Sêşem, 14 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 5 kesan cezayê darvekirinê hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Aştî û civaka demokratîk xala me ya bingehîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên siyasî yên li Îranê bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Antalyayê 3 girtiyên di greva birçîbûnê de rakirin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo ‘Çarşema Sor’ peyamek dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê êrişa çekdarî ya li dibistanê: Herî kêm 13 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê qurbaniyên komkujiyên Enfalê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Cejna Çarşema Sor pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA ber bi Gemlîkê ve dimeşe: Divê aliyê civakî yê hevdîtinan bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qetilkirina Rojîn Kabaîş ronî bikin, dawî li gefên ser malbatê bînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê peyama sersaxiyê: Em ê dilsozê mîrateya Zeynep Cansiz bimînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di şerê 40 rojî de nêzî 500 jinan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê aqûbeta 3 jinên hatine binçavkirin, ne diyar e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Şoreşê wêjeya Modernîteya Demokratîk afirand
Çand û Hûner

Şoreşê wêjeya Modernîteya Demokratîk afirand

Şoreşa Rojava kir ku wêje jinûve çêbibe; bi dewlemendiya pirzimanî berhemên ku zanebûna civakê zêde dike, ji gel re hatin pêşkêşkirin. Fûara Pirtûkan a Şehîd Herekol bû semboleke xurt a vê guhertinê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Çirûska şoreşê ya ku di sala 2012’an de li Kobanê vêket, bû werçerxeke ku Şoreşa Rojava mohra xwe li dîrokê xist. Ev şoreş ji têkoşîna leşkerî û siyasî wêdetir, pêvajoyek bû ku bû sedemê jinûve şînbûna wêje, huner û fikir. Di dema rejîma Baasê de azadiya xwe îfadekirinê bi awayekî ku têk neçe, hate çewisandin. Nivîskaran nedikarîn fikrên xwe bi rengekî azad diyar bikin, ango pir zorî dikêşandin. Zimanên dewlemend ên gelan hatin înkarkirin, zimanê fermî tenê weke Erebî hatibû diyarkirin. Nivîskarên ku berhemên Erebî didin, eger di îdeolojiya rejîma Baas de guncaw nemînin berhemên wan tenê bi qedexekirinê namînin; di heman demê de tên şewitandin, komkirin yan jî tên girtin û bi vî rengî tên bêdengkirin. Ev dema tarî afirêneriya hunerî asteng dike û di asteke cidî de azadiya fikrî ya mirovan tehdît dike. Lê belê Şoreşa Rojava vê tahakuma demdirêj şikand, feraseteke wêjeyê ya nû, cîhaneke fikran a dewlemend û zanebûneke civakî zindî kir. Bi şoreşê re şêwazekî îfadekirinê ya bi pirzimanî û pirçandî çêbû û ji bo ziman û çîroka gelan jinûve zindî bibe, zemîn amade kir. Nivîs, helbest û berhem bûn sembola piştevanî, berxwedan û hêviyê. Nivîskar êdî bêyî ku di bin tirs û zextê de bimînin dikarin rastiyên civakî, têkoşîn û xeyalan binivîsin. Wêjeya nû ya li Rojava çêbûyî, îfadeya dewlemendiya çandeke berfireh, rewşa mirovahiyê û hafizaya kolektîf e. Ev wêje êşên dîrokî, çîrokên berxwedanê û lêgerîna azadiyê tîne ba hev û bangeke gerdûnî jî di nava xwe de dihewîne. Em bandora van bangan jî di Fûara Pirtûkan a Şehîd Herekol de dibînin.

143 HEZAR PIRTÛK JI XWÎNERAN RE HATIN PÊŞKÊŞKIRIN

Fûara Pirtûkan a Şehîd Herekol cara ewilî 20’ê Tîrmeha 2017’an destpê kir. Ev fûar ji bo hezkiriyên wêjeyê bûye cihekî hevdîtinê û îsal cara 8’emîn deriyên xwe vekir. Fûar bi dirûşmeya “Em xwendinê bikin tarzê jiyanê” 15’ê Cotmehê destpê kir û piştî pêvajoya amadekariyê ya 4 mehan, pêk hat. 54 weşanxane û saziyên wêjeyê bi zêdeyî 15 hezar pirtûkan beşdar bûn û bi giştî 143 hezar pirtûk pêşkêşî xwîneran kirin. Gelek weşanger û nivîskarên ji Bakur, Başûr, Rojhilatê Kurdistan, Sûriye, Lubnan, Iraq, Belçîka, Îngilistan, Misir, Quweyt û Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî hatin, di vê festîvala wêjeyê ya bi coş de hatin ba hev. Qada fûarê ji dewlemendiyeke pirzanî ya mîna Kurdî (Kurmancî û Soranî), Erebî, Tirkî, Îngilizî, Rûsî, Fransî, Suryanî, Ermenî û Elmanî re malûvanî kir. Çîrok, roman, helbest, serpêhatî, şano, lêkolîn, felsefe, zanistên civakî, polîtîka, fikir, dîrok, ziman, rêziman, ferheng, pirtûkên zarokan û gelek berhemên cur be cur di rafan de bûn.

ZÊDEBÛNA BERHEMÊN KURDÎ

Nêzî nîviya pirtûkên di fûara îsal de hatine pêşkêşkirin, ji Kurdî pêk tên; her wiha, hema bêje nîviya wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine nivîsîn û ev yek jî hilberîneriya çandî ya herêmê radixe ber çavan. Di fûarê de berhemên jinên nivîskar jî xwedî cihekî taybet bûn; ji sedî 25’ê pirtûkên hatine pêşkêşkirin ji aliyê jinên nivîskar ve hatine nivîsîn, ev yek bal dikişîne ser girîngiya jinê ya ji bo wêjeyê. Li gorî salên borî hem temsîla jinên nivîskar hem jî zêdebûna berhemên di Kurdî de hatine nivîsîn, nîşan dide ku Rojava û rewşa wê ya wêjeyî ya li derdora wê bi rengekî dînamîk pêş ketiye. Pirtûkên Rêber Apo yên bi navê Şaristanî: Xwedayên Bi Maske û Serdema Qralên Nixumandî, Şaristaniya Kapîtalîst: Xwedayên Bê Maske û Serdema Qralên Tazî, Sosyolojiya Azadiyê, Li Rojhilata Navîn Krîza Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk û Çareseriya Netewa Demokratîk: Di Pencê Qirkirina Çandî De Parastina Kurdan ya bi 5 beşî, xwedî cihekî girîng bûn.

DI BERHEMÊN JINAN DE DESTNÎŞANKIRINA BERXWEDANÊ

Weşanxaneya Akademiya Jineolojiyê, dengê xurt ê jinên nivîskar bi dika wêjeyê da qezenckirin û bandora xwe ya balkêş didomîne. Di vî warî de berhemê Zozan Sîma ya bi navê “Notên Dersên Jineolojî”, ya Nagîhan Akarsel a bi navê “Xwelî” û ya Rojbîn Denîz a bi navê “Berxwedana Zeriyan” û gelek berhemên din, şahidiyên jinan, têkoşîn û cîhana wan a xeyalê bi rengekî xurt nîşan dide. Ev berhemên ji aliyê jinên nivîskar ve hatine nivîsandin, hafizayeke kolektîf, berxwedan û werçerxekê tîne ziman. Her pirtûkek hêmanên girîng ên guhertina civakî, têkoşîna azadiyê û wekheviya zayendî digire nava xwe. Bi taybetî ev xebatên ku di wateya Jineolojiyê de şêwe girtine, rola jinan a di nava civakê de, mîsyona wan a dîrokî û potansiyela wan a pêşerojê destnîşan dike û nîşan dide ku wêje di rastiyê de dikare bibe amûreke têkoşînê. Ev berhemên ku bi felsefeya kûr a “Xwelî” û vegotina balkêş a “Berxwedana Zeriyan” bûne yek, ji bo xurtbûna dengê jinan tevkariyê dike. Kovara “Asoya Jinan” a demsalî, di rafan de ji xwe re cihekî girîng bi dest xist û platformeke xurt pêşkêşî deng, nêrîn û ezmûnên jinan kir. “Asoya Jinan” mijarên cur be cur dinirxîne û nêrîn û têkoşîna jinan nîşan dide.

BI 11 BERHEMAN DI NAVA SZK’Ê DE CIH GIRT

Saziya zimanê Kurdî jî cara ewil beşdarî Fûara Pirtûkan a Şahîd Herekol bû. 11 berhemên wê yên di fûarê de hatin pêşandan di warê xurtkirina çandî û akademîk de xwedî roleke girîng in. Hewlên Saziya Zimanê Kurdî yên ji bo pêşketina ziman û wêjeya şoreşê, têkildarî zimanî pêşketina zîhniyeta civakê, bi rêya zimanî armanca veguhastina nirxên civakî û yên di pêşxistina wêjeya Kurdî de rê vedike ku ji aliyê xwîneran ve eleqeyeke mezin were nîşandan. Her wiha beşdarbûna Saziya Zimanê Kurdî ya ji bo fûarê di warê nasandina ziman û çanda Kurdî de gelekî girîng e.

BEŞA ZAROKAN JÎ ELEQEYEKE MEZIN DÎT

Bi armanca mezinkirina nifşekî nû ya girêdayî bingehên rast, di fûarê de ji bo zarokan jî beşek hate vekirin û di beşa zarokan de kovar, xêzeroman û çîrokan cih girt. Berhemên ku li ser mijarên weke jiyana kolektîf, aşitî, edalet, demokrasî û wekheviyê disekinin, gelekî bala zarokan kişandin. Ji ber vê yekê zarokan jî eleqeyeke mezin nîşanî pêşandanê dan. Her wiha di beşa zarokan de karîkatûran jî cih girt.

BI SEMÎNER Û PANELAN FIKIR HATIN XURTKIRIN

Fûara Pirtûkan a Şehîd Herekol ji bilî platformeke ku berhem lê hatin pêşandin, di heman demê de bû navenda nîqaşên dewlemend ên têkildarî wêjeyê. Semînerên weke; ‘’Wêjeya Rojavayê Kurdistanê û Rexneya Wêjeyê’’, ‘’Qonaxa Nû ya Romana Sûriyeyê û Bandora Şerî’’ û ‘’Dîroka Wêjeya Kurdî’’ ji bo beşdarên fûarê bûn derfeteke mezin ku li ser warên cuda yên wêjeyê bisekinin, nîqaş bikin û xwe pêş bixin.  Di van semîneran de nîvîskar û xwîner ne tenê li ser pêvajoya afirandina berhemên wêjeyî disekinin, di heman demê de li ser têkiliyên civakî û dîrokî jî disekinin û di wê çarçoveyê de nîqaş tên kirin. Her wiha paneleke bi navê ‘’Rews, Nêrîn û Nifşên Nû’’ jî hate lidarxistin. Di vê panelê de jî têkildarî pêşeroja wêjeyê axaftin hatin kirin ku ev yek jî ji bo pêşketina wêjeyê girîng e. Nîqaş û çalakiyên cuda yên di vê fûarê de di warê pêşketina wêjeyê de pêngavên girîng in û cîhana ramanê ya beşdaran dewlementtir dikin.

Fûara Pirtûkan a Şehîd Herekol ku wê di 22’yê Cotmehê de bi dawî bibe, ji sala 2017’an ve ji bo bîranîna nivîskarê şoreşger Şehîd Herekol (Hisên Çawîş) tê lidarxistin. 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Şengalê pêngava ziman
Nûçeya Pişt re Koreya Bakur îdîayên ‘teqwiyeya leşkeran a ji bo Moskowayê’ derewand
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Çevîk ê ku piştî binçavkirinê rakirin lênerîna awarte jiyana xwe ji dest da

Halîl Çevîk ê ku li Wanê ji ber protestoya darbeya qeyûmê hat binçavkirin, piştî 4…

Ji aliyê Stêrk TV

Êrîşên dagirkeriyê dewam dikin: Qadên sivîlan tên bombebarankirin

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wî dewam dikin. Dagirkeran qadên sivîlan bombe dikin…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Berlînê 14 fîlm têne nîşandan

Di Festîvala Fîlmên Kurd a Berlînê ya 13’emîn de 14 fîlm têne nîşandan.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Koma sêyemîn a Efrîniyan xwe ji bo vegerê amade dike

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Leşkerên Tirk êrîşî şêniyên Qamişloyê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?