Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Radyoya Dengê Gel dawî li weşana xwe anî
Kurdistan

Radyoya Dengê Gel dawî li weşana xwe anî

Radyoya Dengê Gel ku ji çiyayan heta zindanan dengê gelê Kurd e, dawî li weşana xwe ya 23 salan anî. Radyoya Dengê gel spasiya gelê Kurd û hemû guhdarên xwe kir û bi sirûda “Ey Reqîp” dawî li weşana xwe anî.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Radyoya Dengê Gel ku yek ji kevirên bingehîn ên çapemeniya azad e, dawî li serpêhatiya xwe ya weşanê ya 23 salan anî. Radyoya ku bîra çapemeniya Kurd e, rêwîtiya xwe ya ku di sala 2002’an de bi navê Radyoya Dengê Mezopotamyayê da destpêkirin, bi navên Dengê Kurdistan û Dengê Welat domand û herî dawî bi Dengê Gel re dengê xwe ji zindanan heta çiyayyên Kurdistanê gihand.

Radyoya ku xwedî xeta weşanê ya ku paradîgmaya Rêber Apo ya azadîxwaza jinê, ekolojîk û demokratîk esas digre ye, ne tenê qutiyek muzîkê, di heman demê de ji bo gel dibîstanekî siyasî û çandî bû. Radyoya Dengê gel ku bi bernameyên xwe yên polîtîk, wêje, dîrok û stranan xwe gihand guhdarên xwe, mîrateyeke mezin li pey xwe hişt. Radyoya Dengê gel spasiya gelê Kurd û hemû guhdarên xwe kir û weşana xwe ya 23 salan bi sirûda neteweyî ya Kurd ”Ey Reqîp” bi dawî kir.

JI DENGÊ KURDISTANA SERBIXWE HETA DENGÊ GEL

Ji koordînatorên Radyoya Dengê gel Mustafa Rêzan diyar kir ku weşangeriya radyoyê ya di çapemeniya Kurd de, di Cotmeha 1992’an de bi Dengê Kurdistana Serbixwe destpê kir û di sala 1995’an de bi Dengê Mezopotamyayê re dewam kir.  Mustafa Rêzan destnîşan kir ku Dengê Mezopotamyayê parçeyek ji têkoşîna gelê Kurd a li dijî qirkirin û asîmîlasyonê ye û di sala 2001’an de weşana xwe li navenda Ewropayê, paytexta Belçîka Brukselê dewam kiriye, lê di sala 2011’an de ji ber sedemên curbecur dawî li weşana xwe aniye.  Rêzan diyar kir ku ev rêwîtî di sala 2012’an de bi navê Dengê Kurdistan dewam kir û destnîşan kir ku li dijî hemû êrîşên çand û qirkirinên fîzîkî, bûye dengê azadiya gelê Kurd. Mustafa Rêzan bilêv kir Dengê Kurdistan tevî zext û sansurên dewleta Tirk jî heta 2016’an bi biryardarî dewam kir, di sala 2016’an de bi navê Dengê Welat û piştî sala 2023’an bi navê Dengê Gel weşana xwe domand.

BÛ DENGÊ ŞOREŞA NETEWEYÎ YA KURDISTAN

Mustafa Rêzan gotina xwe wiha domand: “Ev deng, dengê şoreşa neteweyî ya Kurdistanê bû. Radyo, mîna televîzyonên neteweyî yên Kurdistanê, xwedî bandoreke mezin bû. Bû dengê berxwedana gerîla û zindanan û ev deng gihand çar parçeyên Kurdistanê. Tevî astengiyan jî, di çarçoveya derfetan de dengê şoreşê gihand gelê Kurd. Her wiha bû dengê hawara ku ji zindanan bilind dibû. Îzolasyon, zilm û zexta dewleta Tirk li zindanan gelekî giran bû. Dengê Gel, mîrasa radyoyên ku şopdarê wan bû hilgirt û bû dengê berxwedanê. Ji ber vê yekê bandoreke girîng çêkir. Bû pirek di navbera zindan û çiya û gel de, rastî gihand gel.”

Mustafa Rêzan anî ziman ku Dengê Gel mîsyona xwe temam kir û dawî li weşana xwe anî: “Tevî kêmasî û têrênekirina xwe, gihîşt asteke girîng. Mixabin, bi pêşketina teknolojiyê re mîsyona radyoyê jî kêm dibe. Medyaya dîjîtal pêş dikeve, çapemenî û weşangerî jî li gorî vê yekê pêş dikeve.”

‘ÇAPEMENIYA AZAD BI EZMÛNEKE NÛ RE RÛ BI RÛ YE’

Mustafa Rêzan bal kişand ser wê yekê ku bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re serdemeke nû dest pê kiriye û got: “Bi gavên Rêber Apo yên ji bo aştî û civaka demokratîk re, têkoşîna azadiyê ya Kurdan jî kete serdemeke nû. Bê guman rola çapemenî û weşangeriyê jî diguhere. Karakterê serdemê vê yekê hewce dike. Eşkere ye ku bi rê û rêbazên kevnar naye meşandin. Çapemenî jî li gorî serdema nû, bi perspektîfeke nû xwe ji nû ve ava dike. Çapemenîya Azad bi ezmûneke wiha re rû bi rû ye. Pêwîst e di rêwîtiya rastiyê de xwe ji nû ve ava bike û ji nû ve xwe birêxistin bike.”

Radyoya Dengê Gel, bi sirûda neteweyî ya Kurdî “Ey Reqîb” dawî li weşana xwe anî.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BRUKSEL 

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Nobeta Azadiyê ya li Wargeha Mexmûrê di roja 866’an de ye
Nûçeya Pişt re Bayindir: Mîsogeriya vê pêvajoyê berxwedan û keda gelê Kurd e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Comandante Ramona: Em şer naxwazin, lê aştî bi teslîmiyetê pêk nayê

"Bêyî jin şoreş nabe" ev peyva ku ji çiyayên Chiapas ê Meksîkayê derketiye, ne tenê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji Wengrow nivîsa piştgiriyê ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk

Profesorê Arkeolojiyê David Wengrow, nivîsek ku piştgiriyê dide Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk amade kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Polîsan êriş birin ser bîranîna 1’ê Gulanê ya Taksîmê: Zêdeyî 40 binçavkirî

Li Beyoglûyê destûr ji komekê re nehate dayin ku dixwest qurbaniyên sala 1977'an bi bîr…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?