Şandeya ji Baurê Kurdistanê tevî hejmarek malbatên şehîdan ên bajarê Dêrikê serdana Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik kirin û gurzên gulan danîn ser gorên şehîdan.
Şande ji hevşaredara Mêrdînê û hevberdevka Komîteya Dîplomasiyê ya Rêveberiyên Xwecih Devrîm Demîr, hevşaredara navçeya Yenîşehîr a Amedê Safiya Aladag, hevşaredara navçeya Farqîn a Amedê Sevîm Bîçîçî, hevşaredara Tetwanê Belkîze Beştaş Epozdemîr û endama Komîteya Dîplomasî Rûken Demîr pêk tê.
Endamên şandeyê pesnê fedakariyên şehîdan dan û soza şopandina rêya wan da. Şande piştî pakrewangehê berê xwe da Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê.
Şandeyê îro piştî ku bi siyasetmedara Kurd Îlham Ehmed û gerînendeya herêma Qamişloyê Cîhan Hesam re re hevdîtin kiribû daxuyaniyek dabû çapemeniyê. Şandeyê diyar kiribû ku armanca wê ji serdanê ew e ku ezmûna rêveberiyên xwecih û şêwazê xebatên saziyan ji nêzîk ve nas nabe û rêgazên tevkariyê nîqaş bikin. Her wiha hêvî kir ku pêwendî di navbra saziyên Bakur û yên Rojava de xurt bibe û deriyên sînor werin vekirin da ku çûn û hatin di navbera her du aliyan de hêsan be.

