Şewata daristanan a li bajarê Spokane ya eyaleta Washingtonê ya DYE’yê bû sedema hilweşîneke mezin. Rayedaran diyar kirin ku bi sedan avahî û xanî bi temamî şewitîn, bi hezaran mirov jî ji herêmê hatin veguhestin.
Şaredara Spokaneyê Lisa Brown bi civîneke çapemeniyê diyar kir ku bi sedan avahî hilweşiyan û got, “Em hîn dinirxînin bê tiştek bi kesî hatiye yan na.”
Şefê herêmê John Nowels jî diyar kir ku heta niha nehatiye piştrastkirin ku tiştek bi kesî hatiye, lê belê ji ber mezinahiya felaketê dibe ku bîlanço biguhere.
Li gorî agahiyên CNN’ê, ji ber sê şewatên li Spokane û derdora wê qadeke ji 2 hezar û 180 hektarî bû xwelî.

