Çarşem, 15 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 5 kesan cezayê darvekirinê hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Aştî û civaka demokratîk xala me ya bingehîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên siyasî yên li Îranê bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Antalyayê 3 girtiyên di greva birçîbûnê de rakirin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo ‘Çarşema Sor’ peyamek dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê êrişa çekdarî ya li dibistanê: Herî kêm 13 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê qurbaniyên komkujiyên Enfalê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Cejna Çarşema Sor pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji KJK’ê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA ber bi Gemlîkê ve dimeşe: Divê aliyê civakî yê hevdîtinan bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qetilkirina Rojîn Kabaîş ronî bikin, dawî li gefên ser malbatê bînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê peyama sersaxiyê: Em ê dilsozê mîrateya Zeynep Cansiz bimînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di şerê 40 rojî de nêzî 500 jinan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Rêveberiya Xweser: Em bi penaberên Sûriyeyî re ne
Rojava

Rêveberiya Xweser: Em bi penaberên Sûriyeyî re ne

Hesen Koçer got, "Em ê her derfeteke xwe bi gelên Sûriyeyê re parve bikin. Em hewl didin ji pêwîstiyên hemû gelên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê re bibin bersiv."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Alîkarê Hevserokên Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer anî ziman ku şerê li herêmê dibe ku bibe sedema pêlên mezin ên koçberiyê û got, bi taybetî dewleta Tirk dixwaze li herêmê guhertina demografîk pêk bîne û nakokiyan bixe nava gelên herêmê.

Hesen Koçer bi nirxandina siyaseta berjewendiyan a dewleta Tirk û dewletên herêmê ya li ser koçberan dest bi axaftina xwe kir û got, “Ji sala 2023’an û vir ve hin dewletên mîna dewleta Tirk rewşa koçberên Sûriyeyî timî di rojevê de hiştin. Ev yek jî ne ji bo xêra koçberan kirin. Armanca esasî ya van welatan siyaseta berjewendiyan bû ku li ser koçberan didan meşandin. Ev berjewendî jî bi giranî li ser armanca sûdwergirtina aborî bû. Bi taybetî polîtîkaya ku dewleta Tirk li ser koçberan meşand gelekî qirêj bû

Dewleta Tirk koçber ne tenê kir amûreke siyasî. Di heman demê de ev koçber di nava komên çete de weke hêzeke çekdar bi kar anî. Bi vî rengî xwest siyasetê li ser dewletên Rojhilata Navîn û herêmê bimeşîne, ji bo karibe armancên xwe yên herêmî bi cih bîne, ew bi kar anî. Ev yek aliyekî siyaseta wan bû. Aliyekî din jî ew bû ku koçber li hemberî Ewropayê weke gefekê bi kar anî. Vê siyaseta xwe heta niha jî dewam dike. Van koçberan li herêmên dagirkirî bi cih dike û guhertina demografîk li herêmê dike.

Mirovên ji herêmên cuda yên Sûriyeyê ne li herêmên wan lê belê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ku dagir kiriye bi cih dike û bi vî rengî hem guhertina demografîk dike hem jî nakokiyên cidî dixe nava gelên Sûriyeyê. Armanca esasî ya dewleta Tirk ev e. Di çarçoveya vê armancê de delweta Tirk ewqas mirovan li van herêman bi cih dike û li van herêman gund û kampên nû ava dike. Vê yekê jî bi rêya hin saziyên Qatar û Kûweytê dike.

Ev sazî di bin navê saziyên alîkariyê de ji bo guhertina demografîk a herêmê tevdigerin. Di encama êrîşên nijadperest ên li nava Tirkiyeyê de ku ji aliyê dewleta Tirk ve beriya salekê hatin kirin, gelek mirovan jiyana xwe ji dest dan, dikanên koçberên Sûriyeyî hatin talankirin; ev hemû weke planeke polîtîkaya taybet a li dijî koçberan tê meşandin.”

‘JI BER KOÇÊ GUHERTINA DEMOKRATÎK TÊ KIRIN’

Hesen Koçer anî ziman ku şerê li herêmê dibe sedema pêleke koberiyê û got, “Li herêmê şerekî gelekî cidî heye. Ev şer ne şerekî welê ye ku tenê ji aliyê fîzîkî ve dewlet li hemberî hev dimeşînin; di heman demê de li ser civakan, gelan weke qirkirina siyasî, civakî û çandî tê meşandin. Bêguman ev şer di heman demê de bandoreke cidî li koçberan jî dike. Şerê Ûkrayna-Rûsya, şerê Hamas-Îsraîl û bi giştî jî şerê li herêmê ji aliyekî ve hejmara koçberên li Rojhilata Navîn zêde dike, li aliyê din jî dibe sedema rûdana koçberiya nû û pêleke koçberiyê ber bi Ewropayê ve diafirîne. Li gel ku rêyên çareseriyê yên pirsgirêkan û alternatîf hene jî gelên ku karin van pirsgirêkan ji binî ve çareser bikin, dibin qurbanê vî şerî. Ji ber şerê ku dewletên navneteweyî li herêmê dan destpêkirin, gelên herêmê birçî hatin hiştin û neçar hatin hiştin ku cih û warên xwe biterikînin. Li aliyekî koçberî dibe, li aliyê din jî ji ber koçberiyê li gelek herêman guhertina demografîk dibe. Her wiha ev koçberî bi xwe re bêkarî, xizaniyê tîne û dibe sedem ku drama mirovî zêde bibe.

Li hemberî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên gelekî giran bûn. Bi van êrîşan re polîtîkaya koçberkirina gel ji herêmê hate meşandin. Lê belê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî van êrîşan li ber xwe da. Eger îro koçber berê xwe didin Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sedema vê yekê jî aramî û ewlehiya li vê herêmê ye. Her wiha ji ber ku bi pirsgirêkên koçberan re eleqedar dibin û bersiv ji pêwîstiyên wan re tê dayin, mirov berê xwe didin qadên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek kampên penaberan hene. Mirovên ku ji ber herêmên wan hatine dagirkirin li kampan bi cih bûne. Li kampên Serdem û Berxwedan ên li Şehbayê dimînin. Yên ji Serêkaniyê û Girê Spî hatine jî li kampa Serêkaniyê û li Reqayê li kampa Til Semîn dimînin. Penaberên li van kampan dimînin bi armanca vegera li bajarê xwe dimînin û bendewariya gel bi vî rengî ye.

Her wiha ji bilî qadên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê penaberên ji herêmên cuda yên Sûriyeyê hatine, hene. Ew jî li kampên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimînin. Ev koçber ji ber ku herêmeke hîn ewle ye li van kampan dimînin. Lê belê dewleta Tirk bi gef û êrîşan dixwaze civakê bixe nava kaosekê. Siyaseta şer a ku dewleta Tirk li herêmê dimeşîne bêguman bandoreke neyînî li ser rewşa koçberan dike.

Ji ber vê yekê jî weke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê me timî got û em her tim dibêjin: ‘Em ê her derfeteke xwe bi temamiya gelên Sûriyeyê re parve bikin’. Kes nikare netewetiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di vê mijarê de bixe lêpirsînê. Yanî gotinên ku dibêje ‘Rêveberiya xweser hewl dide li Sûriyeyê parçebûnê biafirîne’ bê bingeh in. Em bersivê didin pêwîstiyên hemû gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û mafên wan diparêzin. Her wiha kî bê vê herêmê em ê ji bo wan jî heman helwestê nîşan bidin.”

‘HER KU ŞER DIRÊJ BIKE WÊ KRÎZA KOÇBERIYÊ JÎ KÛR BIBE’

Hesen Koçer anî ziman, ji bo penaberên Sûriyeyî ıyên neçar mane cih û warê xwe biterikînin ji bo karibin li bajarê xwe vegerin divê hikumeta Şamê berpirsyariya xwe bi cih bîne û got, “Weke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em her tim bi pîvanî nêzî pirsgirêka penaberan bûn. Li ser vê bingehê me timî bang kir û li ser vê bingehê em nêzî penaberên Sûriyeyî bûn ên ji Lubnanê hatin. Êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê bandoreke gelekî cidî ya neyînî li ser penaberên Sûriyeyî yên li Lubnanê kir. Bİ taybetî penaberên Sûriyeyî yên li başûrê Lubnanê bi xetereyeke cidî re rû bi rû ne. Me li ser vê bingehê maseyeke krîzê ava kir.

Me komîsyon ava kir ku alîkariyê bide koçberên ji Lubnanê ku karibin derbas bibin. Me kamp amade kir. Yên ku malên wan li vê derê hene ji bo karibin li malên xwe bi cih bibin, yan jî li gel xizmên xwe bi cih bibin, me alîkarî kir. Yên ji derveyî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin jî me ew şandin kampan. Heta niha nêzî 20 hezar koçber derbas bûn û ev hejmar her roj hîn zêde dibe.

Bêguman ji bo bicihkirina van mirovan kamp hene û ji bo pêwîstiya koçberan em bang li saziyên mirovî yên navneteweyî dikin. Hin saziyên alîkariya mirovî bersiv dan van bangan, lê belê piraniya wan hîn ê bersiv nedane. Êrîşên li herêmê dibin sedem ku koça li herêmê zêde bibe. Weke Rêveberiya Xweser nêzîkatiya me ew e ku her kes li cih û warê xwe vegerin.

‘SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ DIVÊ JI BO KOÇBERAN PIŞTGIRIYÊ BIDIN’

Li ser vê bingehê em bang li hêz û saziyên navneteweyî dikin ku ji bo vegera koçberan a li cih û warê xwe piştgiriyê bidin. Lê belê heta niha bersiveke cidî ji van bangên me re nehatiye dayin. Hin saziyên alîkariyê yên li herêmê alîkariyê bi koçberan re dikin, lê belê bêugman ev alîkarî ji bo pêçandina birînên koçberan têrê nakin. Van mirovan xaka xwe, bajarê xwe winda kirin. Li gel vê yekê li qadên ku şer lê diqewime rewşa koçberan hîn nebaş bû. Me beriya niha daxuyanî dabûn ku penaberên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beriya niha çûbûn li warê xwe vegerin. Banga me ya li penaberên Lubnanî jî li ser vî esasî ye. Weke Rêveberiya Xweser, nêzîkatiya me li penaberan zelal e. Gelek dewlet penaberan weke amûreke siyasî bi kar tînin, ev nêzîkatiyeke herî xetere ye.

Ji ber vê yekê jî ji bo pirsgirêka koçberan çareseriyek nayê peydakirin. Berevajî vê yekê di pêvajoya bê de diyar e ku ev rewş wê veguhere krîzeke hîn giran. Ev krîz wê ne tenê li Rojhilata Navîn her wiha li welatên Ewropayê jî rû bide. Ji ber ku şer neqediya ye û her ku şer dirêj dike koçberî jî wê zêde bibe. Diyar e ku ev şer jî wê dewam bike. Lewma rewşa penaberan ewqasî baş nîne. Weke Rêveberiya Xweser em ê tişta ji destê me tê ji bo penaberan bikin.

Ji bo vê jî divê saziyên alîkariyê yên navneteweyî di vê mijarê de piştgiriyê bidin. Di heman demê de divê hikumeta Şamê jî berpirsyariya xwe ya li pêşberî gelên Sûriyeyê bi cih bîne. Lê belê heta niha kesî ev wezîfeya xwe bi cih neaniye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Nîşaneya berxwedan û azadiyê bû
Nûçeya Pişt re ROJEVA 20’Ê COTMEHA 2024’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dema kar a komîsyonê ji bo du mehan hate dirêjkirin

Komîsyona ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Meclîsê ava bû, di…

Ji aliyê Stêrk TV

TEV-EKO: Têkoşîna parastina gelekî vediguhere formeke nû

Tevgera Ekolojiya Kurdistan a Ewropayê (TEV-EKO), diyar kir ku biryarên 12’emîn Kongreya PKK’ê ‘destpêkeke nû…

Ji aliyê Stêrk TV

Rojbûna Rêber Apo li kantona Cizîrê hat pîrozkirin

Li gelek navendên kantona Cizîrê gel ji bo 76’emîn rojbûna Rêber Apo hatin cem hev.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Azad Hesen ji bo Komeleya Îdarî ya Qamişloyê hat erkdarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Koma sêyemîn a koçberan gihîşt Efrînê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Kobanê cenazeyên 7 şehîdan hatin veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ji bo 7 şehîdan li Hesekê merasîm hate lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?