Sêşem, 14 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 5 kesan cezayê darvekirinê hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Aştî û civaka demokratîk xala me ya bingehîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên siyasî yên li Îranê bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Antalyayê 3 girtiyên di greva birçîbûnê de rakirin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo ‘Çarşema Sor’ peyamek dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê êrişa çekdarî ya li dibistanê: Herî kêm 13 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê qurbaniyên komkujiyên Enfalê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Cejna Çarşema Sor pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA ber bi Gemlîkê ve dimeşe: Divê aliyê civakî yê hevdîtinan bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qetilkirina Rojîn Kabaîş ronî bikin, dawî li gefên ser malbatê bînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê peyama sersaxiyê: Em ê dilsozê mîrateya Zeynep Cansiz bimînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di şerê 40 rojî de nêzî 500 jinan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê aqûbeta 3 jinên hatine binçavkirin, ne diyar e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Rapora YRA’yê: Sala 2024’an li Sûriyeyê 8 rojnamevan hatin kuştin
Rojava

Rapora YRA’yê: Sala 2024’an li Sûriyeyê 8 rojnamevan hatin kuştin

YRA’yê rapora binpêkirinên li dijî rojnamevanan a salane ya 2024’an weşand. Li gorî raporê li tevahiya Sûriyeyê 8 rojnamevan hatine kuştin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Çile 2025 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) rapora xwe ya salane ya têkildarî zextên li ser rojnamevan a 2024’an, bi navê ‘Binpêkirinên li dijî rojnamevanan li Sûriyeyê-2024’ li ser malpera xwe weşand.

Di raporê de hate destnîşankirin ku par li Sûriyeyê binêkirinên li hemberî rojnamevanan li gorî pêrar zêdetir bûne û 8 rojnamevan hatine kuştin, herî kên 6 rojnamevan hatine girtin, her wiha gelek bûyerên destgîrkirin, astengkirin û binpêkirinên din li dijî rojnamevanan hatine kirin. Li gorî raporê binpêkirin herî zêde li herêmên di bin serweriya rejîma Baasê ya hilweşiyayî de pêk hatine.

8 ROJNAMEVAN HATIN KUŞTIN

Di dewama raporê de hate gotin: “Di sala 2024’an de 8 rojnamevan û çalakvanên ragihandinê hatin kuştin. Ji wan 2 rojnamevan, li herêmên Rêveberiya Xweser bi êrişa balafirên bêmirov ên deweleta Tirk jiyana xwe ji dest da.

– Di 20’ê Çileyê de li bajarê Humisê cenazeyê rojnamevanê 70 salî Mihyedîn Izedîn El Hesen di mala wî de kuştî hate dîtin. Li gorî çavkaniyên herêmî ji aliyê hin kesan ve hatinû xeniqandin.

– Di 1’ê Cotmehê de rojnamevana jin Sefa El Ehmed di encama bombebarana balafirên şer ên Îsraîlê de li dijî taxa Mezê ya Şamê de hate kuştin.

– Di destpêka meha Mijdarê de 3 xebatkarên ragihandinê bi êrişên hikumeta Şamê hatin kuştin. Yek li Helebê hikumeta rejîma Esed Nexweşxaneya Camiî ya Helebê bi balafirên şer bombebaran kir. Di encamê de çalakvanên ragihandinê Ehmed El Omer û Elai El Ebreş hatin kuştin. Ev bûyer di dema şerê di navbera hikumeta Esed û çekdarên Heyet Tehrîr El Şam de pêk hat.

– Di destpêka heman mehê de jî hêzên hikumeta Şamê erebeya çalakvanê ragihandinê Mistefa El Sarût gulebaran kir. Di encamê de El Sarût hate kuştin.

– Di 5’ê Mijdarê de kameravan Enes El Xerbotlî ku ji ajansa Almanyayê DPA’yê re kar dikir, li nêzî bajarê Hemayê di encama şerê di navbera hikumeta rejîma Esed û çekdarên Heyet Tehrîr El Şam de hate kuştin.

– Di 19’ê Kanûnê de xebatkarên ragihandina azad rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bilgîn li nêzî Bendava Tişrînê di encama bombebarana balafirên bêmirov ên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da.

Di heman êrişê de ajokarê erebeyê yê li gel wan Ezîz Hecî Bozan bi giranî birîndar bû. Li gorî çavkaniyên ewlekarî êriş çend kîlometreyan dûrî cihê şer û dema her du rojnamevan vedigeriyan, pêk hatiye. Ev îsbat dike ku êriş bi zanebûn ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye kirin.

Malbatên Nazim û Cîhan ku li Bakurê Kurdistanê ne, xwest cenazeyên zarokên xwe wergirin, lê dewleta Tirk rê neda cenaze derbasî warên wan werin kirin û li gorî usûlên qanûnî li warên xwe werin definkirin, ji lew re cenazeyên wan li bajarê Qamişlo hatin oxirkirin.”

ZEXT Û ÊRIŞÊN LI DIJÎ ROJNAMEVANAN

Têkildarî zext û êrişên li hemberî rojnamevanan jî ev agahî hatin parvekirin: “Di sala 2024’an de li seranserî herêmên Sûriyeyê gelek rojnamevan rastî astengî û êrişan hatin. Di encamê de rojnamevan birîndar bûn, an hatin tirsandin, an jî karê wan ê rojnamevaniyê hate astengkirin.

– Di 24’ê Cotmehê de balafirên bêmirov ên dewleta Tirk li bajarê Amûdî yê kantona Cizîrê ekîbên ragihandinê dema êrişa balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a li ser stasyona kehrebeyê ya bajar dişopand, careke din stasyon bombebaran kir. Di encamê de hin ji wan bi sivikî birîndar bûn. Karê wan jî hate astengkirin.

Li gorî belgekirina me, xebatkarên ragihandinê yên li wir bûn ev in: Cemîl Omer ji Radyoya Orkêş, Sîmav Mihemed nûçegihana ANHA’yê, Osman Polot, Fewaz Mihemed û Ciwana Cûma ji Ronahî TV’yê.

– Di 12’ê Adarê de li bajarê Babê yê li bakurê rojhilatê Helebê ku di bin dagirkiriya dewleta Tirk û çekdarên girêdayî wê de ye, koma çekdar a bi navê “Ehrar Olan” ku tê gotin girêdayî Heyet Tehrîr El Şam e, rêya çalakvanê ragihandinê Celal El Telawî û malbata wî girt û îşkence lê kirin.

– Hêzên Ewlekariya Hundir ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li herêmên cuda rê neda hejmareke rojnamevan ku dîmenan bikişînin. Di encama lêkolîna me de sedem, ji ber qedexekirinê rewşa ewlekariyê û carinan jî ewlekariya rojnamevanan bi xwe bû.

Li aliyê din jî rojnamevan Kemal Şêxo îdia kir ku li bajarê Hesekê ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundir ve rastî lêdanê hatiye. Me wek YRA der barê mijarê de têkilî bi rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundir re çêkir. Wan îdiaya Kemal Şêxo ya der barê mijara lêdanê de red kir.

– Li aliyê din nûçegihana Ronahî TV’yê Ciwana Cûma ji aliyê hin hesabên medyaya dîjîtal ên girêdayî dewleta Tirk ve rastî gefa kuştinê hat. Di gefxwarinê de hate gotin ku divê çarenûsa Ciwana Cûmayê wekî ya şehîd Nazim Daştan û Cîhan Bilgîn be û bibe hedefa balafirên bêmirov ên dewleta Tirk.

– Rojnamevan Sîlva El Îbrahîm ji aliyê malperên girêdayî dewleta Tirk ve rastî gefxwarinê hat û rojnamevan Zeyneb Xilêf jî rastî gefa şaneyên razayî yên çeteyên DAIŞ’ê hat. Ev gef bi rêya malperên medyaya dijîtal hatin xwarin.”

GIRTIN Û DESTGÎRKIRINA ROJNAMEVANAN

Raporê der barê girtin û destgîrkirina rojnamevanan de jî ev agahî parve kirin:

“- Di 15’ê Cotmehê de Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) li Idlibê çalakvanê ragihandinê Ebdulezîz El Hisî binçav kir.

– Hêzên hikumeta Şamê (rejîma Esed) di 19’ê Îlonê de rojnamevan û endamê meclisa bajarê Humsê Wehîd Yezbek binçav kir. Li gorî çavkaniyan sedema girtinê aşkerakirina belgeyan e ku di hilbijartinên parlemana Sûriyeyê de sextekarî hatiye kirin nîşan dida.

– Di 28’ê Tebaxê de komên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk li gundên Helebê ya Bakurê Sûriyeyê kameravan Bekir El Qasim binçav kir. Li gorî agahiyan, komên çete ew radestî îstixbarata dewleta Tirk kir û metirsî li ser çarenûsa wî hene.

– Di 27’ê Sibatê de hêzên ewlekariyê yên hikumeta Şamê rojnamevan Mehmûd Îbrehîm vexwend dadgeha “Qesra Edaletê” ya bajarê Tertûsê û li wê derê hate binçavkirin. Sedema girtinê ji ber ku li ser medyaya dijîtal xwepêşandanên li Siwêdayê yên li dijî hikumeta Esed parve dikirin, hate nîşandan.”

DESTESERKIRINA ALAVÊN KAR Û MAL Û MILKÊN ROJNAMEVANAN

Li gorî rapora YRA’yê 5 sal e binpêkirinên li dijî rojnamevanên ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, dewam dikin û mal û milkên bi dehan rojnamevanan hatine desteserkirin û komên çete di malên wan de bi cih bûne.

Di raporê de hate diyarkirin ku ew binpêkirin hê jî dewam dikin û hate gotin: “Komên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk di dawiya sala 2024’an de bi destpêka êrişa li ser Helebê re, dest bi êrişa li ser herêma Şehbayê kir. Di encama êrişê de bi deh hezaran welatî koçber bûn û mal û milkên wan ji aliyê çekdaran ve hatin destserkirin. Di nava wan de rojnamevanan Idrîs Henan, Ferîde Hemkê û Rûken Elût jî hene ku di Ajansa Nûçeyan a Firatê de kar dikin. Ferîde Zade di Şîrketa Nefel a ragihandinê de kar dikir. Zekeriya Şêxo di Ronahî TV’yê de kar dike. Ji bilî wan jî bi dehan karmend û xebatkarên ragihandinê yên di saziyên ragihandinê de kar dikirin.”

Di berdewam raporê de hate gotin: “Yekitiya Ragihandina Azad û Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê di 2’yê Cotmehê de Komîteya Şopandina Rastiyan der barê êrişên li dijî rojnamevanan li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê de ava kir. Bi boneya Roja Bidawîkirina Xelasbûna ji Cezayan a Cîhanê de li ser sûcên li dijî rojnamevanan rapora xwe aşkera kir.

Rapor li ser êrişa bi balafirên bêmirov a li dijî ekîba Jin TV’yê bi daxuyaniyeke çapemeniyê li bajarê Qamişlo hate aşkerakirin.”

‘BI NAVÊ ÇAPEMENIYÊ ZEXT LI WELATIYAN KIRIN’

Raporê cih da binpêkirinên bi destê kesên bi navê rojnamevaniyê tev digerin jî û hate diyarkirin: “Dema di navbera Heyet Tehrîr El Şam û artêşa Sûriyeyê de şer deket û hêzên HTŞ’ê dest danî ser hin herêman, hin kesên cil û bergên xebatkarên ragihandinê li xwe kiribûn, li dijî welatiyan binpêkirin pêk anîn. Di heman demê de hin ji wan kesan gef li pêkhateyên Sûriyeyê xwarin û bûn hêmana belavkirina nîjadperestiyê.”

PÊŞNIYARÊN RAPORÊ

Yekitiya Ragihandina Azad di dawiya rapora xwe de hin pêşniyar kirin ku ew jî wiha ne:

“- Divê hemû aliyên cihê xwe di şerê Sûriyeyê de digirin, hemû rojnamevanan û xebatkarên ragihadinê yên ji ber karê xwe bi zordarî hatine girtin, sebest berdin.

– Çarenûsa hemû xebatkarên ragihandinê, ji wan jî rojnamevan Ferhad Hemo yê di 15’ê Çileya sala 2014’an li ser rêya Qamişlo-Til Koçer ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hate revandin, were aşkerakirin. Rê ji hemû saziyên ragihandinê re were vekirin û li gorî nêzîkbûn û dûrbûna wan ji desthilatdaran destê xwe dirêjî xebatên ragihandinê nekin.

– Hemû “yasayên ewlekariyê” yên azdiya ramanê li tevahî xaka Sûriyeyê binpê dikin, ji holê werin rakirin.

– Hêza ragihandinê nekeve xizmeta hêzên desthilatdar û binpêkirinê wan neyên rewakirin, her wiha rastî neyên berovajîkirin.

Di dawiya rapora xwe de jî em bi bîr dixin ku ji destpêka aloziya Sûriyeyê ya anku ji 2011’an ve, ji ber şer û aloziya li welat 771 rojnamevanan û xebatkarên ragihandinê canê xwe ji dest daye. Bi dehan jî hatine destgîrkirin, hejmareke nekêm jî hatin revandin û hatin windakirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Gelê Sirînê li dijî êrîşên dewleta Tirk banga berxwedanê kir
Nûçeya Pişt re Şêniyên kantona Firatê 2 şehîdên xwe spartin axê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Li Şedadê di qezayê de 13 kesan jiyana xwe ji dest dan

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku di qezaya…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Pakistanê karesata musonê: Nêzî 350 kes mirin, 150 kes winda ne

Baranên muson ên ku bi rojane li bakurê Pakistanê bi xurtî dibarin, bûn sedema hilweşîneke…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şêran, Şêdadê û Helebê çalakiyên 25’ê Mijdarê hatin lidarxistin

Di çarçoveya 25ˊê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê Ya Cîhanê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Azad Hesen ji bo Komeleya Îdarî ya Qamişloyê hat erkdarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Koma sêyemîn a koçberan gihîşt Efrînê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?