Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Rojava rûmeta gelê Kurd e, em ê rûmeta Kurdan biparêzin’
Rojava

‘Rojava rûmeta gelê Kurd e, em ê rûmeta Kurdan biparêzin’

Partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî ji bo xwedîderketina li Rojava ya bi ruhê seferberiyê û meşandina karên dîplomatîk, demokratîk û siyasî yên ji bo berxwedana Rojava bang li Kurdistaniyan kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Çile 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Civîna rêxistin û partiyên siyasî yên Kurdistanî bi beşdariya nûnerên zêdeyî 30 partî û saziyan bi rojeva Rojava li paytexta Belçîka Brukselê hate lidarxistin.

Têkildarî encamên civînê ev daxuyanî hate dayin:

“Îro li ser Rojavayê Kurdistanê êrîşên pir dijwar hene. Gelê Kurd careke din bi komployeke pir mezin re rû bi rû ye. Komploger bi maşikên (wekî – proxy) xwe yên herêmî dixwazin desketên Kurdan ji holê rakin, teslîmiyetê li temamiya Kurd û Kurdistanê ferz dikin.

Em weke gelê Kurdistanê tevî êrîşên xedar jî careke din di kêliyên dîrokî re derbas dibin. Rewşa siyasî û hevsengiyên li Rojhilata Navîn bi lez diguherin. Ev tevî metirsiyên mezin jî, bi xwe re keys û derfetan jî çêdike. Ev kêliyên welê ne ku li gel xeterî û metirsiyan jî, ji bo me Kurdan avantajên girîng jî bi xwe re tînin. Hêzên dagirker hemû çavkaniyên xwe yên dîplomatîk, aborî, siyasî û eskerî seferber dikin. Daxwaza wan ew e ku rê li ber Kurdan bigirin. Ji bo ku Kurd di nav dînamîkên desthilata heyî de mafên xwe yên nasnameyê bi dest nexin û azad nejîn, her tiştî dikin.

Em wek neteweya Kurd niha di pêvajoyeke krîtîk û dîrokî de ne ku li Rojavayê Kurdistanê rû dide. Saziya Diyanetê ya girêdayî hikûmeta demkî ya Şamê, li ser gelê me fetva ENFAL’ê daye û Rojavayê Kurdistanê weke DARUL HARB îlan kiriye. Li dijî gelê me li Rojava êrîşeke qirkirinê tê meşandin.

Çeteyên cîhadîst û hêzên kolonyalîst ên mîna dewleta Tirk, bi hemû amûr û alavên xwe, her çi di destê wan de heye bi kar tînin. Ew dixwazin li dijî gelê me eniyeke navneteweyî biafrînin. Li Rojavayê Kurdistanê, gelê me bi saya ked û fedakariya bi hezaran şehîdan, bingeha jiyaneke azad ava kirine. Weke gel, me bi şerê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê, ne tenê Rojhilata Navîn, lê her wiha cîhan jî ji karesatekî mirovahiyê parast.

Em wek partî û rexistinên siyasî yên çar beşên Kurdistanê û derveyî welat, bi yek dengî dibejin: Rojava Kurdistan e , Rojava rûmeta me ya netewî ye û em ê Rojava bi hemû hêz û imkanên xwe biparezin.

Tam jî di demekî wisa de ji bo ku 60 milyon Kurd êdî bi komkujî, koçberiya bi darê zorê, bi înkarkirin, girtin, êşkence, êrîşên çekên kîmyewî, Enfal û jenosîdê re rû bi rû nemînin, pêwîste di zûtirîn demê de bi her awayî li dora hev kom bibin û yekîtiya xwe xurt bikin. Kurd li ser erd û welatê xwe bi dehan milyon nifûsa xwe, bi bîr û baweriya xwe, bi ziman û çanda xwe, neteweyek in. Kurd bi hezarê salan e li ser axa xwe ne. Di vê demê de Kurd xwedan hêz in û dikarin xwe bi rêve bibin.

Li ser vê bingehê, em nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî û kesayetên serbixwe yên beşdarî civînê bûne van xalên jêrîn ji raya giştî re radigihînin:

• Ji bo çalakiyên girseyî û karên dîplomatîk yên ji bo piştgiriya Rojava bêne koordînekirin, di bin sîwana KNK’ê da navendekî hevbeş bê avakirin.

• Ji bo çalakiyên girseyî û xebatên din ên ji bo piştgiriya Rojava bêne mezintirkirin, roja 1’ê Sibata 2026an weke Roja Piştgiriya Cihanî ya Rojava bê îlankirin.

• Em berxwedana gelê me yê li Rojavayê Kurdistanê û şervanên QSD – YPG – YPJ’ê, bi dilekî germ silav dikin, hevaltî û hevdengiya xwe ji wan re radigihînin û tevlî  biryara seferberiyê dibin.

• Em bangewazî li hemû Kurd û Kurdistaniyan dikin ku gor vê rewşa awarte bi ruhê seferberiyê, bi piştgiriyeke bi hêz li Rojavayê Kurdistanê xwedî derkevin û bi hemû rengên kar û xebatên siyasî, diplomatîk û çalakiyên demokratîk berxwedana Rojavayê Kurdistanê mezin bikin.

• Gelê Kurdistanê bi çalakiyên xwe yên mezin, di nav xwe de li kolanan yekîtiyek xurt pêkanîne. Em bang li hemû partî û rêxistinên Kurdistanî dikin ku guhdarî vî dengê gel bikin û di nava koordînasyonekî neteweyî da kar bikin.

• Ji bo rêgirtina şerên li dijî Kurdan, ji bo azadiya hemû Kurdistanê, ji bo parastina tevahî desketiyên Kurd û Kurdistaniyan û ji bo parastina Rojava, divê bi lezgînî konferanseke neteweyî were lidarxistin.

• Em bang li Hêzên Hevpeymaniya Dijî DAÎŞ’ê û cihana humanîter û demokratîk dikin ku di vê dema hestyar û nazik de, Kurdan tenê nehilin û li hember hêzên cihadîst rawestin.

• Niha bi hikûmeta Şamê re hevdîtinên çareseriyê têne kirin. Em bang li Neteweyên Yekbûyî û Hevpeymaniya Dijî DAÎŞ’ê dikin ku ji bo ev hevdîtin bigihêjin çareseriyek adilane, bibin hevkar û bibin garantor.

• Mesleya Kurdan tenê mesleya çend welatên Rojhilata Navîn nîne û ev mesele bûye pirsgirêkeke cihanî û divê çareseriyek jêre bê dîtin. Li ser vê bingehê, em bang li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û hêzên cihanî dikin ku ji bo çareserkirina pirsa Kurd, di bin çavdêriya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî de, bi awayeke lezgîn konferanseke navneteweyî were lidarxistin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BRUKSEL 

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê QSD: Em soza xwe ya ji bo parastina azadiyê dubare dikin
Nûçeya Pişt re Çeteyên ku êriş birin ser Kobanê derba giran xwarin: 2 tank hatin îmhakirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Stenbolê 64 kes ji ber çalakiyên protestoyî hatin girtin

Ji 206 kesên ku bi hinceta beşdarî çalakiyên protestokirina girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê…

Ji aliyê Stêrk TV

Kongra Star: Xwedî li destketiyên jinan derkevin

Kongra Star di salvegera rizgarkirina Kobanê ya ji DAÎŞ'ê de daxuyaniyek da û ji bo…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji Kazliçeşmeyê heta bi Yenîkapiyê Newrozên Stenbolê

Ji Kazliçeşmeyê heta bi Yenî Kapiyê me arşîvek ji dîmenên Newrozên Stenbolê amade kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Artêşa Tirk rêya 2 gundên Til Temirê girt

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

MSD: Divê hesab ji kujerên Hevrîn Xelef were pirsîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şehîdên Ragihandina Azad li Kobanê û Qamişlo hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?