– Geşedanên piştî banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk wê bên şopandin.
– Festîvala Çandê ya Kurd a Navneteweyî wê îro li bajarê Dortmund ê Elmanyayê were lidarxistin.
– Lîstikvan Selen Uçer got, “huner evîndarê azadiyê ye” û xwest ku girtî bên berdan. Selen Uçer diyar kir ku divê ti kes ji bo vegotina aştiyê xwe nede paş.
– Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di rewşa heyî de hin xeteriyên xitimînê hildigire û got, gavên ji bo bêçekbûnê hatine avêtin divê bi sererastkirinên siyasî û hiqûqî bên destekkirin.
– Parlamenterê Stenbolê yê DEM Partiyê Celal Firat diyar kir ku hewl tê mayîn wisa nîşan bidin mîna ku navbera Elewî û Kurdan rageşî heye û got, divê hafizaya dîrokî ya Elewiyan nebe cepxaneya nîqaşên siyasî ya rojane.
– Li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê wê çalakiyên xizmên girtiyan û windayan bên şopandin.

