Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Hevseroka MATUHAY-DER’ê Nûrten Karagoz anî ziman ku girtî û xizmên wan li helwesta dewletê ya ku ji bo pêvajoyê gavê neavêje dipirsin û diyar kir ku binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan dewam dikin.
Serwîn Mihemed û Şadî Semed ên ji Başûrê Kurdistanê ragihandin ku ji bo serketina pêvajoyê divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were û gotin, dewleta Tirk ji bo garantîkirina mafên gelê Kurd heta niha gavek neavêtiye.
Îbrahîm Aksoy ku piştî girtîhiştina ji 30 salan hate berdan, destnîşan kir ku gelê Kurd di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de alîgirê çareseriyê ye, lê belê ji bo rêveçûna pêvajoyê divê dewlet gavên şênber û cihê baweriyê biavêje.
Rejîma Îranê, li Rojhilat û Sistan-Belûcistanê mekanîzmayên zext û konrtolkirinê tund dike, muxalefeta hundirîn diçewisîne û rageşiyên derve jî ji bo rewakirina vê pêvajoyê vediguherîne amûreke sîstematîk.

