Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Şaredariya AKP’ê her tiştê şaredariya Tetwanê firotiye!
Kurdistan

Şaredariya AKP’ê her tiştê şaredariya Tetwanê firotiye!

Li navçeya Tetwan a Bedlîsê ku di hilbijartinên xwecihî de ji AKP’ê derbasî DEM Partiyê bû, rêveberiya AKP’ê şaredariyek deyndar hişt.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Nîsan 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Şaredariya Tetwanê ya Bedlîsê ku di hilbijartinên xwecihî yên 2019’an de bi sextekariyê dabûn AKP’ê, di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de bi ferqeke mezin a dengan derbasî DEM Partiyê bû. Hevşaredarên ku mazbata xwe wergirtin, diyar kirin ku di kontrola ewilî ya şaredariyê de dîtine ku şaredarî di bin deynan de ye.

Di lêkolînên destpêkê de hat tesbîtkirin ku hema hema hemû mal û milkên şaredariyê hatine firotin û derket holê ku deynê şaredariyê nêzî milyarek û 500 hezar TL e.

Hevşaredarê Tetwanê Mumîn Erol çavdêriyên xwe yên destpêkê yên li ser rewşa şaredariyê ji ANF’ê re vegot.

‘AKP TETWAN DI BINÊ DEYNAN DE HIŞTIYE’

Erol diyar kir ku şaredarî di bin deynê nêzî 1 milyar û 500 TL’î de ye û diyar kir ku rêveberiya AKP’ê hema bêje her tişt firotiye û got: “Deynê şaredariyê nêzî 2 milyar e. Wesayiyeke xebatê jî nehiştine û hemû mal û milkên şaredariyê firotine. Me ji qeyûm şaredariyeke denyndar dewr girt.”

Erol anî ziman ku şaredarî di nava çirava deyn û gendeliyê de ye û got ku şaredarî anîne asta ku nikaribe bixebite. Erol destnîşan kir ku yekem tişta ku ew ê bikin ev e ku gendelî û nelirêtiyê tesbît bikin û wiha dewam kir: “Beriya her tiştî em ê lijneyeke teftîşê ya ku li ser gendeliya hatiye kirin lêkolînê bike, ava bikin. Em ê her danûstendina wan bikin, her gendeliyê bişopînin. Pêwîst e em lêkolîn bikin ka bi çiqasî firotine û dahatên wê çiqase. Di heman demê de, em ê xizmetên bingehîn ên şaredariyê ji bo peydakirina hemû pêdiviyên gelê xwe bidomînin. Bê guman ji ber kêmasiya derfetan dê pirsgirêkên me hebin, lê em ê bi îradeyek pir xurt bi ser bikevin. Em ê li ser gotinên xwe yên rê nedin gendeliyê bisekinin. Em ê bi zêdekirina çavkaniyan, bêyî ku tevlî gendeliyê bibin an jî destûr bidin ku wê were kirin, ji karûbarên xwe yên bingehîn dûr nakevin.”

‘EM Ê BI GEL RE ŞAREDARIYEKE ŞEFAF JI NÛ VE AVA BIKIN’

Erol anî ziman ku ew ê şaredariya şefaf li Tetwanê bi rêve bibin û daxuyand ku hemû lêçûn jî dê eşkere bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li ser rêgeza şaredariya şefaf, em difikirin ku hemû qeydên xwe yên muhasebeyê ji kontrolê re vekin. Em ê hemû bîlbordên reklamê dagirin. Gelê me wê bibe xwedî rayeya hesab pirsînê. Em ê hesabek ku ji kontrolê re vekirî ye çêkin. Me nuqteyên çopê yên şaredariyê diyar kirin, em ê bi qutkirina îsraf û gendeliyê şaredariyeke şefaf ji nû ve ava bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 13’Ê NÎSANA 2024’AN
Nûçeya Pişt re Enfal û bêhaybûn: Divê ev roj neyê jibîrkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

PJAK’ê piştgirî da karmendên tenduristiyê yên Îranê

Komîteya Tenduristiyê ya PJAK'ê piştgirî da karmendên tenduristiyê yên Îranê û bang li rêxistin, sazî…

Ji aliyê Stêrk TV

YE rakirina guhertina saetê xiste rojeva xwe

Komîsyona Ewropayê pêşniyara rakirina guhertina saetên havîn û zivistanê ji nû ve xiste rojeva xwe.…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Bi rêk û pêk nebaşî li girtiyan tê kirin’

Sekretera Giştî ya Komîsyona Girtîngeha a Baroya Amedê Reyhan Gok anî ziman ku bi rêk…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Orûç: Têkoşîna li dijî narkotîkê divê bi avakirina xeta civakî ya astengkirinê be

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?