Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê bi boneya salvegera 15’emîn a şehadeta yek ji fermandarên Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Rustem Cûdî (Rustem Osman), ku di 27’ê Îlona 2011’an de şehîd bûye, li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê yê girêdayî bajarê Dirbêşiyê merasîmê bîranînê lidar xist.
Şênî endamên saziyên sivîl, meclis, nûnerên partiyên siyasî, tevgerên ciwan û jinan beşdarî merasîmê bûn.
Merasîma bîranînê bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir, paşê Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Masûm Hesen axivî, rêwîtiya Rustem Cûdî bi bîr anî û behsa girêdana wî ya bi fikr û îdyolojiya Tevgera Azadiyê kir.
Hesen da zanîn ku di 50 salan de Tevgera Azadiyê têkoşîn kir, ew têkoşîn jî hişt ku hebûna Kurdan zindî bibe û dengê Kurdan bighîje qadên navneteweyî, qonaxa heyî ji bo parastina destkeftiyên şoreşê û pêkanîna daxwazên şehîdan, daxwaza hevgirtina şêniyan dike, her wiha divê girêdana bi nirxê aştiyê û jiyana hevbeş hebe.
Birayê şehîd Rustem Cûdî, Xelîl Osman bi navê malbatê axivî û diyar kir ku şehîd Rûstem Cûdî ji bo pêşxistina fikra xwe û berevaniya li ber azadiya hemû gelan xebat da meşandin û rêwîtiya wî ji bo malbatê bû cihê serbilindahiyê û wiha anî ziman: “Şehîd ew in ên ku bi xwîna xwe dîrokê dinivîsin, bi saya berdêlên ku şehîdan dane em îro dikarin herêma xwe biparêzin û xwe bighînin ewlehiyê.”
Merasîm bi serdana gora Şehîd Rustem Cûdî bi dawî bû.

