În, 28 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Mêrdîn, Sêrt û Amedê bîranîn sersaxiyên şehîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê di 1’e İlonê de li Amedê meş were lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    M. Saît Yildirim ê ku krîza dil derbas kir, car din şandin girtîgehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê taziyeya şehîdan: Malbatan banga ‘em xwedî li pêvajoyê derkevin’ kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Em di dilê deriyê derbasbûna bêpevçûnê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê di roja sêyemîn a taziyeyê de ji bo şehîdan mewlûd hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bayik: Nirxên ku Mamoste Şemal afirand, gelê me gihand asteke mezintir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê ji bo şehîdên azadiyê meşa bi meşaleyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di kevirên Deraseyê de êş û berxwedana veşartî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arzû Îlhan: Têkoşîna ku bi berdêlên giran tê meşandin hîn bi encam nebûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Elkê bi sedan kes serdana sersaxiya şehîd Şiyar Jîrkî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sersaxiya li Cîzra Botanê bi serdana girseyî berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘YPJ dikare weke hêzeke taybet entegreyî Wezareta Hundirîn were kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê nasnameya 3 şehîdên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê banga Rojîn Kabaîş: ‘Mirina wê divê were ronîkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Saqiz û Çapharê du jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê rewşa tenduristiyê ya 2 jinên girtî xirab dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Rêveberiya Xweser, bang li Şamê kir ku dev ji demagojî û fitneyan berde
Rojava

Rêveberiya Xweser, bang li Şamê kir ku dev ji demagojî û fitneyan berde

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên hikûmeta Şamê ku Rêveberiya Xweser tawanbar dike da û xwest ku dev ji demagojî û fitneyan berde.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Tebax 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî daxuyaniya wezareta karên derve ya hikûmeta Şamê ku Rêveberiya Xweser bi êrîşên li ser Dêrazor tawanbar kiribû, daxuyaniyek da.

Daîreya Têkiliyên Derve daxuyaniyên hikûmeta Şamê yên  QSD’ê bi êrîşên li ser Dêrazorê bawanbar dike wekî “Dûrketineke nû ya ji rastiyan” bi nav kir û wiha domand: “Wezareta Karên Derve ya hikûmeta Şamê wekî her carê bi zimanekî dijminahî diaxive. Tevahî gelê Sûriyeyê vî zimanê dizane. Di daxuyaniya xwe de qala ajantiya ji hêzên navneteweyî re dike û QSD’ê bi pêkanîna êrîşan li ser Dêrazorê tawanbar dike. Hikûmeta Şamê rastiya bûyerên ku li Dêrazorê rû didin paşguh dike. Ev êrîş ji êrîşên di bin kontrola hêzên hikûmeta Şamê û komên ku desteka xwe jê digirin, dest pê kir.”

Daîreya Têkiliyên Derve, destnîşan kir ku hikûmeta Şamê bi vê hişmendiya xwe welat gihandiye rewşa aloz û gendeliyê û daxuyand ku li şûna ku van daxuyaniyên ji rastiyên dûr dabûya, diviyabû behsa dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yan li Sûriyeyê û binpêkirina wê ya li serdestiya xaka Sûriyeyê bikira.

Daîreyê, zimanê kîn û xiyanetê red kir û wiha domand: “Vê zîhniyetê li ser gelê Sûriyeyê komkujî pêk anî û hîn jî li ser heman rê ye. Em helwesta gelê Sûriyê yê redkirina fitneya ku ji aliyê Şamê ve tê kirin û piştgiriya wê ya ji hêzên ku parastina wan kirine girîng dibînin.”

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, bang li gelê Sûriyê yên li herêmên di bin kontrola hikûmeta Şamê de kir ku bi xîtabên dijminane yên rejîmê neyên xapandin û bi awayekî yekgirtî li hemberî şerekî muhtemel bisekinin.

Her wiha bang li berpirsên Wezareta Karên Derve yên hikûmeta Şamê kir ku “Dev ji van gotinên xwe yên demagojîk yên ku wê tu encaman bi dest nexe, berdin.”

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, diyaloga navxweyî wekî rêya yekane ya rast a avakirina welatekî demokratîk nirxand û wiha bi dawî kir: “Em her projeyeke fitneyê red dikin û em ê bi yekrêziya pêkhateyên gelê xwe li hember wan bisekinin. Her wiha em her şêweyên sextekirina rastiyan di çarçoveyên bêwate de red dikin.” 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şêniyên Kantona Firatê li dijî êrişên li Dêrazorê meşiyan
Nûçeya Pişt re Li ber Girtîgeha Bakirkoyê tecrîd hat şermezarkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Êrîşên dagirkeran têne şikandin

Şervanên YPJ'ê û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê her êrîşeke dewleta Tirk û komên wê yên…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Helebê ji bo azadiya Rêber Apo meş

Li Helebê bi hezaran kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiyan. Di meşê…

Ji aliyê Stêrk TV

Xelkê Sêrtê desteserkirina îradeyê qebûl nake

Xelkê Sêrtê diyar kir ku ew tayînkirina qeyûm qebûl nake û wê berxwedana xwe ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Bayik: Nirxên ku Mamoste Şemal afirand, gelê me gihand asteke mezintir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Mêrdîn, Sêrt û Amedê bîranîn sersaxiyên şehîdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

PYD: Divê mafên Kurdan bibin beşek ji avaniya destûrî ya Sûriyeyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

M. Saît Yildirim ê ku krîza dil derbas kir, car din şandin girtîgehê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?