Pêncşem, 8 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DFG’ê Gûrbetellî Ersoz bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Li pêşiya azadiya Rêber Apo ti astengî nemaye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Divê em ji bo têkoşîna sala 29’an armancên mezin deynin pêşiya xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    KON-MED’ê li dijî komploya 9’ê Cotmehê banga tevlîbûna çalakiyan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Oznûr Bartin:: Kurd yek jî hîmên esasî yên paşerroja demokratîk a vî welatî ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 8’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Hewlêrê çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bêdengiya li hemberî talankirina xwezayê sûcekî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    PDK ji bo rêyên li xaka xwe, destûr ji Tirkiyeyê digre

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkukê ceza li mamosteyê ku posterê şehîd Ziyad Heleb daleqandibû, hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altûn li Mexmûrê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqubeta rahênerê Kurd ê li Dehgolanê hat binçavkirin nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    PAJK: Azadiya Rêber Apo temînata aştiyê ya li Rojhilata Navîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tehrîka neheq ji bo sûcdaran vediguhere mekanîzmayeke parastinê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Ji dema Gurbetellî heta îro têkoşîna rojnamegerên jinên Kurd didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn bi xurtî bilêv bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Biryara AYM’ê dikare bibe sedem ku dema jin cihê bû, xwe hîn bêhtir bêçare bibîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda Bîr û Edaletê ya Jinan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Roja Reş wê veguhere roja azadiya gelan
Rojava

Roja Reş wê veguhere roja azadiya gelan

Rêber Apo ji bo komploya navneteweyî dibêje, "Ez dibînim ku komploya navneteweyî ya ku di 15’ê Sibatê 1999’an de pêk hat û min anîn Tirkiyeyê, yek ji wan bûyerên herî girîng ên kevneşopiya komploger a desthilata serdest de ye."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Sibat 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Komploya Navnetewî ya ku 9’ê Cotmeha 1998’an di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd destpê kir û di 15’ê Sibatê 1999’an de bi revandina Rêber Apo re dewam kir. Ev 26 sal in di şexsê Rêber Apo de gelê Kurd tê qirkirin. Lê li hemberî komployê berxwedana gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ranewestiya ye û heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were têkoşîn wê her bidome. 

Di sala 1978’an de PKK weke balindeya Hîma ji nav xwelîya dîrokê xwe afirandiye û bi xwe re vejîna gel û welatekî pêk anîye. PKK 1984’an vir ve bi şerê çekdarî bersiva hêzên komplogerê Lozanê dide û di şexsê dewleta Tirk de ji hemû dagirkeran hesabekê dîrokî dixwaze. Dewleta Tirk li hemberî Tevgera Azadiya Kurdistan bi hemû rê û rêbazan êrîşên tesfiye û îmhayê meşand, lê dîsa jî bê encamp ma û bi xwe mahkumî têkçûnê bû.

Serokwezîrê dewleta Tirk Tûrgût Ozal dît ku êrîşên qirkirinê encam nagirin, neçar ma rêbazê çareseriya demokratîk bifikire.  Ozal xwest vê rêbaze biceribîne, lê di sala 1993’an de hate kuştin. Piştî mirina Ozal di sala 1996’an de li hemberî Rêber Apo êrîşa sûîkastê pêk hat. Dema ev plan jî serneket dewleta Tirk a dagirker komploya navnetewî da destpê kirin û di encamê komployê de Rêber Apo 9’ê Cotmeha 1998’an ji Sûriyê derket û 15’ê Sibatê 1999’an de jî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve dîl hate girtin. Ev 26 sal in Rêber Apo di bin tecrît û îzalasyonek dijwar de ye.

PÊVAJOYA KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ

Rêber Apo ji bo komploya navnetewî dibêje, “Ez dibînim ku komploya navnetewî ya ku di 15’ê Sibatê 1999’an de pêk hat û min anîn Tirkiyê, yek ji wan bûyerên herî girîng a ku di kevneşopiya komploger a desthilata serdest de ye.”

Di çarçoveya lîstîkên siyasî û berjewendiyên qirêj de ji aliyê gelek hêzan ve li hemberî Rêber Apo komploya navnetewî hate pêk anîn. Serokwezîrê Tirkîyê ya wê demê Bûlent Ecevît vekirî gotibû ku DYA û Îsraîl di dîlgirtina Rêber APO de xwedî rolekê sereke ne. Lê li milê din jî îdîa dikir ku DYA tenê alîkarî kiriye, yê ku vê komployê kirine ew bixwe ne. Lê matmayî mayîna wî dest dida ku tiliyê herkesî di vê komployê de heye.

Rêber APO di destpêkê de berê xwe dide Îtalyayê. Piştre jî diçe Rûsya û Yewnanîstanê. Herî dawî jî neçar dimîne ku biçe Kendayê. Wê çaxê hemû hêz dixwestin ku cihan li Rêber Apo teng bikin, lê gerdûna Rêber Apo gelê Kurd bû û ji ber vê dîlketina xwe vala derxist.

Ya rast komploya navnetewî di sala 1996’an de dabûn destpê kirin. Wê çaxê serokê DYA Bîl Clînton û serokwezîrê Yewnanîstanê Kostas Sîmîtîs li hev dicîvin. Di 9’ê Cotmehê 1998’an de jî Rêber Apo ji aliyê NATO’yê ve ji Sûriyê tê derxistin. Rêber Apo di milekî de dixwaze berê xwe bide çiyayan, lê milê din de jî dixwaze vê pirsgirêkê di aliyê siyasî de çareser bike. Lewma neçar dimîne ku berê xwe bide Ewrûpayê. Lê dema diçe Ewrûpayê kesên ku soz dane, soza xwe nagirin û pişta xwe li Rêber Apo dizivirin. Ligel ku bixwe ji Rêber Apo re gotibûn were Ewrûpayê jî xwedî li doza azadiya Rêber Apo û Kurdistanê derneketin. Di encamê de li Kenyayê Rêber Apo teslîmî dewleta Tirk a dagirker kirin.

KOMPLOYA NAVNETEWÎ HÎN BERDEWAM E 

Ji berk u Rêber Apo xwedî felsefeyekî gerdûniyê komploya navnetewî pêk hat. Lewre hêzên hegemon dizanbûn ku bîrdoziya Rêber Apo tenê ji bo Kurdistanê nebû, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bû. Ji berk u Rêber Apo şoreşekê civakî çêkiribû û hêzên hegemon dixwestin Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin û şerê cihanê ya sêyemîn bidin destpê kirin Rêber Apo hedef girtin û vê komployê pêk anîn. Şoreşa civakî yê ku Rêber Apo pêk anî, li tevahî cihanê belav bû. Şoreşa sosyalîst a ku demokrasî, ekolojî û azadiyê jinê dike bingeh tê wateya têkçûna modernîteya kapîtalîst. Armanca sereke ya vê komployê pêşî girtina vê paradîgma û hişmendiya demokratîk bû. 

Îro hêzên hegemon di berdewamkirina komplo û pergala êşkence ya Îmraliyê de bi israr in. Lewre dixwazin Rêber Apo ji gerdûnê qut bikin û têkoşîna azadiya gelan têk bibin. Rêber Apo li hemberî vê komployê fikr û felsefeya xwe zêdetir gerdûnî kir û li ser pirsgirêkên hemû civakê lêhûr bû. Rêbertî her cure êrîşên derûnî û fizîkî yên dagirker û êşkencekaran xwe girtina rastiyan re pûç kir. Di hemû parêznameyên xwe de hem gerdûnîbûna mirovahiyê û hem jî mafên Kurdan diparêze. Bi berpirsyariyeke mezin azadiya xwe bi azadiya gelê xwe û ya hemû gelan ve girêda. Ji ber vê di her keliyê de nav tevgerê de bû. Rastiya Rêbertî ew e ku komploya navnetewî û pergala Îmraliyê ya ku dixwestin Rêbertî bifetisînin perçe kir û bû heqîqetekê gerdûnî. 

Rêbertî li gel ku di nav çar diwaran de bû her tim bi civaka xwe re jiyan kir. Ji bo Rêbertî dest ji civakê berdan dihat wateya dev ji mirovahiyê berdan e. Rêbertî digot, “mirov encax dikare bi cavaka xwe re hebe.” Hêzên komploger û dewleta Tirk a dagirker her xwestin Rêber Apo bixin cihanekî teng, lê Rêbertî cihana ferdparast nepijirand û di kesayeta gelê Kurd de komûnalîzmê ava kir. Rêber Apo bi berxwedana xwe ya dîrokî ya li Îmraliyê re komploya navnetewî vala derxist. Îro hemû gelên cihanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têdikoşin û vala derketina komployê bi çalakiyên cur be cur tînin ziman.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Em ê heya dawî girêdayî Rêberê xwe bin’
Nûçeya Pişt re ROJEVA 12’Ê SIBATA 2025’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Wezîrê Parastinê yê Letonyayê piştî ‘krîza ÎHA’yê’ îstîfa kir

Wezîrê Parastinê yê Letonyayê Andris Spruds piştî ku du başafirên bêmirov (ÎHA) ketin qada hewayî…

Ji aliyê Stêrk TV

Rapora MKG’ê: Meha Nîsanê 34 rojnamevan hatin darizandin

Li gorî rapora meha Nîsanê ya MKG'ê, li Tirkiyeyê zextên li ser rojnamevanan bi piralî…

Ji aliyê Stêrk TV

Cemîl Bayik: Em dixwazin siyaseta demokratîk bikin

Cemîl Bayik: Kurd ne hewl dide hinekan bike desthilatdar, ne jî hewl dide hinekan ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Komploya 9’ê Cotmehê li Rojavayê Kurdistanê bi xwepêşandanan hate şermezarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

‘Perwerdeya zimanê kurdî mafekî sereke ye’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li herêma Cizîrê çalakiyên li dijî komployê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ji gaziyên Kobanê soza parastina nirxan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?