Di çarçoveya bicihanîna peyama 29‘ê Çileyê ya di navbera QSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de, vê berbangê koma 8‘emîn a koçberên Efrînê ber bi warê xwe ve kete rê.
Koma 8‘an a ji hezar û 700 malbatên Efrînî yên li Qamişlo, Dêrik û Girkê Legê diman pêk tê, gihîşt Efrînê.
Ji bo vegera li warê xwe koçber di saetên berbanga îro de li Çerxerêya Şehîd Yûsif Gulo ya Qamişloyê kom bûn û ber bi Efrînê ve bi rê ket.
Ev kom li ser asta herêmên Cizîrê û Kobanê ye 8‘an e.

