Pêncşem, 8 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji girtiyên Apoyî daxuyaniya ji bo ‘9’ê Cotmehê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi AKP’ê re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    DFG’ê Gûrbetellî Ersoz bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Li pêşiya azadiya Rêber Apo ti astengî nemaye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Divê em ji bo têkoşîna sala 29’an armancên mezin deynin pêşiya xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    KON-MED’ê li dijî komploya 9’ê Cotmehê banga tevlîbûna çalakiyan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Binarê Qendîlê 28’emîn salvegera Komploya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana taziyeya Şehîd Zozan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa gel a Şengalê: Bi sekn û helwesta Rêber Apo hemû komplo hatin têkbirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bêdengiya li hemberî talankirina xwezayê sûcekî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    PDK ji bo rêyên li xaka xwe, destûr ji Tirkiyeyê digre

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    PAJK: Azadiya Rêber Apo temînata aştiyê ya li Rojhilata Navîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tehrîka neheq ji bo sûcdaran vediguhere mekanîzmayeke parastinê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Ji dema Gurbetellî heta îro têkoşîna rojnamegerên jinên Kurd didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn bi xurtî bilêv bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Biryara AYM’ê dikare bibe sedem ku dema jin cihê bû, xwe hîn bêhtir bêçare bibîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda Bîr û Edaletê ya Jinan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Şehîdên Parîs û Silopyayê li gelek bajaran hatin bibîranîn
Jin

Şehîdên Parîs û Silopyayê li gelek bajaran hatin bibîranîn

Tevgera Jinên Azad (TJA) jinên têkoşer ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê û 4'ê Çileya 2016'an li Silopiyayê hatin qetilkirin bi bîr anî.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Çile 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Ji bo bîranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di sala 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir, Fatma Uyar a di sala 2016’an de li Silopiyayê hat qetilkirin û Evîn Goyî di 2022’yan de li Parîsê hat qetilkirin li gelek bajaran merasîmên bîranînê hatin lidarxistin. Gelek kes beşdarî merasîmên bîranînê yên li Amed, Êlih û Sêrtê li gelek bajaran hatin lidarxistin, bûn.

AMED: EM NE DI ŞÎNÊ DE NE, EM BI HÊRS IN

Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê Sûltan Yaray, rêveberên TJA û DBP’ê û gelek welatî beşdarî bîranîna ku li navçeya Pasûr a Amedê hat lidarxistin, bûn.

Li salona ku bîranîn hat lidarxistin pankarta “Em ne di şînê de ne bi hêrs in, bi hêrsa xwe têkoşîna xwe bi rêxistin dikin” û wêneyên jinên hatin qetilkirin hatin daliqandin. Beşdaran gelek caran dirûşmeyên “Şehîd namirin” berz kirin û ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz girtin. 

Hevseroka DBP’ê ya Amedê Sûltan Yaray di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna jinan û got, “Li cihekî weke Parîsê sê jin bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Her wiha hevalên me Sêvê, Fatma û Pakîze jî hedef hatin girtin.” Sûltan Yaray diyar kir ku azadiya gelê Kurd wê bi têkoşîn û berxwedana jinê pêk were. 

Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya diyar kir ku Komkujiya Parîsê di pêvajoya hevdîtinên Îmraliyê de pêk hat û got, “Ev komkujî bi awayekî vekirî nîşan dide ku aştî û têkoşîna jinê hedef hatiye girtin.”

LI ÊLIHÊ BANGA PIŞTGIRIYA TÊKOŞÎNÊ HAT KIRIN

Merasîma bîranînê li avahiya DEM Partiyê ya Hezo ya Êlihê hat lidarxistin. Jinên li bajêr, çalakvanên TJA û Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Songul Korkmaz beşdarî çalakiyê bûn. Li salona bîranînê wêneyên jinên hatin qetilkirin hatin daliqandin û sînevîzyona der barê jinan de hat pêşandan. 

Songul Korkmaz di bîranînê de axivî û diyar kir ku jin bi awayekî sîstematîk hedef tên girtin û destkeftiyên wan rastî êrîşan tên. Songul Korkmaz wiha got: “Xeyalên hevalên me azadiya jinan, gelê Kurd û Birêz Abdullah Ocalan bû. Em ê bi xwedîderketina  xeyalên wan têkoşîna xwe bidomînin.” 

SÊRT: JIN JIYAN AZADÎ

Bîranîna li Sêrtê li avahiya DEM Partiyê ya bajêr hat lidarxistin. Di bîranînê de sînevîzyona li ser têkoşîna jinên hatine qetilkirin hatibû amadekirin hat pêşandan. Piştî sînevîzyonê jinan soza berdewamkirina têkoşîna jinên hatine qetilkirin dan. Merasîma bîranînê bi berzkirina dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Nobeta li ser sînor dewam dike: Em li pişt peyama Abdullah Ocalan in
Nûçeya Pişt re Şehîdê QSD’ê Ehmed Mihemed hate veşartin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Bi xwendina pirtûkan jiyana mirovan tê xemilandin’

Ciwanên ku tevlî pêşengeha Şehîd Herekol a Pirtûkan bûne diyar kirin ku bi xwedinê mirov…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partî: Divê girtiyên siyasî tavilê bêne berdan

Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya DEM Partiyê bal kişand ser biryarên Komîteya Wezîran a…

Ji aliyê Stêrk TV

Dadgehê îtiraza CHP’ê red kir

Îtiraza parêzerên CHP'yî ku li biryara "Bêhukmiya Teqez" kiribûn, ji aliyê Daîreya Hiqûqê ya 36'emîn…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Şandeya jinan a ji Bakurê Kurdistanê çû Rojava serdana Pakrewangehê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Binarê Qendîlê 28’emîn salvegera Komploya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji girtiyên Apoyî daxuyaniya ji bo ‘9’ê Cotmehê’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Heyeta Îmraliyê bi AKP’ê re civiya

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?