Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Taxa Apoyiyan: Tûzlûçayir
Rojane

Taxa Apoyiyan: Tûzlûçayir

Ev taxa biçûk ku Kurd û Elewiyên Tirkmen ên xizan lê diman, di pêşketina tevgera şoreşgerî ya Kurdistanê de xwedî cihekî girîng e. Ji ber ku hîmê bingehîn ê tevgera PKK'ê li vê derê hate danîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Gulan 2025 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

23’yê Mijdara 2017’an derbarê rewşa tevgerê ya li Tûzlûçayirê hevpeyvînek bi Riza Altûn ê ku di kongreya 12’emîn a PKK’ê de şehadeta wî hate eşkerekirin, hatibû kirin.

Hevpeyvîn bi rengî ye:

Altûn diyar kir ku Tûzlûçayir taxeke biçûk bû ku bi giranî mirovên ji beşên cuda yên civakê yên Kurdistanê û Tirkiyeyê lê bûn û got, “Mirovên xizan ên ji Kayserî, Çorûm, Yozgat, Sêwas û Kirşehîrê, bi giranî Elewî lê diman. Taxeke ku çanda Elewîtiyê lê serdest bû.

Di salên 1970’î de li taxên derdora Tûzlûçayirê çandeke mûxafazakar hebû. Li wan taxan jî bi giranî faşîstên MHP’î hebûn. Sermeselê li Mamakê faşîst û olperest hebûn. Rewşa Akdere jî bi heman rengî bû. Li Kartaltepeyê jî faşîst hebûn. Abîdînpaşa jî di bin bandora faşîstên MHP’yî de bû.

Tûzlûçayir ji çar aliyan ve ji aliyê faşîstan, mûxafazakar û olperestan ve hatibû dorpêçkirin. Mîna giraveke bi tena serê xwe bû. Ji ber van taybetmendiyên xwe, potansiyelek ji meyla çep hebû. Tevî sosyalîstên şoreşger, CHP jî lê bi bandor bû.

Ji ber ku ji aliyê mûxafazakar û faşîstan ve hatibû dorpêçkirin nakokî û şerê îdeolojîk-polîtîk rû dida. Li hemberî vê nakokiyê potansiyeleke xweparastinê her tim hebû. Lê belê ev potansiyela ku li dijî derve hevgirtî xuya dikir, li nava xwe xwedî nêrînên cuda yên siyasî û îdeolojîk bû.”

Altûn anî ziman ku di salên 1970’î de li vê qadê gel an jî cihêrengî zêde derneketin pêş û wiha dewam kir: “Tiştekî klasîk hebû ku ji serdema 12’ê Adarê mayî. Cudahiyên THKO, THKPC, TÎKKO û yên mîna wan hebûn. Lê belê ev cihêrengî zêde bi pêş neketibû. Di nava xwe de parçe bûbûn. Wê wextê tevgera Kurd di rojevê de nebû, zêde nedihate zanîn. Li Enqereyê, li Tûzlûçayirê hebûna tevgereke Kurd qet nedihat zanîn. Nasnameya çepa Tirk nasnameyeke serdest bû. Meseleya Kurd piştre derket holê.”

Altûn bi bîr xist, ku yek ji kadroyên destpêkê yên tevgera azadiyê ya Kurdistanê Kemal Pîr, di sala 1975’an de hat Tûzlûçayirê û diyar kir ku wê wextê hem ciwanên xwendekar, hem jî ciwan û şêniyên taxê gihîştibûn astekê. Altûn got, “Hingî komeleyên taxê hebû, mirov li wir li hev diciviyan. Navê komeleyan her çend ‘çandî’ jî bû, her komê xwe lê îfade dikirin.”

Altûn ragihand, beriya hatina Kemal Pîr herkes bi navê çepa Tirk tevdigeriyan û wiha dewam kir: “Wê wextê bi me re jî, yanî bi hevalên ku wê piştre tevlî PKK’ê bûna, bi giranî meyla Artêşa Rizgariya Gel a Tirkiyeyê (THKO) hebû. Li ser bingeha sempartiya ji Denîz Gezmîş re, em li hev kom bûbûn.”

Riza Altûn diyar kir ku Kemal Pîr di nava rewşeke bi vî rengî de hat Tûzlûçayirê û got, “Li taxê du rêyên têkilîdanînê hebûn: Ya yekemîn; di ser ‘Komeleya Bedewkirina Tûzlûçayirê’ re wê têkilî bihata danîn, ya jî di ser qehwexaneyên kku ciwanên taxê lê kom dibûn, têkilî bihata danîn. Dema ku Kemal Pîr hat kesî ew nas nedikir. Tevî kesek, du kesan hat qehweyê û çend caran hatibû komeleyê. Me ew li wir dît, lê belê ji ber ku kesî ew nas nedikir, mirovan lê dipirsî. Ewilî nêzîkatiyeke sar hebû, bi demê re ev nêzîkatî rabû. Ya rast hinekî zehmet jî derbas bû ev pêvajo. Li taxê her kesî hev nas dikir, her kes hevalê zarokatiyê yê hev bû. Ne hêsan bû ku yekî xerîb ji derve bê tevlî vê kombûnê bibe. Lewma dema ku Kemal Pîr hat, yekser bandorek xwe çênebû. Diviyabû li vê derê hin rewş biqewimiya.”

Altûn wiha dewam kir: “Beriya her tiştî, yên hatin diviyabû xwe îspat bikira. Di nava vê pêvajoya îspatkirinê de wê xwe bida hezikirin, qebûlkirin û ev yek jî wê bi demê re pêk bihata. Wê wextê tişta herî populer jî şerê li dijî faşîstan bû.”

Li ser xweispatkirina Kemal Pîr, Altûn got, “Afîşên Yekîtiya Ciwanên Şoreşger (DGB) ên li dijî faşîzmê derketibûn. Ne şaş bim, DGB, komeleya ciwanên Aydinlk a îro bû. Li qehweyê me amadekarî dikir ku afîşan daliqînin. Me amadekariyên xwe kiribûn, afîş hatin û plansaziya komê kirin. Wê wextê Kemal Pîr jî tevî kesekî li aliyekî qehweyê rûniştî bû. Hat cem me û got, ‘Ez jî dixwazim bi we re derkevim afîşê’. Me heta wê rojê ew nas nedikir. Serdema 12’ê Adarê rû dabû, gelek xisar hatibûn kirin. Ji ber ku me ew nas nedikir, em bi guman nêzî wî bûn û me jê re got, ‘tu zane’. Kemal got, ‘lê şertekî min heye. Eger hûn wê nivîsa DGB a li binê afîşê jê bibin, ez ê bi we re bêm’. Ev daxwazeke zêde bû. Ji xwe me ew nas nedikir û bi guman lêdinerî. Ev daxwaza wî guncaw nehate dîtin… Me jî jê re got, ‘dixwazî bê, dixwazî neyê, em diçin’. Di dawiyê de dest ji vê daxwaza xwe berda û got, ‘temam ez ê bi we re bêm’.”

Altûn ragihand ku ew derketin afîşan, afîş daliqandin û ber bi taxa faşîstan Abîdînpaşa ve diçûn. Altûn got, “Dema em ber bi taxê ve diçûn em hinekî ketin nava fikaran. Ji ber ku em ciwanên wê taxê nebûn. Her wiha faşîst rêxistinbûyî bûn û çek bi wan re hebû. Li wê taxê li aliyekî polîs, nobedar û li aliyê din jî faşîst hebûn. Bi rastî jî gelekî xetere û bi rîsk bû… Piştre agahî hat ku li Abîdînpaşayê faşîst li komeleyê civiyane. Hinekan ji nav ame got; em biçin biavêjin ser komeleyê. Kemal Pîr jî got, ‘Na. Ev provokasyon e, em neçin’.”

Altûn diyar kir ku bi vî rengî du meyl derket holê û ji ber ku Kemal Pîr baş nedihat naskirin, endamên komê li hevalên xwe yên berê nas dikir guhdarî kirin û got, “Komê avêt ser komeleyê, şer derket. Piştre polîs hatin û bi polîsan re jî şerê çekdarî derket. Bi polîs û nobedaran re şerekî berfireh derket. Hinek kes hatin girtin jî. Ev mijar bi vî rengî hat girtin. Bi van her du bûyeran re Kemal Pîr hê bêhtir hate naskirin.”

Altûn da zanîn ku Kemal Pîr bi vî rengî li taxê bi cih bû û koma destpêkê ya ku nas kir, ew bûn.

Riza Altûn da xuyakirin ku wan piştre têkiliyên xwe berfireh kirin û got, “Heman salê li Tûzlûçayirê weke xwendekarekî malek kirê kir. Ji xwe piştî ku mal kirê kir em hê bêhtir bi ser hevdu ve çûn û hatin. Têkiliya me bi vî rengî xurtir bû.”

Altûn diyar kir ku li ser xeta siyasî ya Kemal Pîr ti agahiya wan tine bû û got, “Em di pozîsyoneke welê de bûn ku me xeta Denîz Gezmîş diparast. Me kevneşopiya THKO diparast.”

Altûn diyar kir, ne zelal bû ku Kemal Pîr kîjan ji komên heyî diparast û destnîşan kir, ku Pîr qala şoreşgeriya giştî dikir û xwendî nêzîkatiyeke giştî bû.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Riza Altûn anî ziman, ku Kemal Pîr wê wextê bi wan re tevlî hemû pratîk û çalakiyên li taxê dibû û got, “Her ku tevlî pratîk û çalakiyan dibû, têkiliya wî ya bi me re xurtir dibû.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê TKP-ML’ê: Ne axa wan pêlê kirî û ne jî şiverêyên li ser meşiyane wê ti carî wan ji bîr neke
Nûçeya Pişt re Apoyiyên destpêkê yên li Dersimê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DYE’yê êrîşî Venezuelayê kir

Hate ragihandin ku li paytextê Venezuelayê Caracasê û li derdora wê li gelek cihan dengê…

Ji aliyê Stêrk TV

Dîcle Ayşegul Sayyîgît: Kuştina jinan polîtîkayeke qirkirinê ya bi rêk û pêk e

Endama Desteya Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosa Dîcle Ayşegul Sayyîgît işaret bi zêdebûna kuştina jinan…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 28’Ê KANÛNA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?