Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Prof. Kieser: Sepanên Peymana Lozanê PKK’ê derxist holê 
Rojane

Prof. Kieser: Sepanên Peymana Lozanê PKK’ê derxist holê 

Prof. Hans-Lukas Kieser diyar kir ku nîqaşkirina Lozanê wê dewletê hilneweşîne, berovajî vê wê demokratîk bike û got, “Madeya 39’an a Lozanê nehatiye bicîhanîn. PKK li dijî vê desteserkirina mafan çek hilda."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Tebax 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Peymana Lozanê di 24’ê Tîrmeha 1923’yan di navbera Tirkiye, Brîtanya, Fransa û hevalbendên wan de li Qesra Rummine ya Lozanê hat îmzekirin. Bi vê peymanê re Kurdistan kirin çar parçe û trajediyek kûr û qirkirina çandî û fîzîkî li ser gelê Kurd û Kurdistanê hat meşandin. Di ser peymanê de 102 sal derbas bûn û hîn jî xizmeta desteserkirina mafên Kurdan dike. 

Profesorê Zanîngeha Zurichê û dîroknas Prof. Dr. Hans-Lukas Kieser li ser Peymana Lozanê û encamêm wê nirxandinên girîng kir. 

‘ÎTTÎHADPERESTAN LI DIJÎ KURDAN Û GELÊN DIN ŞER KIRIN’ 

Prof. Dr. Hans-Lukas Kieser diyar kir Peymana Lozanê ji aliyê Kemalîstên wê serdemê ve wekî serketinek mezin a dîplomatîk hat dîtin û got, “Dema em şerê li dijî tevgera kevn a Îttîhadperest binêrin, em dibînin ku hêzên Îttîhad û Terakkî xwe ji nû ve bi rêxistin kirin û di sala 1920’an de desthilata Enqereyê ava kirin. Ji bo ku bigihîjin vê nuqteyê, neçar man ku çend şeran bikin û ew bi ser ketin. Ev şer li dijî gelên xwecihî yên ne Tirk weke Ermenî, Yewnanî û dîsa li Koçgirî – bila em Koçgirî ji bîr nekin – Kurdên Elewî û Misilmanên ku li dijî vê tevgera kevn a Îttîhadperest a jinûve rêxistinbûyî derketin, hatin kirin. Bi kurtasî bi serketina van şeran re rê li ber guhertina geşedanên Lozanê vekir û bi vî awayî Kurd hatin wêderkirin.” 

‘NÎJADPEREST DIFIKIRÎN KU DIKARIN KURDAN ASÎMÎLE BIKIN’  

Kieser anî ziman ku Îttîhadperestan di Şerê Cihanê yê Yekemîn de hewl dan ku Kurdan asîmîle bikin û wan bikin Tirk û wiha domand: “Ew hişmendiya Tirkîtî û nîjadperestên Tirk jixwe pir xurt bûn û difikirîn ku dikarin Kurd asîmîle bikin. Ev biryarek stratejîk bû û ev yek ji salên 1910’an vir ve di nava nîjadperestên Tirk de hatibû bicihkirin. Ev yek di Peymana Sevrê de ne mimkun bû, ji ber ku Îttîhadperestên kevin wê demê qels bûn. Lê piştî serketinê û hevpeymaniya bi Bolşevîkan re, ji bo bi cih anîna projeyê bi hêz bûn. Ev proje ji bo Kurd nebin xwediyê statuyek hindikahî û nasnameyek neteweyî, bû” 

‘KEMALÎSTAN SOZA LI LOZANÊ DAN BI CIH NEANÎN’ 

Prof. Hans-Lukas Kieser wiha domand: “Bi Peymana Lozanê re nasname, çand û zimanê Kurdî hat înkarkirin. Divê Peymana Lozanê bi baldarî were xwendin; Xala 39 bi zelalî dibêje ku divê hemû zimanên ku li Asyaya Biçûk têne axaftin werin naskirin. Bêguman Kurdî jî di nava xwe de dihewîne. Bi gotineke din, ev ne tenê zimanên ne-misilmanan, di heman demê de zimanên hemû gelan jî dihewîne. Ev xal pir zelal e.  

‘PKK LI DIJÎ BINPÊKIRINA MAFÊN KURDAN ÇEK HILGIRT’ 

Divê li vir bi zelalî were gotin ku Kemalîstan soza ku li Lozanê îmze kiriye, bi cih neaniye. Lê rastiya Lozanê – ango çawa Peymana Lozanê ji aliyê dewleta Tirk ve hate şîrovekirin û bicîhanîn – di dawiyê de sedema bingehîn e ku çima tevgerek mîna PKK’ê çekan hildigire. Di vê wateyê de çek vê rastiyê îfade dikin: Kurd jî xwedî maf in; ev yek xwe dispêre belgeyên bingehîn ên Neteweyên Yekbûyî û têgihîştineke gerdûnî ya hiqûqê.  

Dema di perspektîfa mafên bingehîn de dinêrin, Kurd jî xwedî maf in. Lê Lozanê wan ji van mafên bingehîn bêpar hişt. Hîn jî Lozan di plana xwînrijandinê de heye. Enqereyê Peymana Lozanê wiha şîrove kir û bi vî awayî bicîh anî. Bi Peymana Lozanê re rêyeke cuda dikaribû bihata şopandin.” 

Kieser li ser şîrovakirina Peymana Lozanê jî ev tişt anî ziman: “Peyaman Lozanê -bi taybetî madeya 39’an- bi awayekî dijber şîrovekirina wê, mîna berê niha jî bi qismî didome. Her wiha bi mezinbûna AKP’ê re, xeletiya ku bi Lozanê re hatiye kirin bi awayekî zelal tê qebûlkirin, an jî rastiya vê pevçûna wêranker bi eşkereyî tê dîtin. Ev pevçûn ji pêkanîna pir hişk û heta ji xeletiya Peymana Lozanê derket holê. 

‘LÊGERÎNA JIYANEK BI HEV RE Û DEMOKRATÎK HEYE’  

Ev rewş, heke gotin di cih de be, cureyekî şîzofreniyê diafirîne. Ji aliyekî ve Tirkiye hîn jî Lozanê bi şîroveya Kemalîst pênase dike. Ji aliyekî din ve jî lêgerînek din a ku armanc dike ku jiyanek berhemdartir a bi hev re û demokratîk heye. Lê di vir de jî dudiliyek heye. Û ev dudilî bi pîrozkirina Lozanê ve girêdayî ye. 

Ji ber vê yekê, dev ji şîroveya Kemalîst a Lozanê – an jî şîroveya otorîter û dij Kurd a Lozanê – berdan û derbaskirina wê karekî zehmete e. Dema ku mirov sedsalekê di ber çavan de derbas dike dibîne ku derbaskirina vê paşerojê û lêgerîna rêyên demokratîk karekî cîdî ye. 

Wê demê ya rast ew e ku mirov vê têkoşînê wekî têkoşînek li dijî Lozanê bi nav bike. Lê ez dibêjim ku mirov vê yekê wekî têkoşînek li dijî otorîter, sînordar û heta şîrovekirina xelet a Peymana Lozanê bi nav bike wê rastir be. Ev xelet e, ji ber ku rêz li madeya 39’an nehatiye girtin.” 

Kieser axaftina xwe wiha bi dawî kir:“Ez behsa rexneya demokratîk dikim. Û hemû rexneyên demokratîk heya ku rê li ber demokrasiyeke mezintir vekin, bêguman avaker in. Bi gotineke din, derbaskirina tabûya rexnekirina Peymana Lozanê tenê bi rêya demokratîk û îqnakirinê pêkan e.” 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ZURÎH

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şaha Xelîl: Ev siyaseta ku li Sûrîyê tê meşandin rê li pêşiya xeteriyan vedike
Nûçeya Pişt re Îsraîl ji rejîma Şamê re got: Em êdî hişyar nakin, em ê derbên giran lê bidin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Wanê bi mezinahiya 4.6’ê erdhej çêbû

Li navçeya Tûşba a Wanê bi mezinahiya 4.6'ê erdhej çêbû.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Sûriyeyê ‘Meclîsa Siyasî ya Navîn û Rojavayê Sûriyeyê’ hate ragihandin

Meclîsa Siyasî ya Navîn û Rojavayê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê damezrandina xwe ragihand. Meclîsê diyar kir…

Ji aliyê Stêrk TV

Îran cenazeyên 4 Kurdên darvekirin nade malbatên wan

Cenazeyên ciwanên Kurd ên Mohsen Mazlûm, Mihemed Faramerzî, Wafa Azarbar û Pzhman Fatehî ku roja…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?