Bi beşdariya gelek welatiyên Binarê Qendîlê, bi pêşengtiya Meclisa Gel ya Binarê Qendîlê û Şaredariya Binarê Qendîlê, 28’emîn salvegera Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin û li cihê çalakiyê daxuyaniyek hate dayîn.
Daxuyaniya hevpar ya Meclisa Gel ya Binarê Qendîlê û Şaredariya Binarê Qendîlê ji aliyê Serwîn Celal ve hate xwendin.
Daxuyanî wiha ye;
“Îro 28’emîn salvegera Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan’e, ku armanc ew bû Rêber Apo ji gelê Kurd û tevgera azadiyê dûr bixin, dengê azadiyê bitepisîne û hesta me ya neteweyî tune bikin. Dewleta Tirk bi alîkariya hêzên hegemonîk û hêzên dagirker, ev komplo bi armanca tunekirin û bêdengkirina Tevgera Azadiyê di şexsê Rêber Apo de amade kiribû.
Rêber Apo piştî ku ji Sûriyeyê derket, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd berê xwe da Ewropayê. Lê Ewropiyan çareseriya pirsgirêka Kurd qebûl nekirin û pêşî li vê yekê girtin. Bi vî awayî, rûyê rastîn yê demokrasiya wan derket holê û li dijî qanûnên xwe derketin.
Tirkiye û hêzên hegemonîk yên sîstema kapîtalîst difikirîn ku bi girtina fizîkî ya Rêber Apo dikarin îradeya şoreşgerî ya gelê me bişkînin. Lê belê, berxwedana bêhempa ya Rêber Apo li Îmraliyê, têkoşîna gerîla û gelê me di 28 salên komployê de, raman û dirûşmeyên Rêber Apo ya ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Kesek Nikare Roja Me Tarî Bike’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bûn meşaleya rênîşanderiyaa hemû gelê Kurd.
Komploya li dijî Rêber Apo ne ku tenê têk çû, lê di heman demê de bû bingeha yekitiya mezintir a gelê Kurd û pêşxistina şoreşa demokratîk li seranserê Kurdistanê.
Em bang li gel, jin, ciwan, rêxistinên sivîl, hêzên demokratîk û hemû beşên civakê dikin ku me çawa komplo û sîstema tecrîdê vala derxist û bibin xist, werin em bi yekîtî, rêxistinbûn û bilindkirina asta têkoşînê; têkoşîna xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bidomînin.”

