Sêşem, 14 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 5 kesan cezayê darvekirinê hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Aştî û civaka demokratîk xala me ya bingehîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên siyasî yên li Îranê bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Antalyayê 3 girtiyên di greva birçîbûnê de rakirin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo ‘Çarşema Sor’ peyamek dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê êrişa çekdarî ya li dibistanê: Herî kêm 13 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê qurbaniyên komkujiyên Enfalê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Cejna Çarşema Sor pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA ber bi Gemlîkê ve dimeşe: Divê aliyê civakî yê hevdîtinan bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qetilkirina Rojîn Kabaîş ronî bikin, dawî li gefên ser malbatê bînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê peyama sersaxiyê: Em ê dilsozê mîrateya Zeynep Cansiz bimînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di şerê 40 rojî de nêzî 500 jinan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê aqûbeta 3 jinên hatine binçavkirin, ne diyar e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Serhildêrekî nemir: Fîras
Rojava

Serhildêrekî nemir: Fîras

Fîras ne tenê şervanek e, serhildanek e ku di bîra gel de xwe nemir bû. Dema li kolanên Kobanê mezin bû, şoreş û hêvî di çavên xwe de xemiland. Bi ser dorpêçkirina Kobanê ve çû. Piştre berê xwe da Minbicê û herî dawî jî nemiriye...

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Hin nav di toza demê de winda dibin, hinek jî di dirêjahiya temenan de deng vedidin, mîna giriyê ku nayê jibîrkirin. Dem navê her kesî li ser keviran nanivîse. Lê belê gel kesên ku ji bo wan canê xwe didin dihewînin cihên herî xurt ên bîrdariyê. Bi bêdengî derdikevin, lê şopên ku dihêlin dibin deng, gotin û rê… Kobanê ne tenê bajarekî li ser sînor bû, wextekê weke rûmeta gelan dihat hesibandin. Erdê wê bi bombeyan, dîwarên wê bi sondê hatibû dorpêçkirin. Berxwedan di her kevirekî de veşartî bû, di her goşeyê de hêvî hebû. Di kolanên wê de ku bi xwîn û rondikên çavan hatine kolandin, serpêhatiyên jiyanî bûbû destan. Dilên ku di bin agirê dijmin de jî nedifiriyan, bajar bi hezkirinê hişyar dikirin; bû sembola aştî û berxwedanê. Li gundê Dadêlî yê li ser sînorê bajarekî bi vî rengî, tevî birayê xwe yê cêwî, di nava malbateke ji neh kesan de ji dayik bû. Bi hilgirtina bîhna axê, fişneya bayê û awazên têkoşîna azadiyê ya Kurd di guhên xwe de, di nava bêdengiya mazlumi de mezin bû.

AXA KU LÊ JI DAYIK BÛ DI BIN DORPÊÇÊ DE BÛ 

Sala 2014’an ji bo Kobanê bû destpêka rojên tarî. Êrîşên bêeman ên DAIŞ’ê, Rêber û cîhana malbata wî serûbin kir. Malbat ji bo zarokên xwe di bin siya gefan de biparêzin neçar man koçî bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê bikin. Lê belê bahoza di dilê Rêber de dibariya kêm nebû. Bi her roja bihîst ku Kobanê di bin dorpêçê de ye re hêrs û hesta dilsoziyê ya di hundirê wî de mezin dibe, hîn bêhtir kûr bû. Sibehekê piştî ku xatir ji malbat û cîranên xwe xwest, biryar da sînor derbas bike û got, ‘ez deyndarê dilsoziya bi vê xakê re me’. Ji nişka ve sînorên tarî derbas kir û vegeriya axa lê ji dayik bû, vegeriya dilê gelekî yê berxwedanê. Bi agirê azadiyê yê di çavên wî de û baweriyek ku nayê şikestin di dilê xwe de tevlî berxwedanê bû. ” Navê xwe veguherand Fîras “, bi navê serhildanê tacîdar kir .

Hê di 17 saliya xwe da êşa mirovekî li ser zarokatiya xwe li xwe kiribû. Ne tenê çek, sembola rûmetê hembêz kir û rêya serhildanê hilbijart. Ji ber ku ew giyanekî ne tenê ji bo jiyanê hatibû terxankirin; Ji bo nirxên ku hêjayî mirinê ye, dilsoz bû. Ne tenê ji bo şer, ber bi siberojeke sondxwarî ve bi gavên biryardar meşiya… Li pişt her eniyê, li pişt her xendeka ne tenê şervanek bû, zarokekî gel bû ku bê teredût baweriya xwe li xwe dikir. Bîranîn zarokatiyê yên bi dengê çekan li kolanên Kobanê tevlîhev bûn, êdî bûbû dengvedana berxwedanê. Lê li vir ranewestiya.

BI SERKETINÊ NESEKINÎ, MARATONA AZADIYÊ DEWAM KIR

Dema ku dihat gotin Kobanê ket, lê piştre bi berxwedanê rabû ser xwe, serketineke serhişkî û baweriya yên mîna Fîras bû. Fîras bi vê serkeftinê ne razî bû. Agirê berxwedanê venemirîbû; eniyên nû û têkoşînên nû piştî Kobanê li benda wî bûn. Ber bi Bendava Tişrînê, piştre Minbicê ve bi rê ket… Bi her pêngavê re ji bo gelê xwe, axa xwe û şerefa xwe meşiya. Di her pêngavê de ji hevrêyên xwe yên ku li kêleka wî şer dikirin û cesaret dida gelê xwe hêvî dianî. 20’ê Hezîrana 2016’an… Dema ku hemleya rizgarkirina Minbicê dewam dikir, Fîras careke din li pêş bû. Wê rojê gule ne tenê li bedenê ketin, di heman demê de li kurê herî ronî yê neteweyekê xistin. Lê wê rojê fîras nedihat gotin ku ‘miriye’. Di dilê gelê xwe de dest bi jiyanê kir, mîna deriyekî li azadiyê vekiriye. Minbic hat rizgarkirin; Fîras jî…

Mirinê nekarî wî bêdeng bike. Ji ber ku ne bi mirinê, bi jiyanê re li dîrokê hate nivîsandin. Îro navê wî ne li ser kevirekî gorekê, lê di her barîkatê de, di her laleyekê de, li ber çavên her zarokî deng vedide. Navê zarokekî derbas kiriye û bûye rûmet, dilsozî û serhildana bêdawî ya gel…

JI GOTINÊN DAYIKA XWE…

‘Kurdistan ji zarokên me şêrîntir e’ Ev gotin sond e, baweriyek e ku ji lêvên dayika şehîd Fîras Caziya Hiso, qêrîneke dayika ku çarenûsa gelekî girtiye ser milê xwe. Ew dayikeke berxwedanê ye ku kurekî leheng, şervanê azadiyê Fîras li dilê Rojava ji dayik bûye, lê serê xwe natewîne. 

Dayika wî qala kurê xwe dike, ku nikare wî di nava erd û ezmanan de bihewîne: “Rêber ne zarokekî ji rêzê bû yek ji zarokên şoreşê bû. Ji temenê biçûk ve xwedî hişmendiyeke ku êş û hesreta gelê xwe hîs dikir. Mala me bi salan e ji bo gerîlayên tevgera azadiyê cihê komkirinê ye. Rêber di temenekî pir ciwan de bû rêhevalekî hevalên xwe. Bi her hevalî re mezin û xurt bû. Dengên dengê çekan ne tirsê lê hêvî û biryardariya wî vedihewîne. Ew êdî ne zarok bû; leşkerekî ku ji bo pêşeroja gelê xwe têdikoşiya bû.

Çû bû li bajarê Amed a Bakurê Kurdistanê kar kiribû Piştre, çawa ku êrîşên DAİŞ’ê dest pê kirin, em jî çûn wê derê. Dema min bihîst dorpêçiya li Kobanê her diçe teng dibe, min sînoran derbas kir û got ‘Deynê min ê dilsoziya bi vê xakê re heye’ û çûm axa lê ji dayik bûme. Ji me re negotibû, lê belê weke dayikekê min nebûna wî hîs kir. Mîna her dayikê dilê min jî dihejiya, lê belê min jî rastiyeke din di dilê xwe de hildigirt. ‘Min ev yek ji aliyê dil ve nas kir. Rêça xwe ji xwe re bijart Ew êdî şervanekî şoreşger bû’

Kengî fersenda wî hebûya, li min digerîya û tiştên ku şahidîya wî kiribû ji min ra bigota. Piştî azadkirina Şêxlerê Jêr û Jor hat ser sînor, em jî çûn wî nas bikin. Me bi hesreta mezin hev hembêz kir. Dîsa jî têr nebû , piştre berê xwe da Tişrînê . ‘Weke dayikekê divê ez xaka xwe biparêzim. Min soz daye van xakan û ez ê li cem gotina xwe bisekinim’. Ew ber bi rê ve çû. Di serî de Tişrîn, piştre jî Minbicê. Bavê wî ji bo dîtina wî çû bû Minbicê. Dema vegerîya min hîs kir ku tiştek xelet e. Dilê min di nava aloziyê de bû. Piştre hîn bûm ku ew şehîd bûye û cenazeyê wî ber bi Kobanê ve tê anîn. Min ew li axa ku ji bo wî şer kir defin kir. Em îro dikarin bi saya lehengên mîna wî azad bijîn. Em ê her tim li ser şopa wan bin.”

‘BI SAYA WAN EM DIKARIN ÎRO BI RENGEKÎ AZAD BÊHNÊ VEDIN’

Bavê wî Omer Silêman jî dema ku zarokê xwe bi hesreteke mezin di salvegera şahadeta xwe de bi bîr tîne wiha diaxive:

‘Fîras ne tenê navê zarokekî ye. Ew meşaleya azadiya Rojava ye, lehengê gel e, rûmeta neteweyekê ye. Rondikên dayika wî tijî hêvî ne û gotinên bavê wî bi biryardariyê dagirtî ne. Bi saya şehîdên xwe me nasnameyek bi dest xist. Em bi saya wan ziman, çand û namûsa xwe dijîn. Ji bo nifşên nû wê bibin pisûla. Ev çîroka bangekê ye, ne xatirxwestinek e. Bi hezaran ciwanên mîna Fîras li çiyayên Kurdistanê, li kolanên Kobanê, li nava refên azadiya Rojava sond xwarine û gotine ‘Em ji bo vî gelî hene, ji bo vê xakê em canê xwe feda dikin’. Em bi rûmeteke mezin dibêjin , ‘Hevrê Fîras , rêya te rêya me ye !’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOBANÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şerê Îsraîl-Îranê: Zêdeyî 60 balafiran li Tehranê xistin, Fordo di hedefê de ye
Nûçeya Pişt re Aykan Sever: Şer dikare demeke dirêj dewam bike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Em ê heta dawî li ber xwe bidin, divê gelê me jî li her deverê li ber xwe bide!’

Şervanên QSD, YPG û YPJ’ê li dijî êrîşên çeteyên dewleta Tirk, DAÎŞ û HTŞ’ê bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Aldar Xelîl: Ji bo xwedîderketina li wateya Newrozê divê yekîtî pêk were

Aldar Xelîl li pîrozbahiya Newrozê axivî û got, "Ji bo destnîşankirina wateya rasteqîn a Newrozê…

Ji aliyê Stêrk TV

Karasu: Êdî ne dema gotinê, dema kirinê ye

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu, biryara vekişîna gerîla ji Tirkiyeyê ji bo dewlet…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Azad Hesen ji bo Komeleya Îdarî ya Qamişloyê hat erkdarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Koma sêyemîn a koçberan gihîşt Efrînê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Kobanê cenazeyên 7 şehîdan hatin veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ji bo 7 şehîdan li Hesekê merasîm hate lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?