Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Rêveberiya Xweser a Şengalê: Şoreşa Rojava bû bingeha jiyaneke azad
Kurdistan

Rêveberiya Xweser a Şengalê: Şoreşa Rojava bû bingeha jiyaneke azad

Rêveberiya Xweser a Şengalê salvegera 13’emîn a Şoreşa Rojava li tevahiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir û got, “Şoreşa Rojava bû bingeha jiyaneke azad.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Rêveberiya Xweser a Şengalê bi wesîleya salvegera 13’emîn a Şoreşa Rojava daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Bi navê Rêveberiya Xweser a Şengalê, em salvegera 13’emîn a Şoreşa Rojava li tevahiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî li gelê Kurd pîroz dikin. Ev şoreş, ku di 19’ê Tîrmeha 2012’an de dest pê kir, ne tenê ji bo herêmê, lê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn bû bingehek ji bo jiyaneke nû ya azad û bi rûmet. Em di vê roja dîrokî de, bîranîna hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bibîr tînin û bejna xwe li ber fedekariya wan ditewînin.

Em careke din spasiya gel û rêveberiya Rojava dikin ku di dema êrîşên hovane yên DAIŞ’ê yên li ser Şengalê de di Tebaxa 2014’an de, bêyî dudilî deriyên xwe li penaberên Êzidî vekirin. Di wan rojên tarî de, dema ku bi hezaran Êzidî ji qirkirinê direviyan, gelê Rojava bi fedakarî û mirovheziya xwe rabû ser piyan. Bi hezaran Êzidî li kampên Rojava hatin bicihkirin û her tiştê pêwîst ji wan re hate peydakirin. Ev helwest, nîşaneya xwişk-biratî û yekîtiya gelên herêmê ye û dê di dîroka me de her tim bi tîpên zêrîn bê nivîsandin. Her wiha, hêzên YPG/YPJ’ê bi lez û bez korîdoreke mirovî vekirin da ku Êzidî bi ewlehî bigihîjin cihên parastî. Ev piştgiriya bêpîvan, dilsoziya gelê Rojava ya ji bo gelê Êzidî di demên herî dijwar de nîşan dide û tekez dike ku nirxên mirovî li ser her tiştî ne.

EZMÛNA ŞOREŞA ROJAVA JI BO ŞENGALÊ

Şoreşa Rojava ji bo Şengalê bûye çavkaniyeke girîng a îlham û tecrûbeyê. Piştî ferman û êrîşa DAIŞ’ê, gelê me yê Êzidî biryar da ku xwe bi rêve bibe û sîstema xwe ya xweser ava bike. Di vê pêvajoyê de, modela Rêveberiya Xweser a Rojava ji bo me bû mînakek sereke. Me ji tecrûbeyên wan fêr bû ku çawa em dikarin civaka xwe li ser bingeha xwe-parastin, birêxistinkirin û biryargirtina hevpar ava bikin. Rêveberiya Xweser a Şengalê, ku bi hewldan û xwîna şehîdan hate avakirin, îro li ser rêya pêşkeftinê dimeşe û ji bo ewlehiya gelê Êzidî û pêşerojeke baştir dixebite.

Di nava van 13 salan de, Şoreşa Rojava destkeftiyên mezin bi dest xistine, nemaze di warê rêveberiya xweser, wekheviya zayendî, perwerdehiya bi zimanê zikmakî û parastina civakên cihêreng de. Ev destkeftî ji bo Şengalê jî rê nîşan dane ku çawa dikare bi hêza xwe ya rêxistinî û civakî, xweseriya xwe biparêze û siberojeke baştir ava bike. Em bawer dikin ku bi hevgirtina gelên herêmê û bi xurtkirina rêveberiyên xweser, em ê karibin li hemberî hemû êrîş û gefan bisekinin û aştî û aramiyê li herêmên xwe bicîh bikin.

Careke din, em salvegera Şoreşa Rojava pîroz dikin û soz didin ku em ê li ser şopa berxwedan û têkoşînê bimeşin. Em bang li hemû hêzên demokratîk û mirovheiyê dikin ku piştgiriyê bidin destkeftiyên Şoreşa Rojava û Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo avakirina Rojhilateke Navîn a azad û demokratîk.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê PJAK: Şoreşa Rojava modeleke demokrasiyê ye
Nûçeya Pişt re DEM Partî li Bursayê bi jinan re civiya
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Aydin: Di roja me ya dilşewat de zilm li me kirin

Seyîthan Aydin ku di têkoşîna azadiyê de kekê wî Vedat Aydin şehîd bû, ragihand ku…

Ji aliyê Stêrk TV

HBDH’ê Lenîn bi bîr anî

Komîteya Rêveber a HBDH’ê di salvegera 100’emîn a mirina lîderê şoreşa Cotmehê Lenîn de ew…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kasselê ‘Festîvala Rojava’

Li bajarê Kassel ê Elmanyayê bi dirûşma 'Civaka azad, jiyana ekolojîk' 'Festîvala Rojava' hate lidarxistin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?