În, 28 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Mêrdîn, Sêrt û Amedê bîranîn sersaxiyên şehîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê di 1’e İlonê de li Amedê meş were lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    M. Saît Yildirim ê ku krîza dil derbas kir, car din şandin girtîgehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê taziyeya şehîdan: Malbatan banga ‘em xwedî li pêvajoyê derkevin’ kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Em di dilê deriyê derbasbûna bêpevçûnê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê di roja sêyemîn a taziyeyê de ji bo şehîdan mewlûd hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bayik: Nirxên ku Mamoste Şemal afirand, gelê me gihand asteke mezintir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê ji bo şehîdên azadiyê meşa bi meşaleyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di kevirên Deraseyê de êş û berxwedana veşartî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arzû Îlhan: Têkoşîna ku bi berdêlên giran tê meşandin hîn bi encam nebûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Elkê bi sedan kes serdana sersaxiya şehîd Şiyar Jîrkî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sersaxiya li Cîzra Botanê bi serdana girseyî berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘YPJ dikare weke hêzeke taybet entegreyî Wezareta Hundirîn were kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê nasnameya 3 şehîdên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê banga Rojîn Kabaîş: ‘Mirina wê divê were ronîkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Saqiz û Çapharê du jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê rewşa tenduristiyê ya 2 jinên girtî xirab dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Rapora DFG’ê ya 2024’an: Gelek girtin û astengî hatin kirin
Rojane

Rapora DFG’ê ya 2024’an: Gelek girtin û astengî hatin kirin

DFG'ê rapora xwe ya 2024’a eşkere kir. Li gorî raporê 118 rojnamevan hatin binçavkirin, 26 rojnamevan hatin girtin û cezayê girtîgehê li dehan rojnamevanan hate birîn. Di raporê de hate destnîşankirin ku bi hezaran nûçe hatine astengkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Çile 2025 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) rapora binpêkirina mafên rojnamevanan û zextên li ser saziyên çapemeniyê ya sala 2024an bi raya giştî re parve kir. DFG’ê ji bo eşkerekirina raporê li avahiya xwe ya li semta Ofîsa Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokê DFGê Selman Çîçek û endamên komeleyê beşdarî civînê bûn. Selman Çîçek di destpêkê de axivî û diyar kir ku ew rojnamevanên hatine kuştin bibîr tînin û naxwazin ku êdî zext li ser rojnamevanan bê kirin.

Piştre metna raporê ya bi Kurmancî ji aliyê endamê DFG’ê rojnamevan Bîlal Guldem ve û metna raporê ya tirkî jî ji aliyê rêvebera DFG’ê rojnamevan Medîne Mamedoglû ve hat xwendin.

Rapora DFG’ê bi vî rengî ye:

“Em îro ji bo rapora binpêkirinên mafên rojnamevanan a sala 2024an eşkere bikin hatine cem hev. Di heman wextê de îro 5emîn salvegera damezrandina komeleya me ye. Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) ji roja damezrandina xwe ve li dijî neheqiyan, zext û binpêkirinan rawestiya û bû xwedî helwest. Mohra xwe li bin gelek xebatên giranbiha da. Bi van kiryarên xwe yên pê bawer di qada rojnamegeriyê de bû çavkaniya referansê. Bi vê boneyê em ji hemû rêveber û endamên me yên di nava van hewldanên giranbiha de cih girtin û bûn xwedî ked; ji hemû dostên me yên destek û pişgiriya xwe ji bo me kêm nekirin re spas dikin. Em carek din damezrandina DFGê pîroz û bimbarek dikin.

118 BINÇAVKIRIN

Zext, astengî û qedexeya li ser rojnamevanan sazî û dezgehên çapameniyê ji destpêka sala 2024an heta dawiya wê her zêde bûn. Di her du mehên destpêka salê de li Îzmîr û Stenbolê li dijî rojnamegeran operasyon pêk hatin û gelek hevpîşeyên me hatin binçavkirin. Ev jî nîşan da ku desthilatdarî di 2024an de jî zexta darazê wê li ser serê rojnamevan bidomanda. Û di nava salê de jî wisa bû. Di meha Sibatê de li Îzmîrê 8 rojnameger, di meha Nisanê de li Stenbolê 9 rojnamevan, di Roja Rojnamevanên Kurd de, di meha Mijdarê de 14 rojnamevanên ku tenê heqdesta telîfê an go heqdesta çêkirina nûçeyê wergirtine hatin binçavkirin. Di meha Berfambarê de li Wan û Stenbolê 41 rojnamevanên ku qetilkirina hevpîşeyên xwe protesto kirin hatin binçavkirin û ji van 7 rojnamevan li Stenbolê hatin girtin. Di vê çarçoveyê de 118 rojnamevan di sala 2024an de hatin binçavkirin û ji vana 26 kes hatin girtin.

Desthilatdariya AKP-MHPê di 2024an de jî dev ji neyartiya li dijî rojnamevanan berneda. 91 hevpîşeyên me dema nûçeyê dişopandin hatin astengkirin, 62 rojnameger bi pêkanînên xirab re rûbirû man, 47 rojnameger bi êrîşan re rû bi rû man. Di 2024an de gef li 79 hempîşeyên me hat xwarin.

Komeleya me di nava salê de her meh di bin 5 sernavan de mafên rojnamevanên hatine binpêkirin wek rapor amade kir. Binpêkirinên di bin wan sernavan de hatin berhevkirin jî destnîşan dike ku bi dehan rojnameger bi lêpirsînan, bi vebûna dozan û bi cezayan hatine mexdûrkirin.

43 ROJNAMEVAN GIRTÎ NE

Di sala 2024an de derheqê 74 rojnamevanan de lêpirsîn dan destpêkirin. Lêpirsîna 55 kesan di encamê de veguherî dozê û hatin darizandin. Rojnamevan bi giştî di 442 dosyeyan de hatin darizandin. Di van darizandinan de li 67 kesan bi giştî 149 sal û 9 meh cezayê hepsê hat birîn. Li gel 7 rojnamevanên ku li Stenbolê ji bo wêneyên Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê rakiribûn û hatibûn girtin hêjmara rojnamevanan li Tirkiyeyê di zindanan de bû 43 kes.

Desthilatdarî qîma xwe bi van binpêkirinên mafên rojnamegeran jî neanî û li gel pakêta darazê ya 9emîn hewl dide qanûna “sixurtiya bi bandor” ango “ajantiya etkî” jî derxe. Tê xwestin bi vê qanûnê hê bêtir dor li rojnamegeran bipêçên. Armanc ev e ku rojnamevanên ne li gorî desthilatdariyê rojnamevaniyê dikin bi vê xalê didarizînin û ceza li wan bibirin. Baş tê zanîn ku ev xal-made ne tenê ji bo rojnamegeran tê derxistin. Ev xal ji bo hemû dardorên di ser platformên medya dijîtal de parvekirinê dikin, bixin bin kontrole tê derxistin. Ên ku neyên kontrolê dê bi vê qanûnê bidarizînin û di nav gel de tirs û xofê bidin çêkirin. Rêxistinên Pîşeyî û raya giştî li dij vê xalê helwesteke xurt nîşan dan û rê li ber derxistina vê xalê birîn. Desthilatdariya AKP-MHPê ji ber bertekan xalê bi paş ve kişand, vê carê jî bi navê “Qanûna Casûsiyê” careke din anî Meclisê. Dîsa bi helwesta tund a rojnamevanan û derdorên muxalîf ev xal jî li Meclisê bi paş ve hat kişandin.

ROJNAMEVANÊN HATINE QETILKIRIN

Desthilatdariya AKP-MHPê êrişên li ser azadiya çapameniyê û azadiya ramanê ne tenê di nava sînorê Tirkiyeyê de pêk tîne. Li derveyê sînorê Tirkiyeyê jî li dij rojnamegerên çapameniya azad ên Kurd didomîne. Qada şerê li dijî Kurdan fire kir û Başûrê Kurdistanê jî kir nav vê qadê. Li vê herêmê li gel PDKê êrişên li ser rojnamegeran firehtir kir. Heke qala hin ji van êrişan bê kirin; di 8ê Tîrmehê de SÎHAya Tirkiyê li Şengalê êriş bir ser Nûçegihana ÇIRA TVê Medya Hesen, Nûçegihanê ÇIRA FMê Mirad Mîrza û ajokarê seyareyê Xelef Xidir. Di vê êrişê de Mirad Mîrza jiyana xwe ji dest da. Di 11ê Tîrmehê de PDKê nûçegihanê Zoom Medyayê Hejîn Fetah, kameremanek û ajokarê bi wan re hatin girt. Mûrat Yazar ê ku ji bo wêne û kişandinê çûbûn Herêma Federe ya Kurdistanê roja 14ê Tîrmehê ji aliyê PDKê ve li Zaxo hat binçavkirin. Asayîşa Suleymaniyê roja 23ê Tîrmehê Nûçegîhanê Rojnewsê Dêrin Rehîm desteser kir û dest danî ser alavên wî yên rojnamegeriyê. Roja 23yê Tebaxê Tirkiyeyê li navçeya Seyîd Sadiq a bi ser Silêmaniyê ve êriş bir ser seyareke sivîl. Rojnameger Hêro Bahadîn û Gulistan Tara ku di wê seyareyê de bûn hatin qetilkirin. Herî dawî jî roja 19ê Berfanbarê SÎHAya Tirkiyeyê ya li herêma Bendava Tişrînê ya li BakurRojhilatê Suriyeyê wesayîta ku li ser wê ‘ÇAPAMENÎ-PRESS’ dinivîsand jî bombebaran kir. Di vê êrişê de Rojnamegerên Kurd Nazım Daştan û Cîhan Bîlgîn jiyana xwe ji dest dan.

Israra desthilatdariya AKP-MHPê ya di siyaseta şer de li ser civakê jî wek sansureke girankirî tê birêvebirin. Polîtîkayên sansurê bi BÎK, RTUK û biryarê mahkemeyan dibe alaveke cezayê û darbeyeke mezin li azadiya çapameniyê dide. Di vê çarçoveyê de di sala 2024an de 501 malperên internetê hatin girtin. Ji bo 5 hazar û 260 nûçeyan cezayê astengkirinê hat birîn. Di her sê mehên dawî yên salê de jî biryarên berhevkirinê xistin meriyetê. Di vê babetê de jî 50 rojname û kovar hatin berhevkirin.

ASTENGKIRINA MALPER Û AJANSAN

Di cezayê nedîtina nûçeyan de medya sanal jî para xwe girt. Di 2yê Tebaxê de Istagram a ku bi milyonan bikarhenerên wê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hene hat girtin. Malperên xwedî çanda sazî û dezgeyên çapameniya azad yên wek Ajansa Mezopotamya û Rojnameya Yeni Yaşam gelek car bi cezayê astengkirinê re rû bi rû man. Di sala 2024an de ji bo 1092 naverokên medya sanal cezayên xwenegihandinê hat hat birîn.

Hêjayî gotinê ye, ligel van hemû zext û cezayan jî rojnamegerên çapameniya azad di sala 2024an de jî li ber xwe dan û serî netewandin. Her çend bi qetilkirina Gulistan Tara, Hêro Bahadîn, Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan hat xwestin dengê çapameniya azad bê birîn jî bi ser neketin. Bi ruhê hevkariya berxwedêr a çapameniya azad li hember van êrişan xeleka berfireh a têkoşîna rojnamegeriyê hat avakirin û ew êriş hatin pûçkirin.

Di serî de kedkarên çapameniya azad û rojnamegerên din ên serhildêr li dij van êrişan bi kamera, wênekêş û pênûsên xwe ji ser rêya heqîqêtê xwe nedan alî û destûr nedan ku rastî bên berovajîkirin û di tariyê de bimînin. Em jî wek çanda berxwedêrên çapameniya azad her bêjin, ‘Çapameniya Azad, Civaka Azad’ e û li ser vê çandê û li ser vê ruhê pîroz heta bi hetayê têbikoşin. Em carek din dibêjin ‘Bijî Çapemeniya Azad’.”

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta Ayhan û Alî Efeoglû li hev civiyan
Nûçeya Pişt re Li 3 bajaran ji bo kesên ‘hatine windakirin’ çalakî hatin lidarxistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

Hejmara nû ya kovara Hunerê hate weşandin. Hejmara nû 76 rûpel e û kovarê Hozan…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Hewlêrê leşkerekî Fransî mir, komeke Iraqî gef xwar

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku li Hewlêrê di êrişekê de leşkerekî Fransî mir. Komeke…

Ji aliyê Stêrk TV

Hozan Comerd serdana gaziyan kir

Hunermend Comerd li Rojava çû serdana gaziyan û diyar kir ku tevahî destketiyên şoreşê bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Bayik: Nirxên ku Mamoste Şemal afirand, gelê me gihand asteke mezintir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Mêrdîn, Sêrt û Amedê bîranîn sersaxiyên şehîdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Wê di 1’e İlonê de li Amedê meş were lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

PYD: Divê mafên Kurdan bibin beşek ji avaniya destûrî ya Sûriyeyê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?