan îmtîhanek daye; Divê jinên Kurd û gelê Kurd vê carê yekîtiya neteweyî pêk bînin, eger nebe her parçebûn wê bibe sedema berdewamiya dagirkeriyê û windakirina destkeftiyan.  Ger em yekîtiya neteweyî pêk bînin, wê Kurdistana azad û statûya jina azad weke rojê li ser axa me derkeve. Werin em hemû bi hev re vê tavê li welat hilînin.

Banga me ji hemû partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî re ev e: Yekitiya netewî di heman demê de pêşxistina demokrasiya Kurdan e. Parçebûn ji nepêşxistina demokrasiya gelê Kurd tê. Yekîtî ew e ku mirovên cuda werin cem hev û pirsgirêkên hevpar û çareseriyên hevpar bibînin. Niha dem hatiye ku hizra hevpar a Kurdan pêk were. Bila çarenûsa gelê me û jinên Kurd êdî nebe azar û zilma ji ber parçebûnê. Em bang li her kesî dikin ku ji bo yekîtiya neteweyî bi fezîletên bilind tevbigerin, fedekariyên xwe bikin, teng nêz nebin. Weke jin û mêrên Kurd ên azad, em jî weke hemû neteweyên azad, layîqin ku bi azadî û wekhevî di nava yekîtiyê de bijîn.”

RÊXISTINÊN KU DI NAVA PLATFORMÊ DE DIGIRIN

Yekîtî Niştîmanî Kurdistan YNK
Yekîtiya Jinên Kurdistan
Rêxrawî Xuşkanî Îslamî Kurdistan
Kongra Star
Tevgera Jinên Azad TJA
Partîya Yekîtîya Demokrat PYD
Komisyona Jin a KNK
Tevgera Goran
Partîya Demokrasî û Wekhevîya Gelan DEM
Partîya Herêmên Demokratîk DBP
Rêxirawî Jinanî Zexmetkêşanî Kurdistan
Hizbi Şûî
Hizbi Sosyalist
PDS
Lîderên Aşitiyê
Tevgera Jinên Êzdî TAJÊ
Bûroya El Wahdé
Komeley Afratanî Kurdistan
Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpa TJK-E
Rêxirewî Peywendîyên Jinên Kurd REPAK
Şepêla Pêşeroja Kurdistan
Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Suriyê
Partîya mirov û Azadîyê PİA
Komelgeha Jinên Azad ya Rojhilatê Kurdistan KJAR

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Yekîtiya Ewropa wê alîkariya darayî ya ji bo Filîstînê zêde bike
Nûçeya Pişt re Li Tehranê cezayê girtîgehê li aktrîsta Kurd hate birîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Karasû: Ji bo serketina pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Rêbertî şert e

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû destnîşan kir ku ji bo serketina pêvajoyê azadiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Arkaş: Ger îro li Îmraliyê hatibe danîn, ev bi saya ciwanan e

Çîgdem Kiliçgun Uçar ku di bîranîna ku li Amedê hat lidarxistin de got, “Em ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Tokatê teqîn: 7 kes birîndar bûn

Li navçeya Erbaa ya Tokatê di malekê de teqîn çêbû û 5 jê cendirme, 7…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?