În, 27 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > QSD: Em ê li gorî felsefeya xwe ya damezrandinê tevbigerin
Rojava

QSD: Em ê li gorî felsefeya xwe ya damezrandinê tevbigerin

QSD'ê têkildarî salvegera damezrandina xwe daxuyaniyek da û got, "Ji bo parastina gel, rûmet û xaka xwe, em ê li gorî felsefeya xwe ya damezrandinê tevbigerin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), bi boneya salvegera damezrandina xwe ya dehemîn de daxuyaniyek weşand. Daxuyanî wiha ye:

“Bi boneya salvegera dehemîn a damezirandina hêzên me, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), em bi navê Fermandariya Giştî bi serbilindî hemû qehreman û lehengên QSD`ê, gelê me yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li seranserê Sûriyeyê silav dikin ku bi hev re bingeha vê projeya neteweyî ya berfireh ava kir. Ev proje ji îradeya gel û baweriya wan bi mafê wan ê jiyaneke azad û birûmet derket holê.

Hêzên me li ser mîrate û fedakariya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di demên herî tarî yên dîroka Sûriyeyê de hatin damezirandin. Di wê demê de li deverê tevlihevî serdest bû, enî hilweşiyan û terorîzm li deverên berfireh ên welêt belav bû. Hêzên me di demên tevliheviyê de dengê aqil, di demên parçebûnê de projeya yekitiyê û li dijî terorîzm û tundrawiyê keleha rûmetê bûn.

Di demekê de ku gelek hêz ketin nav şerê navxweyî, Hêzên Sûriyeya Demokratîk rêyeke cuda hilbijart; rêya parastina welat û mirovan. Wan ala xwe ji bo berjewendiyên teng bilind nekirin û îspat kir ku ew hêzek neteweyî ne, li ser axa Sûriyeyê û ji hemû pêkhateyên wê hatiye avakirin, bi navê gelê Sûriyeyê û ji bo wî şer dikin.

Di nava 10 salan de Hêzên Sûriyeya Demokratîk qurbaniyên mezin dane, bi hezaran şervanên ku gund ji pencên DAIŞ`ê rizgar û bi mîlyonan sivîl ji qirkirin û koçberiyê parastine, kirine şehîd bûn. QSD di çeperan de ji bo parastina yekiriya Sûriyeyê şer kiriye, li cihê ku mirin hebû ewlehî pêk anî û li cihê ku terorîzmê wêranî dikir, jiyan ava kir.

Şerên hêzên me li dijî terorîzmê ne tenê pevçûnên leşkerî bûn, lê ew şerekî hebûn, rûmet û exlaqê neteweyî bûn. QSD`ê ji bo parastina hemû mirovahiyê şer kir, berpirsiyariya parastina Sûriyeyê ji hilweşîn û parçebûnê hilgirtin ser xwe û ji cîhanê re îspat kir ku îradeya gelê azad dikare li dijî tariyê bi ser bikeve.

Bi projeya xwe ya neteweyî û demokratîk, QSD`ê modeleke bêhempa ya rêveberiya xweser û rêveberiya sivîl ava kir, li ser bingeha azadî, wekhevî, edaleta civakî û beşdariya hemû pêkhateyan. Ev proje ne alternatîfek ji bo Sûriyeyê bû, lê rêyek ber bi Sûriyeyek demokratîk ve bû, Sûriyekeke azad bê zordarî û terorîzm.

Îro, QSD li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye stûneke aramiyê û ewlehiyê û bûye hevkarê bibandor di nava hewldanên navneteweyî yên ji bo şerê li dijî terorîzmê de, her wiha bûye hêzeke siyasî û leşkerî ya berpirsyar ku hem li hundir û hem jî li derve cihê rêzgirtinê ye. Hebûna QSD`ê ya çalak li hemû qadan de, bûye egera parastina destkeftiyên gelên Sûriyeyê li dijî hemû hewldanên parçekirinê.

Bi vê boneya dîrokî, em şehîdên xwe yên ku bi xwîna xwe destana azadiyê nivîsandin bi bîr tînin û em soza xwe ji wan û gelê xwe re dubare dikin ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk dê girêdayî regezên ku li ser wan hatine damezirandin be, regezên parastina gel, parastina rûmeta welat û berdewamkirina têkoşînê heta ku em Sûriyeyeke azad, demokratîk û ewle ji bo hemû gelên wê ava bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li bejahiya rojhilatê Dêrazorê sivîlek hate kuştin
Nûçeya Pişt re Temellî: Demokrasiya muzakerevan wê roja îroyîn û pêşerojê ava bike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KJK’ê komkujiya li ser Elewiyan şermezar kir û banga protestoyê kir

Koordînasyona KJK’ê, destnîşan kir ku hewl tê dayîn li Sûriyeyê cardin şer bê gurkirin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Rojnamevan Tolhildan: Armanc ji êrîşan dagirkirina tevahiya Sûriyeyê ye

Rojnamevan Demhat Tolhildan anî ziman ku dewleta Tirk bi êrîşan plan dike ku tevahiya Sûriyeyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Amedê bi hezaran kes guh da banga Rêber Apo

Li Amedê li Qada Şêx Seîd banga Rêber Apo ya 'Aştî û Civaka Demokratîk' hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

27’ê Mijdarê li gelek bajaran hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Hesekê êrîşa li dijî dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Welatiyek şehîd bû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?