Pêncşem, 26 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên hiqûqê xwestin lêkolîn li ser hestiyên li şikefta Farqînê bê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Rabûna Rêbertî şoreşa li dijî qirkirina çandî ye’
Kurdistan

‘Rabûna Rêbertî şoreşa li dijî qirkirina çandî ye’

Koma Awazê Çiya rojbûna Rêber Apo pîroz kir û got, "Rabûna Rêbertî li dijî qirkirina çandî tê wateya şoreşê. Ji ber vê yekê divê bi coşa 8'ê Adarê û Newrozê 4'ê Nîsanê bê pîrozkirin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Rêber Apo di 4’ê Nîsana 1949’an de li gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê ji dayik bû. Gelê Kurd û Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê her sal rojbûna Rêberê xwe pîroz dikin. Sê endamên Koma Awazê Çiya jî bi wesîleya 4’ê Nîsanê hem stran gotin hem jî hestên xwe bi me re parve kirin.

Xebat: 4’ê Nîsanê di şexsê Rêber Apo de li hevrêyan hemûyan, gelê Kurdistanê, gelên Rojhilata Navîn û hemû gelên bindest pîroz be. Gelek sedemên xwe hene ku îro ji aliyê bi milyonan mirovî ve tê pîrozkirin. Dibe ku weke gotineke klasîk bê fêhmkirin, lê belê ev roj rojbûna şexsekî bi tenê nîne. Rojbûna gelekî, rojbûna bi milyonan mirovî ye. Gelek sedemên vê hene. Rêbertî ji bo gelê Kurd tê wateya rizgariya ji mirinê. Ji ber vê yekê roja ku Rêbertî birin Îmraliyê ev pirs hatibû kirin: ‘Gelo bi milyonan mirov di nava hucreyekê de dikare bê ragirtin?’ Ev yek heqîqeta Rêbertî nîşan dide.

Di navbera Rêber Apo û gelê Kurd de her tim têkiliyeke kûr a manewî hebû. Ev têkilî ti carî qut nebû û hîn xurt bû. Bİ taybetî di 4’ê Nîsanê de ev têkilî gihîşt asta herî bilind. Beriya rabûna Rêber Apo dema ku mirov bala xwe didin ser Kurdistanê û Rojhilata Navîn ji bilî şer, kaos, mirin, rijandina xwînê û êşê tiştekî nabîne. Lê belê bi rabûna Rêber Apo re rewş guherî. Ji ber vê yekê gelê Kurd ji dil xwedî li Rêber Apo derdikeve. Ji ber vê yekê rojbûna Rêber Apo weke rojbûna gelêw Kurd tê qebûlkirin. Dibe ku ev pênase teng jî bimîne, lê belê em dikarin bibêjin ku rojbûna hemû gelên bindest e.

Rêbertî pirsgirêka Kurd pênase kir û diyar kir ku gelê Kurd bi qirkirina çandî re rû bi rû ma. Rabûna Rêber Apo tê wateya raperîna li dijî qirkirinê. Rêbertî di axaftineke xwe de digot, ‘Dema ku min dengê Aram bihîst, min ji xwe re got divê ev deng winda nebe’. Ev gotin pênaseyeke çandê ye. Ev yek bi muzîkê, bi dengê dengbêjekî, bi gelek tiştan dikare xwe îfade bike. Ev gel gelê Rêber Apo ye. Jİ ber vê yekê wateya 4’ê Nîsanê gelekî kûr e. Li ser vê bingehê 4’ê Nîsanê di serî de li Rêber Apo, li hemû hevrêyan, gelê Kurdistanê û gelên Rojhilata Navîn pîroz be.

BI TAYBETÎ JIN Û CIWAN DIVÊ XWEDÎ LI 4’Ê NÎSANÊ DERKEVIN

Hedar: Ez jî bi germahiya Newrozê 4’ê Nîsanê li gelê me, li gelên bindest û hevrêyan pîroz dikim. Çawa ku Newroz bi rengînî, coş û tîna agir hate pêşwazîkirin, divê 4’ê Nîsanê jî bi heman rengî bê pêşwazîkirin. Ji ber ku weke ku hevrê Xebat jî got, em vê rojê tenê weke roja rojbûna şexsekî nabînin. Bi rastî jî hebûna Rêbertî hebûna me afirand. Bi hebûna Rêbertî re em bi hebûna xwe hesiyan. Lewma ev rojbûn bi taybetî tê wateya rojbûna gelê Kurd û gelên bindest. Ji ber ku di rastiya Rêbertî de gelên bindest ên cîhanê û Rojhilata Navîn têne temsîlkirin. Lewma em dikarin bibêjin 4’ê Nîsanê rojbûna mirovahiyê ye, roja pîrozbahiyê ye.

Bi taybetî jin çawa ku bi rengê xwe, bi coşa xwe pêşengî ji pîrozbahiyên Newrozê re kirin, bi heman dengî divê bi deng, rengê xwe tevlî 4’ê Nîsanê bibin, pîroz bikin.

Yên ku herî zêde divê xwedî li 4’ê Nîsanê derkevin jin in. Çima? Ji ber ku Rêbertî her tim di silavên xwe de, di peyamên xwe de berpirsyariyên mezin dide jinan. Û yên ku herî zêde xwedî li van bangan derdikevin, di vê xetê de jiyanê ava dikin, pêşengiyê ji her qadê re dikin jin in. Lewma em ji pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berpirsyar in. Em dikarin 4’ê Nîsanê bikin azadiya fîzîkî ya Rêbertî. Weke jin divê em hîn bêhtir xwedî li Rêber Apo û 4’ê Nîsanê derkevin. Careke din 4’ê Nîsanê li jinan, tevahiya civakê û hevrêyan pîroz dikim.

Yilmaz: Me îsal 8’ê Adarê û Newroz bi coşeke mezin pîroz kirin. Bi rastî jî li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat bi coşeke mezin hatin pîrozkirin. Niha jî em 4’ê Nîsanê pîroz dikin. Hêvî dikin ku çawa 8’ê Adarê û Newroz bi coş hatin pîrozkirin, 4’ê Nîsanê jî bi heman ruhî bê pîrozkirin. Bi taybetî erka ciwanan e. Divê ciwan hemû xwedî li banga Rêber Apo derkevin. Rêber Apo felsefeyeke nû ye, jiyaneke azad e. Rêbertî dibêje, ‘Me bi ciwantî destpê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin’. Divê haya ciwanan ji vê mîsyon û wezîfeya xwe hebe. Ez jî vê rojê destpêkê li Rêber Apo, li gelê me û hevrêyan pîroz dikim, serketinê dixwazim.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Çevîk ê ku piştî binçavkirinê rakirin lênerîna awarte jiyana xwe ji dest da
Nûçeya Pişt re Trump alîgirê danûstandinên yekser ên bi Îranê re ye!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Endamê DEM Partiyê Çakmak hate binçavkirin

Endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Kemal Çakmak li Hewagê hate binçavkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

‘Newroz semboleke neteweyî ye û em ê li binarê Qendîlê pîroz bikin’

Endama Tevgera Azadiyê Sara Rezayê têkildarî Newroza îsal wiha got: “Newroz semboleke neteweyî ye û…

Ji aliyê Stêrk TV

Dayikên Şengalê yên tevlî merasîma gerîla bûn hestên xwe anîn ziman

Dayikên Şengalê yên tevlî merasîma şewitandina çekan a gerîla bûn, sekna gerîla silav kirin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?