Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê îro ji bo veşartina cenazeyên şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk Xebat Efrîn (Mihemed Mamo) ku di 26`ê Çileyê de li Reqayê şehîd bûbû û Gabar Qamişlo (Siûd Mehmûd) ku di 20`ê Nîsanê de li Tirbespiyê ji ber krîza dil şehîd bûbû, merasîmek li dar xist.
Merasîm li Goristana Şehîd Delşîr a li gundê Dugirê pêk hat. Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Muhyedîn Hesen axivî û destnîşan kir ku gelê Kurd ji bo azadiya xwe û parastina axa xwe qurbaniyên mezin dane û bi hevgirtina bi civakên din re kariye terorê têk bibe.
Hesen ev lê zêde kir: “Îro em malbatên şehîdan, careke din dicivin da ku xatir ji şehîdekî din bixwazin û soza xwe ya şopandina şopa şehîdên xwe dubare bikin heta ku edalet, azadî û wekhevî li Sûriyeyê pêk were.”
Li ser navê Kongra Îslama Demokratîk mela Silêman Ebduletîf axivî û bal kişand ser nirxê bilind ê şehîdan di hemû olan de.
Endamê Ofîsa Têkiliyan a QSD`ê ya Tirbespiyê Seyîd Medyan jî diyar kir ku rêzgirtina ji şehîdan û qurbaniyên wan ên mezin re sozek e ku QSD ji damezrandina xwe ve daye û ev yek dihêle ku ew Sûriyeyê ji terorê biparêze û civakeke azad û demokratîk ava bike.
Piştre, belgenameyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyên şehîdan di nav tilîliyên dayikan û dirûşman de spartin axê.

