Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Seroka EFA’yê Lopez: Hewldana Ocalan mînak e ji bo cîhanê
Rojane

Seroka EFA’yê Lopez: Hewldana Ocalan mînak e ji bo cîhanê

Seroka Tifaqa Azad a Ewropayê Lorena Lopez de Lacelle diyar kir ku hewldanên aştiyê yên Rêber Apo ji bo cîhanê mînak e û got, “Azadiya Ocalan wê pêvajoyê bi ser bixîne.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Îlon 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Seroka EFA Lorena Lopez de Lacelle destnîşan kir ku bicihanîna ‘mafê hêviyê’ û azadiya Rêber Apo ji bo pêvajoya danûstandinan a bi Tirkiyeyê re ku divê bi rengekî wekhev bê meşandin gelekî girîng e.

Tifaqa Azad a Ewropayê (European Free Allience/EFA) di bin sîwana Parlamenta Ewropayê de xwedî 41 pêkhateyên partiyên siyasî yên ji 19 welatên cuda ye. Seroka EFA’yê Lorena Lopez de Lacelle pêvajoya ku Rêber Apo da destpêkirin û ‘mafê hêviyê’ ji ANF’ê re nirxand.

HELWESTA AŞTIYÊ YA ABDULLAH OCALAN Û PKK’Ê GELEKÎ BI WATE YE

Seroka EFA’yê Lorena Lopez de Lacelle bi bîr xist ku tifaqa wan mafê diyarkirina paşeroja xwe ya tayînkirina çarenûsa xwe ya gelan diparêze, lewma pêvajoya ku Rêber Apo û PKK’ê da destpêkirin gelekî hêja û bi wate dibînin û got, “Dema ku mirov rewşa şer û pevçûnê ya heyî ya li cîhanê didin pêş çavên xwe, weke tifaqê em biryardariya li ser aştiyê gelekî girîng û hêja dibînin. Lêgerîna PKK û Ocalan a ku tundî sekinandin û li gel gelên li Tirkiyeyê li çareseriyeke aştiyane û demokratîk digerin, agahiyeke gelekî baş e. Bêguman fikarên me hene. Piştî banga Ocalan Erdogan jî reaksiyoneke erênî nîşanî pêvajoyê da. Mixabin li gel dema ku di ser re derbas bûye hîn pêşketinek nebûye ku ev yek me dixe nava fikaran.”

FIKARÊN ME JI BER ERDOGAN Û HIKUMETA WÎ NE

Lorena Lopez de Lacelle destnîşan kir ku ew girîng dibînin ku di bin sîwana meclîsê de komîsyonek hatiye avakirin, piştgiriyê didin karên komîsyonê û bi vî rengî dewam kir, “Di pêvajoyeke bi vî rengî de zext û êrîşên li ser partiyên li muxalefetê fikarên me hîn zêde dikin. Fikarên me ji ber Erdogan û hikumeta Erdogan in, ji ber ku em baş zanin ku li vî welatî ne tenê Kurd daxwaza aştiyê dikin, di heman demê de beşeke mezin a gelê Tirk jî aştiyê dixwaze.”

DIVÊ EM PIŞTGIRIYÊ BIDIN HEWLDANÊN AŞTIYÊ

Lorena Lopez de Lacelle anî ziman ku ew fikir û hewldaên Rêber Apo ne tenê ji bo Tirkiyeyê her wiha ji bo tevahiya cîhanê weke ronahiyekê dibînin û got, “Bêguman ev hewldanên Ocalan bi esasî ji bo Rojhilata Navîn girîng in, lê belê di heman demê de li Ewropayê jî xwedî bandoreke mezin e. Ev nirx ji bo cîhanê bi temamî derbasdar e. Ocalan bi vê helwesta xwe re nîşan da ku li cîhanê lîder hene ku di pêvajoyeke bi vî rengî de daxwaza aştiyê dikin û di vê daxwazê de jî bi israr in. Ji ber vê yekê em siyasetmedar, rewşenbîr û derdorên cuda ji civakan divê piştgiriyê bidin hewldanên aştiyê yên li Tirkiyeyê. Gelekî girîng e ku Kurd vê pêvajoyê bi navê ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ pênase dikin. Di bingeha vî karî de kes li derve nayê hiştin, tê xwestin ku her kes bibe parçeyek ji vê pêvajoyê. Lewma ji bo pêvajoyeke ku ji bo her kesî heman daxwazê wekheviyê tê kirin, tenê mirov dikare piştevanê wê bin.”

‘MAFÊ HÊVIYÊ’ DIVÊ BI CIH BÊ ANÎN

Lozep de Lacelle ji bo serketina pêvajoyê işaret bi girîngiya azadiya Rêber Apo kir û anî ziman ku delweta Tirk divê li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) tevbigere û ‘mafê hêviyê’ bi cih bîne. Lopez de Lacelle bi dewamî got, “Em piştgiriyê didin daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji bo Ocalan û divê ev biryar tavilê bi cih bê anîn. Divê dewleta Tirk li gorî berpirsyariyên xwe tevbigere û biryara ‘mafê hêviyê’ ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê pêk bîne. Divê ‘mafê hêviyê’ bi zelalî bi cih bê anîn, ji ber ku mafê her mirovî ye ku nêzîkatiyeke bi rûmet lê bê kirin. Pêwendiya vê yekê bi rûmeta mirovan heye. Lîderekî ku 26 sal in hema bibêje timî di tecrîdê de ye, ne cezayekî cezakirinê dikişîne; ev yek rewşeke welê ye ku li dijî hiqûqa navneteweyî ye.

XWEDÎ HÊZ Û WÊ OTORÎTEYÊ YE KU DIKARE AŞTIYÊ PÊK BÎNE

Ocalan ku gelek caran îradeya qedandina şer a bi rêyên aştiyane nîşan da, ji bo fesixkirina PKK’ê bang kir, bi şewitandina çekan karên baskê leşkerî bi dawî kir, lîderekî gelekî girîng e. Pêkanîna ‘mafê hêviyê’ û azadiya Ocalan ji bo pêvajoya danûstandinan a bi Tirkiyeyê re ku divê bi rengekî wekhev bê meşandin gelekî girîng e. Ocalan ji bo pêkanînê xwedî otorîte û hêza pêwîst e. Lewma Erdogan û hikumeta Erdogan divê di şexsê Ocalan de kapasîteya xwegihandina aştiyê nas bike.”

NIFÛSA KURD DIJMINÊ TIRKIYEYÊ NÎNE

Lopez de Lacelle destnîşan kir ku demokrasiya rasteqîn bi naskirina mafên hindikahiyan hemûyan dibe û got, “Dewlet nabe ku cihêrengiyê weke dijmin bibîne. Nifûsa Kurd a li Tirkiyeyê dijminê Tirkiyeyê nîne. Yekane daxwaza Kurdan ew e ku hurmet ji zimanê wan, kevneşopiya wan, rêbaza wan a jiyanê û mafê demokrasiyê re bê nîşandan. Divê Tirkiye vê rastiyê bibîne û li van daxwazên esasî qebûl bike.”

DIVÊ KONSEYA EWROPAYÊ Û SAZIYÊN WÊ ZEXTÊ BIKIN

Lopez de Lacelle anî ziman ku ji bo bicihanîna ‘mafê hêviyê’ û serketina pêvajoya li Tirkiyeyê divê saziyên Konseya Ewropayê gavên şênber biavêjin û got, “Konseya Ewropa û welatên Yekîtiya Ewropayê divê baweriya xwe bi wê yekê bînin ku dem hatiye li Tirkiyeyê aştî pêk were û li ser vê bingehê tevbigerin. Ji bo serketina vê firsenda ku Ocalan pêşkêş kiriye divê piştgiriyê bidin pêvajoyê. Ji bo azadiya Ocalan divê zexteke dîplomatîk li Tirkiyeyê bikin. Eger Tirkiye di bêhiqûqiyê de israr bike divê li ser betalkirina têkiliyên dîplomatîk û aboriyê yên bi Tirkiyeyê re bifikire.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 16’Ê ÎLONA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Mîrxan Karker: Civaka ku herî zêde li Îslam a Demokratîk vekirî ye Kurd e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KJK’ê bang li jinan kir: Pêşengiyê ji têkoşîna li dijî dagirkeriyê bikin

KJK'ê peyamek ji pîrozbahiya Newrozê ya li Qendîlê re şand û bang li jinan kir…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Îranê ji ber germahiya zêde saziyên fermî hatin girtin

Li Îranê ji ber germahiya zêde û zêdebûna xerckirina enerjiyê li 31 eyaletan 15 saziyên…

Ji aliyê Stêrk TV

Nobetdarên Azadiyê: Çi pêwîst be em ê ji bo Rêber Apo bikin

Nobetdarên Azadiyê yên li Mexmûrê diyar kirin ku heta tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?