“Pêşnûme Qanûna li ser Xurkirina Yekbûna Civakî û Piştevaniya Mîllî” ku ji bo danîna bingeha hiqûqî û bidawîkirina têkoşîna çekdarî di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de hate amadekirin, 5’ê Tebaxê pêşkêşî Meclîsa Tirkiyeyê hate kirin. Pêşnûmeya ku ji 12 xalan pêk dihat û ji rewşa hiqûqî yên çek danîne heta bi mekanîzmayên kontrolê xwedî gelek sernavan e, ji ber ku cih neda aliyên destûra bingehînî û siyasî yên pirsgirêka Kurd bû sedema nîqaşan. Pêşnûme qanûn doh bi şev xal bi xal li Meclîsê hate qebûlkirin.
Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal ev rewşa nû ji ajansa me re nirxand û anî ziman ku qanûna çarçoveyê bi tena serê xwe çareseriya dawî nîne, piştî şerekî demdirêj ew weke destpêkeke hiqûqî dibînin ku têkoşînê derbasî ser zemîna demokratîk û siyasî dike.
Remzî Kartal ragihand ku di qonaxên ji niha û pê ve yên pêvajoyê de li gel sererastkirinên qanûnî yên nû wê diyalog û muzakere di rojevê de be û işaret bi rola koordînasyona pratîkî ya Rêber Apo kir.
Kartal diyar kir ku cihnegirtina statuya Rêber Apo ya di qanûnê de nayê wê wateyê ku di pêvajoyê de rolê wernegire û destnîşan kir ku vegera y ên li çiyê û Ewropayê bêyî koordînasyon û bangên Rêber Apo nikare pêk were.
‘DESTKETIYÊN GELEKÎ MEZIN ÊN KURDAN HENE’
Li ser şêweyê rêveçûna aliyên siyasî, destûra bingehîn û çandî yên meseleya Kurd Remzî Kartal destnîşan kir ku pêvajoya nû li ser zemîna siyasî-demokratîk mercên têkoşînê ji bo Kurdan afirandiye û got, “Meseleya esasî di vir de ye. Di nava raya giştî de hin pirs têne kirin. Bi rengê: Ka hatibû fesixkirin, têkoşîna çekdarî ji holê hatibû rakirin, dewletê çi da, çi ket destê Kurdan? Ji bo yên ku pêvajoyê fêhm nakin pirsên bi vî rengî dikarin bêne pirsîn. Lê belê bi esasî destketiyeke gelekî mezin a Kkurdan heye.
Kurd bi avabûna Komarê re bi polîtîkayên înkar û îmhayê re rû bi rû man. Ev pêvajoya nû wan mercan diafirîne ku Kurd karibin li ser zemîna siyasî-demokratîk têbikoşin. Yanî ev diyalog polîtîkayên înkar û îmhayê radiwestîne. Ev gava qanûnî, derbasbûna vê meseleyê li Meclîsa Millet a Mezin a Tirkiyeyê, esasgirtina zemîna demokratîk-siyasî tê wateya bidawîbûna înkar û îmhayê.
Têkoşîna Kurdan a ji bo zimanê dayikê, mafên perwerde, hiqûqî û qanûnî wê li qadên demokratîk dewam bike. Berê ji ber ku dewletê îmha û înkar ferz dikir, têkoşîna çekdarî mecbûrî bû û Kurdan hewl dan bi rêya vê yekê xwe biparêzin. Polîtîkayên înkar û îmhayê yên dewletê hatin pûçkirin. Eger dewletê karîbûya encamê ji vê polîtîkaya xwe werbigire, ji xwe pêvajo û diyalogeke bi vî rengî nedibû.”
‘JI BO PÊVAJO BI PÊŞ VE BIÇE DIVÊ RÊBER APO PÊŞENGIYÊ JÊ RE BIKE’
Remzî Kartal bal kişand ser rewşa Rêber Apo ya di pêvajoyê de û anî ziman ku di gava destpêkê ya qanûnî de statuya Rêber Apo bi rengekî eşkere nehate destnîşankirin, lê belê di koordînasyona pêvajoyê ya pratîkî de rola wî tê destnîşankirin.
Kartal got, “Di vê gava destpêkê ya qanûnî de şertek hebû ku Tevgerê timî dianî ziman: Divê mercên jiyanê û karkirinê yên azad ji bo Rêber Apo bêne pêkanîn. Rêber Apo jî got; Ji bo rêveçûna vê pêvajoyê divê mercên karkirinê ji bo wî bêne afirandin, ew bi xwe pêşengiyê ji vê pêvajoyê re bike, koordîne bike. Xuya ye di nîqaş û muzakereyên navbera dewletê û Rêber Apo de, di gava destpêkê de hîn raya giştî ji vê re tam ne amade ye. Lê belê di gava duyemîn û qonaxên piştî wê de mecbûrî ıye ku mercên karkirinê û jiyanê yên azad ji bo Rêber Apo bêne misogerkirin. Wekî din ev pêvajo bi pêş ve naçe.
Lê belê di nava destpêkê de jî avaniyekek heye ku Rêber Apo di nav de cih bigire û pêvajoya pratîkî koordîne bike. Pirsgirêk û karên li ser vegera ji çiyê û Ewropayê wê ji aliyê Rêber Apo ve bêne koordînekirin, çareseriyên guncaw bêne dîtin û ev hemû wê di nava karekî koordînasyonê de be. Di vê mijarê de agahiya me heye.
Pêvajoyek bêyî Rêber Apo, bêyî muxabatî û banga wî ne ji bo gerîla ne jî ji bo qada Ewropayê bi pêş ve naçe; veger nabe. Bêguman dewlet jî bi vê zane. Niha weke statuyekê rewşa Rêber Apo di qanûnê de bi rengekî eşkere derbas nabe. Lê belê di mijara koordînekirina pêvajoyê ya pratîkî de zelal e ku wê bi bandor be. Bi dewamkirina pêvajoyê re di gava duyemîn de wê mercên wî bi rengekî qanûnî bikeve rojevê.”
‘MECBÛRÎ YE KU MERCÊN KARKIRINÊ JI BO RÊBER APO BÊNE AFIRANDIN’
Remzî Kartal mercên ragihandin û karkirinê yên Rêber Apo nirxand û got, “Em di wê baweriyê de ne ku Rêber Apo niha li giravê derbasî avahiya nû bûye. Ji ber ku bi vê qanûnê re wê bibe xwedî wê derfetê ku karibe bi çapemeniyê re hevdîtinê bike, bi hin kesan re rûnê û têkiliyê bi raya giştî ya derve re dîne. Ev avahiya ku nû hate çêkirin wê derfetê kar û bide wî ku karibe di pratîkê de pêvajoyê koordîne bike û bi mirovên cuda re têkiliyê dîne.”
‘MERCÊN TÊKOŞÎNA SIYASÎ DEMOKRATÎK TÊNE AVAKIRIN’
Hevserokê Giştî yê KONGRA GEL Remzî Kartal destnîşan kir ku divê çarçove û asta pêvajoyê ji aliyê hêzên demokrasiyê û gel ve rast bê fêhmkirin û got, ev yek ne qonaxeke ku pirsgirêka Kurd yekser çareser dike, lê belê mercên têkoşîna siyasî demokratîk ava dike.
Kartal got, “Mijara herî girîng ew e ku gelê me û hêzên demokrasiyê karakterê vê pêvajoyê baş fêhm bikin. Ev pêvajo ne asteke welê ye ku bê gotin, ‘Pirsgirêka Kurd wê yekser bê çareserkirin, gavên qanûnî yên vê yekê hatin avêtin’. Mercên têkoşîna siyasî demokratîk têne avakirin û ev yek ji bo Kurdan destketiyeke gelekî stratejîk e.
Gelê Kurd heta roja îro ji neçarî bi têkoşîna çekdarî îmha û înkar sekinand û di vir de bi ser ket. Lê belê ji niha û pê ve wê bi têkoşîna siyasî destketiyan bi dest bixe. Di vê pêvajoyê de divê gelê me ji aliyê avakirina qanûnî, demokratîk û civakî ve xwe berpirsyar bibîne.”

