Darizandina 200 bersûcên ku 5 jê girtîne ya ku wekî “Doza Azîz Îhsan Aktaş” tê zanîn de berdewam kir. Di îdîanameyê de Azîz Îhsan Aktaş rêxistinek sûc ava kiriye û di nav de şaredar û rêvebirên şaredariyanhene bertiş daye gelek kesan derbas bû. Aktaş ê ji ber sûcdariyên lîderê rêxistinek sûc û bertîl daye tê darizandin û ji hikmên poşmaniyê sûd werdigire, ne girtî tê darizandin.
Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer ê ku di çarçoveya dozê de tê darizandin, ji peywirê hat dûrxistin û bi hinceta “peywira xwe bi awayekî nebaş bi kar niye” 8 meh û 10 roj ceza lê hat birîn. Dadgehê cezayê Ozer paş xist û biryara qedexeya karmendiyê da.

