Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > QSD: Em soza xwe ya ji bo parastina azadiyê dubare dikin
Rojava

QSD: Em soza xwe ya ji bo parastina azadiyê dubare dikin

QSD'ê got, "Serketina beriya bi 11 salan hate bidestxistin ji bo parastina azadiyê, parastina destketiyên şehîdan û avakirina paşerojeke demokratîk û bi ewle ya ji bo gelên Sûriyeyê sozeke nû ye."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Çile 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Fermandariya Giştî ya QSD`ê bi boneya salvgera 11`mîn a rizgarkirina bajarê Kobanê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Salvegera 11`mîn a rizgarkirina Kobanê ji rêxistina terorîst a DAIŞ`ê yek ji kêliyên herî girîng ên dîroka têkoşîna li dijî terorîzma cîhanî ye. Ev serkeftina dîrokî destpêka hilweşîna rastîn a rêxistina terorîst a herî xeternak û hovane ye ku cîhana nûjen heya niha nas kiriye nîşan da û rastiyeke mayînde destnîşan kir ku îradeya gelên azad û rêxistinkirî, tevî hemû zehmetiyan jî dikare projeyên tarîtî û hovîtiyê têk bibe.

Cenga Kobanê cengeke çarenûsî bû. Ew ne tenê parastina bajarekî bû, lê parastina nirxên mirovî û mafê gelan ê jiyan, azadî û rûmetê bû. Di kêliyeke dîrokî ya girîng de, şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li dijî projeyeke qirkirinê ya sîstematîk rawestiyan û rê li ber rizgarkirina deverên berfireh ên Sûriyeyê vekirin û dawî li berfirehbûna wê ya xwînî ya li herêmê anîn.

Bi vê boneyê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi rêz û hurmeteke mezin şehîdên cenga Kobanê û hemû şehîdên şerê li dijî DAIŞ`ê bi bîr tîne, yên ku jiyana xwe ji bo parastina azadî, rûmet û jiyana hevbeş feda kirine. Her wiha şervanên xwe, hem jin û hem jî mêr, yên ku barê vê pevçûna dîrokî hilgirtine, silav dike.

Serkeftina li Kobanê bê guman îspat kir ku DAIŞ ne tenê rêxistineke leşkerî bû, lê projeyeke tarî ya dersînorî bû li dijî mirovahiyê, nirxên wê û siberojê. Têkçûna wê li Kobanê ne tenê têkçûneke leşkerî bû, lê di heman demê de têkçûneke ramyarî û exlaqî bû ku bingehên wê hilweşand û hişmendiya wê ya li ser bingeha teror û tirsê şikand. Bi vî awayî, Kobanê destpêka rastîn a dawiya DAIŞ`ê bû, û peyameke mezin ji bo cîhanê bû ku tundrewî nikare li hember îradeya gelên azad bisekine.

Îro, 11 sal piştî wê serkeftina dîrokî, bajarê Kobanê careke din rastî êriş, dorpêçkirin û zexteke bênavber tê, ev yek hewldaneke aşkera ji bo têkbirina îradeya gelê wê û aramiya ku bi qurbaniyên mezin hatiye bidestxistin. Êrişkirina ser Kobanê îro êrişeke rasterast li ser sembola serkeftina li dijî DAIŞ`ê ye, hewldaneke ji bo tolhildanê li ser bajarekî ku projeya wê DAIŞ`ê têk biriye, û parçeyek ji hewldanên têkbirina projeya aramiyê û vekirina deriyên kaos û vegera terorîzmê ye.

Di vê çarçoveyê de Hêzên Sûriyeyaa Demokratîk (QSD) radigihîne ku dîsa pabendî berdewamiya şerê li dijî DAIŞ`ê ye û em hişyarî didin ku her rewşeke bêaramî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê bibe gefek li ser ewlehiya herêmî û navneteweyî, û derfetên rastîn ji rêxistinên terorîst re peyda dike ku ji nû ve kom bibin û çalakiyên xwe ji nû ve bidin destpêkirin.

Bi vê boneyê, Fermandariya Giştî ya QSD`ê peyamek zelal û aşkera ji civata navneteweyî re dişîne, ew jî ew e ku parastina destkeftiyên serkeftina li hember DAIŞ`ê û pêkanîna ewlehî û aramiya herêmên ku di vî şerî de bedelên giran dane ne vebijêrkeke siyasî ye, lê berpirsiyariyeke exlaqî û qanûnî ya hevbeş e. Bêdengiya li ser rewşa li Kobanê ne li gorî qurbaniyên ku ji bo têkbirina terorîzmê hatine dayîn e û hewldanên navneteweyî yên têkoşîna li dijî terorîzmê têk dibe.

Di dawiyê de em wek QSD diyar dikin ku Kobanê dê her wek sembolek domdar a berxwedanê bimîne û serkeftina ku berî 11 salan bi dest ketiye ne tenê bîranînek e ku were bibîranîn, lê sozeke nû ye ji bo parastina azadiyê, parastina destkeftiyên şehîdan û avakirina siberojeke ewle û demokratîk ji bo hemû gelên Sûriyeyê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ciwanê ku her du lingên wî felc in tevlî seferberiyê bû
Nûçeya Pişt re ‘Rojava rûmeta gelê Kurd e, em ê rûmeta Kurdan biparêzin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di Festivala Munzurê de îşaret bi çareseriya demokratîk û hemwelatîbûna wekhev hat kirin

Di panela “Li Tirkiyeyê Pêvajoya Siyasî, Rojhilata Navîn û Hegemonyaya Emperyalîst” a çarçoveya Festivala Çand…

Ji aliyê Stêrk TV

Peyama KJK’ê ji bo Festîvala Jinê ya Zîlan: Li dijî faşîzmê divê em jiyana azad ava bikin

KJK'ê ji bo Festîvala Jinê ya Zîlan peyam şand û got, "Divê em azadiya Rêber…

Ji aliyê Stêrk TV

Di çalakiya ji bo Roboskî de bertek nîşanî qirkirina siyasî dan

Di çalakiya meha 155’an a Komkujiya Roboskî de operasyonên qirkirina siyasî hatin şermezarkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Artêşa Tirk rêya 2 gundên Til Temirê girt

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?