Endezyarê Bilind ê Metalurjiyê Cemalettîn Kuçuk têkildarî projeyên maden û jeotermalê yên li navçeyên Gimgim û Kanîreşê axivî. Cemalettîn Kuçuk anî ziman ku ev proje ji bo herêmê ne ‘’enerjiya paqij in’’ berovajî wê ‘’amûrên wêraniyê ne.’’
Projeyên maden û enerjiyê yên ku li Gimgimê 16 heb hene, li Kanîreşê jî 6 û bi tevahî bi awayekî rasterast 22 gundan dorpêç dike, ji bo gelê li herêmê ji razemeniyeke xwecihî wêdetir hin wateyên din di nava xwe dihewîne. Serokê berê yê Odeya Endezyarên Metalirjiyê ya TMMOB’ê Cemalettîn Kuçuk projeyên berbehs weke perçeyeke stratejiya îstîsmareke mezin a ku erdnigariya Anatolyayê ji bo sermayeya navneteweyî weke ‘’qada enerjiya erzan û hilberîna fason’’ pêşkêş dike, pênase kir. Cemalettîn Kuçuk diyar kir ku ev dorpêça ku 22 gundan digire nava xwe, pêngaveke plana veguherandina ‘’qada qilêşê’’ ya mêrg û çavkaniyên avê ya ji sermayeyê re ye.
BERDEWAMIYA SIYASÎ Û PROJEYA SERMAYEYÊ: NAVEND TIRKIYE YE
Cemalettîn Kuçuk di dewama axaftina xwe de anî ziman ku projeya ku Tirkiyeyê dike navenda enerjiyê roja îroyîn gav bi gav tê bicihanîn û destnîşan kir ku CHP di sala 2015’an de xwedî li projeyê derketiye, piştre jî desthilatdariyê gotiye ku ‘’ev projeya me ye’’ û wisa xwedî lê derketiye û projeya ‘’Tirkiyeya Navendî’’ bi fiêlî hatiye xebitandin. Cemalettîn Kûçuk piştre diyar kir ku cewhera vê projeyê ew e ku Anatolyayê ji bo sermayeya navneteweyî veguherîbe baregeheke lojîstîk û hilberîna fason û ev yek anîn ziman: ‘’Ev proje gelekî ji sala 2015’an kevintir e. CHP’ê ev di sala 2015’an de xist rojeva xwe û bernameya wê amade kir, desthilatdarî jî roja îroyîn gav bi gav wê bi cih tîne. Lê belê piştre CHP’ê ev yek tu caran neanî ziman. Tê xwestin ku erdnigariya Anatolyayê veguherînin navendeke fason a ku enerjî û pêdiviya madeya xav a sermayeya gerdûnî dabîn dike. Jiyana xwecihî a têra xwe dike, cihê xwe dide awayên hilberîna Fordîst û bengîtiya sermayeyê. Mesele bes ne tesîsek e, rola îstîsmarê ye ku li vê erdnigariyê rewa tê dîtin.’’
‘KETIN BI PÊLAVAN QEDEXE YE, LÊ HERÊM DI BIN GEFA PROJEYAN DE YE’
Kuçuk behsa pêwîstiya parastina Çiyayên Şerefdîn û Çewlîg ên li navçeyên Gimgim û Kanîreşê kir û diyar kir ku, di belgeyên projeyê de herêm wekî “herêmek hesas” hatiye diyarkirin. Kuçuk, destnîşan kir ku tevî vê hewl tê dayîn ku van projeyan bi rêyên brokratîk pêşve bibin.
Kuçuk got, “Divê mirov bi pêlavan jî nekeve van herêman. Lê bi destûran ji bo şîrketên taybet têne vekirin.” Kuçuk, da xuyakirin ku ev proje ne tenê bandorê li jîngeha xwezayî dikin, bandorê li jiyanê bi xwe jî dikin.
HIŞYARÎ JI BO ŞAREDARIYAN: MÊRGAN WEK MILKÊN ŞÎRKETAN NIKARIN BÊN PARÇE KIRIN
Kuçuk her wiha derbarê projeyên enerjiya rojê û projeyên enerjiya bayê yên ji hêla Şaredariya Gimgimê ve tê plankirin kirin jî rexne kir û got, “Enerjiya kesk dibe lê bikaranîna mêrgan bi vî rengî ne rast e.”
Kuçuk anî ziman ku ew ne li dijî wê yekê ye ku gundî panelên rojê ji bo dabînkirina pêdiviyên xwe yên enerjiyê ava bikin, lê ew li dijî hişmendiya ku mêrgan bi zîhniyeta şîrketan bikar tînin. Kuçuk got, “Ne girîng e ku kî berpirsiyarê rêveberiyê be. Ev nêzîkatî di encamê de xizmeta pergala kapîtalîst dike.”
‘EWLEHIYA AVÊ DI BIN GEFÊ DE YE’
Kuçuk diyar kir ku herêm xwedî çavkaniyên avê yên girîng e ku Çemê Mûrad beşek sereke yê çemê Firatê xwedî dikin. Kuçuk, destnîşan kir ku operasyonên jeotermal û madenê dikarin van çavkaniyan qirêj bikin. Kuçuk got, “Herikîneke di tesîseke jeotermal de dê bandorek giran li ser dabînkirina avê bike. Ev zirar dikare heta Mezopotamyayê tev jî belav bibe. Ev xebat dê bandorek neyînî li ser çandiniyê, xwedîkirina heywanan û debara jiyana herêmî bike.”
‘JI BO KARESATA ÎLÎÇÊ ME DUH HIŞYAR KIR, ÎRO PÊK HAT’
Kuçuk bi bîr xist ku wan berî bûyera ku li Îlîç a Erzinganê qewimî, hişyarî dabûn û got, “Me der barê Îlîçê de gelek caran hişyarî kir, lê hişyariyên me nehatin esas girtin. Encam li holê ye. Em der barê Gimgim û Kanîreşê de jî heman hişyariyan didin. Ji bo parastina çavkaniyên avê û mêrgan divê hişyartir tevger çêbe.”

