Şemî, 26 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Doza 28 kesên ku ji protestoya çekên kîmyewî dihatin darizandin hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Milazgirê şehîd hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo çawişê pispor ê ku milê zarokekî şikandibû daxwaza cezayê ‘tehrîka neheq’ hat kirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi tonan darên ku li Bestayê hatin birîn bi kamyonan ji herêmê tên derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersimê Riza Altun hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê: Li girtîgehên Îdir û herêma rojhilatê Deryaya Reş gelek binpêkirinên mafan hatin tespîtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Îranê du Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altun li gelek bajaran hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê 6 mehan 13 kolber hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    18 roj in agahî ji Îlham Elîzade ku ji aliyê Îranê ve hatibû girtin, nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê Riza Altun û 10 şoreşgerên ku li Amedê hatin qetilkirin, bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pênûsa bîranînê û rêwîtiya Besê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Cezayê darvekirinê yê Erxewan Felahî hat rawestandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YJK-E’yê daxuyaniya li ser Enda Kala: ‘Bila berpirsiyarên parastinê bêne lêkolînkirin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê pêşnûme qanûna li dijî tundiya zayendî li komîsyonê hate erêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enda Kala li Coesfeldê li stargehekê mirî hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di 22 rojan de 12 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pervîn Buldan: Di pêvajoya pêşiya me de wê gavên bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Rêveberiya Xweser bang li Şamê û hêzên navneteweyî kir
Rojava

Rêveberiya Xweser bang li Şamê û hêzên navneteweyî kir

Rêveberiya Xweser, ji bo diyalogê û çareseriya siyasî bang li hikûmeta demkî ya Sûriyeyê kir. Her wiha bang li civaka navneteweyî û hêzên ku li Sûriyeyê xwedî bandor in kir ku ji bo rêgirtina li ber derxistina şerekî nû yê li Sûriyeyê gavên cidî biavêjin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Çile 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, der barê êrîşên hikûmeta demkî ku li dijî herêmê pêk tîne de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser bi vî rengî ye:

“Em rageşiya bê sedem ku komên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê dimeşîne şermezar dikin. Ev rageşî xeterî û gefên mezin li ser derfetên istiqrar û aştiyê yên li welat çêdike. Em ji ber van nêzîkatiyan fikarên xwe yên mezin tînin ziman.

Gelê Sûriyeyê di dirêjahiya zêdetirî 15 salan de ji ber şer, wêrankirin, kuştin û koçberkirinê êş kişandiye. Gel berdêlên mezin ên siyasetên zordestî û tundiyê yên rejîma berê dane. Gelê Sûriyeyê bi pêkhateyên xwe yên cûda hêvî dike ku rûpela şer were girtin û bi ewlehî û rûmet bijîn, siberojeke ewle û aştiya navxweyî ava bibe.

Di demeke ku pêdiviya me bi lihevhatin û hevgirtina li hember arîşeyên hevbeş hene de, derxistina şerekî nû yê bê sedem, wê proseya siyasî lawaz bike, bingehên aştiya navxweyî têk bibe û parçebûnê di navbera gelê Sûriyeyê de kûrtir bike.

Me berê jî gotibû, zimanê diyalog û nîqaşê ku rêya çareserkirina pirsgirêkên asêmayî ye, divê di navbera hemû hêzên Sûriyeyî de serwer be. Divê zimanê gef, şer û çekan neyê bikaranîn ku dê rijandina zêde ya xwînê û wêrankirinê bi xwe re bîne. Dê di vî şerî de serketî û binkeftî tune bin, lê dê welat û gelê Sûriyeyê berdêlên vî şerî bidin. Ev jî tam li dijî hêviyên Sûriyeyiyan e.

Li ser vê bingehê em bang li hemû hêzên Sûriyeyê dikin ku em yek bin, zimanê kîndarî û provokasyonan red bikin. Em xwişk û biratiya gelan û nirxên jiyana hevbeş pêş bixin, em ji bo Sûriyeyeke nenavendî bixebitin ku mafên hemûyan tê de mîsoger bin.

Em bang li hikûmeta demkî ya Sûriyeyê dikin ku di biryarên xwe de hakim û berpiryar be, diyalog û çareseriya siyasî ya dûrî zimanê şer û çekê esas bigire, ji ber ku ev yek dê li gorî berjewendiyên bilind ên gelê Sûriyeyê û yekparbûna welat be.

Em amade ne li diyalogan vegerin û hemû pirsigrêkan çareser bikin da ku dawî li herikîna xwîna Sûriyeyiyan were û planên ‘parçe bike û têk bibe’ yên bi armanca derxistina nakokiyan di nava Sûriyeyiyan de têk bibin.

Di demên dawî de hin kanal û malperên îstîxbaratî agahiyên derdew derheqê me û têkiliyên me yên bi dewletên derdorê re, bi taybetî bi Îranê re belav dikin. Em teqez dikin ku planeke me ya siyasî ya sabit heye, ew jî esasgirtina îradeya gelan û jinan, mafên wan ê di dan û standinên bi hemû hikûmetan re ye. Li ser vê bingehê helwesta me ji bûyerên ku Îranê rû didin pir zelal e. Em li dijî rejîma Îranê ne ku rojane jin, ciwanên Kurd, Ereb, Belûç û Faris bi darve dike. Em di wê baweriyê de ne ku pergala demokratîk vebijrêka yekane ya rizgarkirina gelê Îranê ye.

Herî dawî em bang li civata navneteweyî û dewletên ku di karûbarên Sûriyeyê de aktif in, dikin ku ji bo rêgirtina li ber şerekî nû li Sûriyeyê helwestên zelal bigirin û gavên cidî û çalak biavêjin. Her wiha piştgiriyê bidin proseya siyasî ku bidawîkirina êşa gelê Sûriyeyê û pêkanîna aştiyeke mayînde mîsoger dike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji 5 endamên Heyva Sor a Kurd hîn jî agahî nayê wergirtin
Nûçeya Pişt re Dema ragirtina li binê çavan a rojnamevan Orûç hate dirêjkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bi balafira bêmirov êrîşî Moskowê hate kirin: 5 kes mirin

Di êrîşa bi balafira bêmirov a li ser herêma Moskow a Rûsyayê de, 5 kes…

Ji aliyê Stêrk TV

4’ê Nîsanê li Adîgey hate pîrozkirin

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Mala Kurdan a gundê Bêloyê li Komara Xweser…

Ji aliyê Stêrk TV

Cemal Doskî ê PDK’yî hate revandin û êşkencekirin

Hate îdiakirin ku Cemal Doskî ku ji kadroya Şaxa 1’emîn a PDK’ê ye, di çarçoveya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Îranê du Kurd hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Riza Altun li gelek bajaran hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Komîteya Koçberên Serêkaniyê banga vegerê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Encamên hilbijartinê ya li Rûsyayê hatin eşkerekirin: Partiya Putîn 349 kursî qezenc kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?