Şemî, 30 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li ciwanekî din jî birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komkujiya Çorûmê: DEM Partiyê ji bo aştiyê banga rûbirûbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Nexşerêya li Îmraliyê di hevdîtina 27’ê Adarê de hate amadekirin, kirin qurbanê siyaseta hundirîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ekîn Yeter: Qanûna pêvajoyê divê bê derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Buroya Hiqûqê ya Asrînê: Abdullah Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Rojhilatê Kurdistanê 2 xwişk hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên Îranê 2 aktîvîstên Kurd kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Rêbaz Sine hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê sê girtiyên Kurd bi darve kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê pîrozbahiyên Cejna Qurbanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cejna Qurbanê de serdana gora Vedat Aydin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê cezayê giran ê girtîgehê li aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şewq û şemala heyva çardeşevî: Seadet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Başalan: Em hewl didin rojeva xwe ber bi aştiyê ve bikişînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cîgeha Alîna: Em hemû YPJ ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mafê Werîşe Muradî yê axaftina bi telefonê tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê cezayê girtîgehê li 2 aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sarya Melek Demîr: Min xwest bêhna axê û hunerê bigihîne hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana 37’emîn ku bêhtirî 400 folklorîst beşdar bûn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    37’emîn Mîhrîcana Govendên Kurdistan li Elmanyayê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mansûr li Kolnê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan: Em rê nedin êrîşên li ser saziyên xwe yên çand û hunerî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê ji bo Rojava konsera alîkariyê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Durziyên li Girtîgeha Adrayê dest bi greva birçîbûnê kirin
Kampa Dareşekran a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefgirtin
Rêveberiya Tevgerê: Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje!
Ozel û Îmamoglu: Wê nekaribin têkoşîna me teslîm bigirin
Îranê 4 jinên Behayî tecrîd dike û birçî dihêle
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Temellî: Demokrasiya muzakerevan wê roja îroyîn û pêşerojê ava bike
Rojane

Temellî: Demokrasiya muzakerevan wê roja îroyîn û pêşerojê ava bike

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî anî ziman ku demokrasiya muzakerevan wê bes ne pirsgirêkên roja îroyîn çareser bike di heman demê de ji bo avakirina civaka demokratîk ya pêşerojê jî nêzîkatiyeke sereke ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî bal kişand ser rola diyarker a demokrasiya muzakerevan a di çareseriya pirsgirêka Kurd de, diyar kir ku divê Meclîs xwedî li vê pêvajoyê derkeve û bal kişand ser pozîsyona Rêber Apo a di pêvajoya muzakereyê de û bandorên civakî yên çareseriya demokratîk.

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku têgeha muzakereyê bi rasterast têkildarî muxatabbûna siyasî ye û ev yek anîn ziman: ‘’Birêz Ocalan ji destpêkê ve anî ziman ku muzakere gelekî girîng e û bi taybetî jî di vê mijarê de bal kişand ser Meclîsê. Îro tişta ku hewcehiya me pê heye jî ev e. Ji ber ku tu caran zemîneke muzakereyê ya baş nehate avakirin.’’

NÎŞANDANA MECLÎSÊ GELEKÎ GIRÎNG E

Sezaî Temellî piştre bal kişand ser hewlên avakirina zemîna muzakereyê yên heya roja îroyîn û rola Meclîsê. Temellî da zanîn ku hevdîtin pêkneanîna komîsyonê ya bi Rêber Apo re pêşiya muzakereya demokratîk dixitimîne; ji bo ku bi pêngavên rast çareserî pêk were divê bi Rêber Apo re hevdîtin werin kirin û ev yek anîn ziman: ‘’Gelek caran hewldanên Birêz Ocalan ên di vî warî de çêbûn. Herî dawiyê jî ji 27’ê Sibatê heya roja îroyîn bi taybetî jî îşaretê li Meclîsê dike û balê dikşîne ser zemîneke muzakereyê.  Ev yek gelekî girîng e. Erê komîsyon hate avakirin, pêngac hatin avêtin lê belê têrê nakin. Sedema rexnekirinan jî ev e. Heya niha pêkneanîna hevdîtinan a bi Birêz Ocalan re li pêşiya vebûna muzakereyên demokratîk asteng e. Demokrasiya muzakerevan bes ne roja îroyîn, di heman demê de wê pêşerojî diyar bike. Ger em bi pêngavên rast pêvajoyê bi rê ve bibin, çareserî pêkan e. Rexneyên Birêz Ocalan jî li ser vê yekê ne.  Têgeha demokrasiya muzakerevan hem di asta akademîk û hem jî di asta siyasî de gelekî hatiye nîqaşkirin lê belê gelekî nehatiye berfirehkirin.  Demokrasiya muzakerevan, perçeyekî nêrîna me ya demokrasiya radîkal ava dike. Ji ber vê yekê muzakere hem di warê gelemperî hem di warê qada sivîl hem jî di qada taybet de xwedî cihekî girîng e. Girîngtirîn tişta ku Rêya 3’yemîn dide me, bêguman  qadeke nû ya gelemperî ye. Hevdîtin û civînên di wan qadên gelemperî yên nû ne. Yanî pêngavên têkildarî avakirin û zindîkirina civaka demokratîk in.’’

LI SÛRIYEYÊ ZEMÎNA MUZAKEREYÊ AVA DIBE, LÊ BELÊ TIRKIYE NABÎNE

Temellî di dewama axaftina xwe de diyar kir ku Tirkiye ji ber nêzîkatiyên xwe yên nebaş hê jî geşedanên li Sûriyeyê û bi taybetî jî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şaş dixwîne û got: ‘’Lıngekî tişta ku em jêre dibêjin muzakere tam jî li wê derê tê birêvebirin.  Hem li wir di navbera Hikûmeta Veguhêz û rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de têkildarî Peymana 10’ê Adarê zemîneke muzakereyê heye em jî li vir zemîneke muzakereyê ya ku me hê jî li jiyana xwe zêde nekiriye û nedaye rûniştandin heye. Tirkiye bi israr geşedanên li wir nabîne. Zemînên muzakereya demokratîk û çareserî ji bo çar perçeyên jî derbasdar e. Di vê mijarê de veguherîna Sûriyeyê ya demokratîk û dabînkirina aşitiya mayînde gelekî girîng in. Dibe ku hêza hevalbend a potansiyel be. Ji ber ku polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê vê yekê bi vî rengî nabîne mixabin ku xwe di siyasetê de jî bi vî rengî nîşan dide. Bandorên neyînî yên helwestên berê yên şaş û kevin jî xwe nîşan didin. Ev yek jî bi awayekî negatîf bandorê li pêvajoya li vir dike.’’

GUHDARÎKIRINÊN KOMÎSYONÊ YEKÎTIYA FIKRAN AVA DIKIN

Temellî diyar kir ku komîsyona ku li Meclîsê hatiye avakirin, bi guhdarîkirinan berdewam dike; piştîku ev hatin temamkirin wê raporeke navberê were derxistin û ev yek anîn ziman: ‘’Hemû kesên hatine li vir, her çend cuda difikirîn jî hemû kes têkildarî mijaran yekîtiyeke fikrê ava kiriye. Jixwe tişta ku dikeve berê Meclîsê jî dabînkirina vê yekê ye. Piştî vê rapora navberê jî êdî hewce ye ku muzakereyên ku li ser çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hatine kirin, bi proseyeke yasayî werin birêvebirin. Ev yek wê bi kîjan yasayan werin birêvebirin û baweriya hiqûqî wê çawa were dabînkirin? Wê temînata hiqûqî û beşdarbûna siyasetê ya kesên ku çek danîne çawa be? Rewşa girtiyan, rewşa kesên derveyî welat… Pêngavên têkildarî van yekan gelekî girîng in.’’

ŞERT Û MERCÊN RÊBER APO YÊN JIYAN Û XEBATÊ

Temellî di dewama axaftina xwe de diyar kir ku divê tavilê şert û mercên Rêber Apo werin sererastkirin û ev yek anîn ziman: ‘’Helbet di destpêkê de jî bêguman tavilê sererastkirina şert û mercên jiyan û xebitîna Birêz Ocalan a di çarçoveya daxwazên wî bi xwe de; mayîndebûna muzakereya demokratîk ya girêdayî nexşerêya bi xwe diyar kiriye û avakirina tora ragihandin û hevdîtinan gelekî girîng in. Gelek kes dixwazin biçin giravê, gelek kes dixwazin hevdîtinan pêk bînin û gelek kes dixwazin têkariyê li vê pêvajoyê bikin. Êdî ji bo van yekan, hewcehiya me bi xebateke desteya giştî ya baş heye. Hewcehiya me bi sepandina yasayan heye. Em li benda van yekan in.’’

BIRYARA DERHEQÊ DEMÎRTAŞ DE PERÇEYEKÎ KÛMPASA SIYASÎ YE

Sezaî Temellî di dawiya axaftina xwe de îtîraza Wezareta Edaletê ya têkildarî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) rexne kir û got ku ev helwest pêvajoya muzakereyê sabote dike. Temellî diyar kir ku helwesta Wezareta Edaletê bes ne hewlwesteke hiqûqî ye di heman demê de pirsgirêkeke siyasî ye jî û ev yek anîn ziman: ‘’Divê êdî xwe ji vê şermezariya ku bi darê darazê û siyasîkirina darazê hatiye avakirin, xwe rizgar bikin. Wezareta Edaletê vêşermezariyê nabîne û dîsa îtirazê li biryarê dike. Dîsa helwesteke domandina vê kûmpasê heye. Me ev yek qebûl nekir û protesto kir. Me xwest vê xetayê nedomînin û îtiraza xwe vekişînin. Mixabin ku tu pêngavên Wezareta Edaletê yên têkildarî vê yekê tune ne. Tam berovajî wê di kûmpasê de israr dikin. Helbet ev yek bes bi Wezareta Edaletê re sînordar jî nîne. Ev yek hê jî helwesta desthilatdariyê ya li hemberî vê mijarê nîşanî me dide. Ev îtiraz, têkildarî sabotekirina pêvajoyê ye.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê QSD: Em ê li gorî felsefeya xwe ya damezrandinê tevbigerin
Nûçeya Pişt re DEM Partî: Em ê xewn û xeyalên qurbaniyên Komkujiya Gar a Enqereyê pêk bînin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Mexmûrê şehîdên YPJ’ê hatin bîranîn

Li Mexmûrê fermandara YPJ'ê Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik ên li Rojava di êrîşên dewleta…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 25’Ê HEZÎRANA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Wezîra Karûbarên Derve ya Swêdê: Tundiya ku sivîlan dikin hedef nayê qebûlkirin

Wezîra Karûbarên Derve ya Swêdê Maria Malmer Stenergard, li Parlametoyê daxuyanî da û got ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li ciwanekî din jî birî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Komkujiya Çorûmê: DEM Partiyê ji bo aştiyê banga rûbirûbûnê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Nexşerêya li Îmraliyê di hevdîtina 27’ê Adarê de hate amadekirin, kirin qurbanê siyaseta hundirîn’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ekîn Yeter: Qanûna pêvajoyê divê bê derxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?