Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > TAJÊ nerazîbûn nîşanî erêkirina guhertina Yasaya Rewşa Kesî da
Jin

TAJÊ nerazîbûn nîşanî erêkirina guhertina Yasaya Rewşa Kesî da

TAJÊ nerazîbûn nîşanî qebûlkirina wan qanûnan da ku bi temamî li dijî jin û civakê ne û diyar kir ku zagonên hatine erêkirin, zagonên feraseta DAÎŞ'ê ne û tên wateya kuştina jin û jiyanê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Sibat 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) têkildarî erêkirina guhertina Yasaya Rewşa Kesî daxuyahniyek weşand.

Di daxuyaniya TAJÊ de wiha hat gotin:

“Di 5’ê Tebaxa 2024’an de, ango di dehemîn salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, de parlamentoya Iraqê guhertina Yasaya Rewşa Kesî û zagona efûya giştî xist rojeva xwe. Ji ber ku her du zagon gelek xeter û di asta qirkirinê de bûn, li dijî pêkanîna wan gelek nerazîbûn çêbûn. Di serî de jinên Êzidî û tevahî jinên Iraqê, bi giştî civakê nerazîbûnek tund nîşan dan. Lê parlamentoya Iraqê ev helwestên demokratîk paşguh kir û di 20’ê Çileyê de guherîna zagonan qebûl kir. Ji bo ev zagon bikevin meriyetê, serokomarê Iraqê, her sê zagon erê kirin.

Di 3’yê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê fermana 74’an li ser civaka Êzidî rakirin. Di vê fermana giran de civaka Êzidî bi taybetî jinên Êzidî bûn hedefa hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê. Em careke din bi bîr dixin ku heya roja îro bi hezaran jin, zarok û mirovên Êzidî di destên DAIŞ’ê de dîlgirtî ne. Deh sal bi ser fermanê re derbas bûn lê heya niha hikûmeta Iraqê li hemberî jenosîda li ser civaka Êzidî bi erk û berpirsyariyên xwe ranebûye. Heya niha jenosîdê bi fermî nas nekiriye û sûcdar muhasebe nekiriye. Bi dehan gorên komî hene hê jî nehatine vekirin. Bi hezaran jin, zarok û mirovên Êzidî yên ku dîl ketibûn destên çeteyên DAIŞ’ê çarenûsa wan ne diyar e, ji bo dîtina wan hewldanek nehatiye dayîn.

Tê zanîn, ne tenê DAIŞ sebebê fermana 3’yê Tebaxa 2014’an e. Ferman di encama xiyaneta PDK’ê, hevkariya dewleta Tirk a bi DAIŞ re û xemsariya hikûmeta Iraqê ya li hemberî Şengal û civaka Êzidî pêk hat. Li şûna ku dewleta Iraqê deynê xwe yê li hemberî Şengalê û hemwelatiyên xwe yên Êzidî bide ango bi erkên xwe yên wijdanî û exlaqî rabe, biryara efûya giştî ango efûya kesên DAIŞ’î dide. Her wiha zihniyeta DAIŞ’a ku zarokên 9 salî didin zewicandin rewa dike û  dike zagon. Ev yek rewşek gelek sosret e. Hêzên navneteweyî, saziyên mafên mirovan û kesên ku dibêjin em li dijî terorê têkoşînê dimeşînin, çima bêdeng in? Gelo ev bêdengî tê wateya erêkirinê?

Zagon tê wateya kuştina jin û jiyanê

Ev zagon xeteriyek mezin e li ser tevahî civakê û neteweyên li Iraqê dijîn. Zagona efûya giştî ku çeteyên DAIŞ’ê jê feyde digrin û tê wateya ku dê serbest bên berdan, rê li ber komkujî û fermanên  nû vedike.

Em dixwazin dengê jinên Êzidî bigihîje cîhanê, civaka Êzidî rastî 74 fermanan hatiye û di roja îro de careke din li ser civaka Êzidî, jinên Êzidî xetera komkjî û fermanê heye ger ev zagon neyê betalkirin û komkujiyek rû bide, berpirsyarên wê hikûmeta Iraqê ye.

Her wiha Yasaya Rewşa Kesî ku rê li ber zewicandina zarokên keç ên 9 salî û zarokên kur ên 15 salî vedike, di heman demê de mafê dayiktî û mîrasê ji jinan digre. Ev zagona zihniyeta DAIŞ’ê ye û tê wateya kuştina jin û jiyanê, tê wateya binpêkirina mafên jin, zarok û civakê, binpêkirina mafên mirovan.

Em weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) erêkirina Yasaya Rewşa Kesî û zagona efûya giştî bi tundî şermezar û red dikin. Em careke din bang li Iraqê dikin ku demidest van zagonan betal bike. Em bang li civaka Iraqê û jinên Iraqî dikin ku li hemberî van zagonan bibin yek, têkoşîna xwe bilindtir bikin. Her wiha em bang li hêzên navneteweyî, saziyên parastina mafên jin û zarokan dikin ku bêdeng nemînin û xwedî helwest bin. Bi taybetî em bang li welatên ku jenosîdê nas kirine dikin dikin ku li hemberî van rewşan xwedî helwest bin da ku civaka Êzidî rastî fermanên nû ne yê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hevdîtina Heyeta Îmraliyê û Mesrûr Barzanî bi dawî bû
Nûçeya Pişt re Şaredariya Floransayê ‘Welatîbûna Rûmetê’ da Pexşan Ezîzî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rêwîtiya ber bi Amarayê ve: Meşa me wê heta serketinê dewam bike

Parlamentera DEM Partiyê Necla Demîr anî ziman ku wê li Amarayê hem tecrîdê hem jî…

Ji aliyê Stêrk TV

Bi coşeke mezin pêngava komkirina îmzeyan li Şêrewa berdewam dike

Bi pêşengtiya Înîsiyatîfa Gelan a Ji Bo Azadiya Abdullah Ocalan pêngava komkirina îmzayan hate ragihandin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Lubnanê şer: 8 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin

Piştî ku Îsraîlê li ser Lubnanê dest bi operasyona bejahî kir, li herêmên sînor şerekî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?