Jean Ziegler roja Çarşemê li Cenevreyê ji ber nexweşiya parkinsonê jiyana xwe ji dest da. Koça wî ya dawî ji aliyê malbata wî ve hate piştrastkirin.
Ziegler yek ji rewşenbîrên herî navdar ên çepgirên Swîsreyê dihat qebûlkirin û ji ber xebata xwe ya li ser neheqiyên kûrewî, birçîbûn, xizanî û bandorên şîrketên pirneteweyî, li qada navneteweyî dihate naskirin.
REXNEYÊN TUND LI KAPÎTALÎZMÊ KIR
Ziegler di tevahiya jiyana xwe de, bi tundî rexne li kapîtalîzma neoliberal kir û digot ku pergala aborî yek ji sedemên bingehîn ên newekhevî û krîzên mirovî yên li cîhanê ye.
Di pirtûka xwe ya dawî “Hêvî li ku ye?” ku di sala 2024’an de hat weşandin de bal kişand ser kapasîteya berxwedana mirovahiya ya li hember şer, birçîbûn û newekheviyan.
HEVDÎTINA BI CHE GUEVARA RE JIYANA WÎ GUHERAND
Ziegler di sala 1964’an de li Cenevreyê bi Che Guevara re hevdîtin kir û ev hevîdîtin di ramana wî ya siyasî de roleke girîng lîst.
Li gorî vegotina Ziegler, Guevara jê re gotiye ku divê ew têkoşînê li navenda pergalê bimeşîne û destnîşna kiriye ku “mejiyê cinawir” di navendên darayî û desthilatdariyê de ye. Ziegler vê nêrînê di tevahiya jiyana xwe de ev pejirandiye û hewl daye ku pergalê ji hundir ve biguherîne.
PIŞTGIRÎ DIDA TPKOŞÎNA GELÊ KURD
Ziegler di heman demê de bi têkoşîna gelê Kurd re jî ji nêz ve têkildar bû. Di hevpeyvîneke ku Hezîrana 2023’yan de dabû ANF’ê de, bang li civaka navneteweyî kir ku li kêleka Têkoşîna Azadiya Kurd a ku ji hêla PKK’ê ve tê meşandin bisekinin.
Ziegler got, “Girtina Abdullah Ocalan û qutkirina têkiliyên wî bi PKK’ê re skandal e. Zextên Tirkiyeyê yên li ser gelê Kurd sûcek mutleq e.”
Zeigler di nav 121 entellektuel û hunermendên ku daxuyaniya Kolektîfa “Li Kurdistanê em bibin dengê ji bo aştiyê” a di Çileya 2024’an de di rojnameya Liberation de hat weşandin îmze kiribû. Ziegler di nav îmzevanên Înîsiyatîfa Abdullah Ocalan re Azadî – li Kurdistanê Aştî de bû.

