În, 25 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Doza 28 kesên ku ji protestoya çekên kîmyewî dihatin darizandin hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Milazgirê şehîd hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo çawişê pispor ê ku milê zarokekî şikandibû daxwaza cezayê ‘tehrîka neheq’ hat kirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi tonan darên ku li Bestayê hatin birîn bi kamyonan ji herêmê tên derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersimê Riza Altun hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê: Li girtîgehên Îdir û herêma rojhilatê Deryaya Reş gelek binpêkirinên mafan hatin tespîtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Îranê du Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altun li gelek bajaran hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê 6 mehan 13 kolber hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    18 roj in agahî ji Îlham Elîzade ku ji aliyê Îranê ve hatibû girtin, nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê Riza Altun û 10 şoreşgerên ku li Amedê hatin qetilkirin, bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pênûsa bîranînê û rêwîtiya Besê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Cezayê darvekirinê yê Erxewan Felahî hat rawestandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YJK-E’yê daxuyaniya li ser Enda Kala: ‘Bila berpirsiyarên parastinê bêne lêkolînkirin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê pêşnûme qanûna li dijî tundiya zayendî li komîsyonê hate erêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enda Kala li Coesfeldê li stargehekê mirî hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di 22 rojan de 12 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pervîn Buldan: Di pêvajoya pêşiya me de wê gavên bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Şande piştî serdanên li Silêmaniyê bi dawî kir daxuyanî da
Kurdistan

Şande piştî serdanên li Silêmaniyê bi dawî kir daxuyanî da

Şandeya rojnamevanan a ku ji bo Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin lêkolîn bikin hatin Silêmaniyê daxwazên xwe eşkere kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Şandeya rojnamevanên Ewropayê li ser banga ROJIN û Însiyatîfa Rojnamevanên Kurdistanê ji bo rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên di 23’yê Tebaxê de li navçeya Seyîdsadiq a Silêmanî ji aliyê dewleta Tirk ve bi balafira bêmirov hatin qetilkirin, hatin Silemaniyê. Şandeya ku ji rojnamevan Alice Magar, Emma Audrey, Dilêr Akreyî, Hendrîn Faraj Mohamed, Jallan Ziaei û Devrîm Alp pêk tê, 3 rojan li bajêr têkilî, hevdîtin û serdan pêk anîn. Şandeyê têkildarî çavdêrî û hevdîtinên xwe yên li bajêr li avahiya Rêxistina Parastin û Mafên Rojnamevanan METRO’yê daxuyanî da çapemeniyê.

Rêveberê METRO’yê Diyarî Mihemmed êrîşên li ser rojnamevanan şermezar kir. Mihemmed diyar kir ku rojnamevan xebateke girîng dimeşînin û li dijî êrîşên li ser rojnamevanan banga hevgirtin û têkoşînê kir.
Li ser navê şandeyê Hendrîn Faraj Mohamed ji ber derfetên ku dane wan spasiyên xwe pêşkêşî rayedarên METRO’yê kir û wiha got: “Weke her kes dizane, ji ber berjerwendî û berfirehkirina polîtîkayên şer ên hêzên herêmî û cîhanî, bandor li gelek civakên cîhanê bi taybetî li Rojhilata Navîn û Kurdistanê kiriye. Ji ber vê rewşê bi taybetî civaka Kurd û hemû civak di xwegihandina agahî û wergirtina nûçeyên rast de zehmetî dikêşe, lê di heman demê de, zexta rejîmên totalîter li ser medyayê bi awayên cûr bi cûr zêde dibe. Li gorî daneyên rêxistinên rojnamevanî, bi taybetî Rêxistina Rojnamevanên Sînoran Nasnakin, gelek hikûmet bi zext, girtin, binçavkirin û kuştina rojnamevanan mafê xwegihandina agahiyan asteng dike û ji bo rojnamevaniya azad lawaz bike her tiştî dikin.”

Mohamed bal kişand ser komkujiyên dewleta Tirk û wiha dewam kir:

“Di 23’yê Tebaxa 2023’yan de dewleta Tirk li nêzî gundê Teparaşî yê navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê wesayîta rojnamevanên Kurd ên girêdayî şîrketa Chatr Media Production bi balafirên bêmirov û roketan hedef girt. Di encama vê êrîşê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn şehîd bûn û rojnamevan Rêbîn Bekir jî birîndar bû.”

Mohamed peymana li dijî Kurdan a dewleta Tirk a bi Iraqê re bi bîr xist û bal kişand ser êrîşan û vê peymanê. Mihemed rojnamevan Mîrza Mûrad Îbrahîm ê ji Çira FM’ê piştî vê peymanê di êrîşa 8’ê Tîrmehê de şehîd bû jî bi bîr xist.

Mohamed bal kişand ser lêkolînên saziyên serbixwe û wiha domand: “Li gorî daneyên IFJ’ê di sala 2024’an de 120 rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê li cîhanê hatin qetilkirin. Di encama van polîtîkayan de, di 23’ê Tîrmehê de rayedarên Îranê cezayê darvekirinê li rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî birî.”

Mohamed derbarê hevdîtinên xwe de jî wiha axivî: 
“Em ji bo zehmetiya rojnamevan û medyaya azad ên li Başûrê Kurdistanê û bi taybetî ji bo bidawîkirina rewşa nîv-azad a li Silêmaniyê, me serdana Silêmaniyê kir. Gelek sazî, rêxistin, navend, sendîkayên ku mafên rojnamegvanan diparêzin û parêzgarê Waliyê Silêmeniyê re me hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinan de me li ser şehadeta rojnamevanan û êrîşên li ser rojnamevanan danûstendin kirin û ji bo lêkolînkirina dosyaya herdu şehîdan û çareserkirina pirsgirêkên rojnamevanan me gav avêtin. Şandeya me spasiya rêxistin, navend û sendîkayên ku bersiv dan daxwazên me dike.”

DAXWAZÊN ŞANDEYÊ

Mohamed li ser navê şandeyê ev daxwazên xwe bi raya giştî re parve kir:

“Divê ewlehiya rojnamevanan û şert û mercên guncav ji bo karê wan bê dabînkirin.

Divê mafê agahdarkirina raya giştî bêparastin.

Kesên ku rojnamevan kuştine bila bên cezakirin da ku em nebin şahidê kuştinên din ên wek Gulistan û Hêro.

Rojnamevan li ku bin û nêrîna wan çi dibe bila bibe, divê xwe weke malbatekê bibînin û bi hev re mafên xwe biparêzin û rastiyê bigihînin civakê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Şehbayê wesayîtek hat bombebarankirin
Nûçeya Pişt re Li Mêrdînê jinan bi berxwedanê bendên polîsan hilweşandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Mêrdîn, Sêrt û Amedê bîranîn sersaxiyên şehîdan

Li navçeyên Stewrê, Artuklu û Kerboran ên Mêrdînê ji bo şehîdên têkoşîna azadiya Kurd konln…

Ji aliyê Stêrk TV

Zeydan: Darbekar dê winda bikin, gel dê bi ser bikeve

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ku li şûna wî waliyê mêtinger hat tayînkirin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Hevdîtina DEM Partiyê ya bi EMEP’ê re: Divê desthilatdarî gavê biavêje

Serokê Giştî yê EMEP'ê Seyît Aslan piştî hevdîtina bi DEM Partiyê re axivî û diyar…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Îranê du Kurd hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Riza Altun li gelek bajaran hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Komîteya Koçberên Serêkaniyê banga vegerê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Encamên hilbijartinê ya li Rûsyayê hatin eşkerekirin: Partiya Putîn 349 kursî qezenc kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?