Şemî, 30 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li ciwanekî din jî birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komkujiya Çorûmê: DEM Partiyê ji bo aştiyê banga rûbirûbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Nexşerêya li Îmraliyê di hevdîtina 27’ê Adarê de hate amadekirin, kirin qurbanê siyaseta hundirîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ekîn Yeter: Qanûna pêvajoyê divê bê derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Buroya Hiqûqê ya Asrînê: Abdullah Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Rojhilatê Kurdistanê 2 xwişk hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên Îranê 2 aktîvîstên Kurd kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Rêbaz Sine hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê sê girtiyên Kurd bi darve kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê pîrozbahiyên Cejna Qurbanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cejna Qurbanê de serdana gora Vedat Aydin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê cezayê giran ê girtîgehê li aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şewq û şemala heyva çardeşevî: Seadet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Başalan: Em hewl didin rojeva xwe ber bi aştiyê ve bikişînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cîgeha Alîna: Em hemû YPJ ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mafê Werîşe Muradî yê axaftina bi telefonê tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê cezayê girtîgehê li 2 aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sarya Melek Demîr: Min xwest bêhna axê û hunerê bigihîne hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana 37’emîn ku bêhtirî 400 folklorîst beşdar bûn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    37’emîn Mîhrîcana Govendên Kurdistan li Elmanyayê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mansûr li Kolnê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan: Em rê nedin êrîşên li ser saziyên xwe yên çand û hunerî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê ji bo Rojava konsera alîkariyê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Durziyên li Girtîgeha Adrayê dest bi greva birçîbûnê kirin
Kampa Dareşekran a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefgirtin
Rêveberiya Tevgerê: Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje!
Ozel û Îmamoglu: Wê nekaribin têkoşîna me teslîm bigirin
Îranê 4 jinên Behayî tecrîd dike û birçî dihêle
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Tecrîda mutleq a li Îmraliyê û bêdengiya saziyên navneteweyî
Rojane

Tecrîda mutleq a li Îmraliyê û bêdengiya saziyên navneteweyî

"Astengkirina hevdîtinên Abdullah Ocalan ên bi parêzer û malbata xwe re, baweriya bi mekanîzmayên şopandinê yên navneteweyî lawaz dike."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 14 dq.
Parvekirin

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nêzî 26 sal in didome. Ev 43 meh in rewşa incommunicado (bêpeywendî) heye, yanî ti agahî jê nayê girtin. Wekî ku me di beşên berê yên rêzenivîsên xwe de jî destnîşan kiribû, destûrê nadin hevdîtina malbat û parêzeran. Girtîgeha Girava Îmraliyê ya ku bi rejîmek îstîsnayî tê birêvebirin, di çarçoveya qanûnên heyî yên neteweyî û navneteweyî de veguheriye çaleke reş a qanûnî; ti hiqûq pêk nayê. Wekî ku parêzerê wî Îbrahîm Bîlmez diyar kir, “cezayên dîsîplînê” li Rêberê Gelê Kurd tên birîn, lê ji bo çi ev ceza tên dayîn û bi çi rêbazî tên sepandin, agahî nayê dayîn.

Li aliyê din, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) serlêdana parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ya di sala 2004’an de û serlêdanên din lêkolîn kir û di sala 2014’an de biryara “Mafê Hêviyê” da. Di ser vê biryarê de 10 sal derbas bûn û hê jî Tirkiye ev biryar bi cih neaniye. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê encax di sala 2024’an de têkildarî biryara DMME’yê biryarek girt.

Endama MAF-DAD’ê parêzer Rengîn Ergul der barê mijarê de wiha dibêje: “Derengxistina 10 salan rewşeke ku nayê qebûlkirine. Li cîhanê cezayê hucreyê weke standart 15 rojan derbas nake û ev yek qedexe ye. Ev 10 sal in domandina cezayê hucreyê û piştî binpêkirinê niha biryara wê tê girtin, divê teqez ev yek were rexnekirin.”

Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) tevî pêkanînên derhiqûqî û êşkenceyê yên li Îmraliyê jî ji ber 4 sal in neçûn Îmraliyê yan jî daxuyanî nedane, di navenda rexneyan de ye.

Bi vê re, Komîteya Jêr a Pêşîlêgirtina Êşkence û Muameleya Din ên Zalimane, Dijmirovî û Biçûkxistinê an jî Pêşîlêgirtina Cezayê (SPT) a Neteweyên Yekbûyî di van salên dawî de tenê du caran serdana Tirkiyeyê kiriye. Tevî ku ev 43 meh in ti agahî ji girtiyên li Girtîgeha Girava Îmraliyê nayên girtin jî, nedayîna daxuyaniyê û parvenekirina detayên hevdîtina dawî, zerarê dide baweriya saziyê. Tevî ku dewleta Tirk bi taybetî der barê “Mafê Hêviyê” de ti gav neavêtiye jî, lê nebûna însiyatîf û nebûna mueyîdeyên saziyên navneteweyî û herêmî, pirsa, gelo ev rêxistin erkên xwe bi awayekî bi bandor pêk tînin yan na tîne hişê mirovan.

Hevserokê Giştî yê ELDH’ê Parêzer Urko Aiartza têkildarî tecrîda li Îmraliyê bersiv da pirsên ANF’ê û li gorî Aiartza; “Bêdengiya rêxistinên navneteweyî yan jî bertekên ne têrker, mirov dikare weke neparastina mafên girtiyên siyasî û di mijara pîvanên mafên mirovan ên navneteweyî de weke serneketinê şîrove bike. Abdullah Ocalan ji ber ku xwe nikare xwe bigihîne temsîliyeta qanûnî û nahêlin bi malbata xwe re hevdîtinê bike, ev yek pêbaweriya mekanîzmayên çavdêriyê yên navneteweyî lawaz dike û serxwebûna wan a siyasî û bandora destwerdana wan a di dozên hesas de rê li ber pirsan vedike.”

Em li ser saziyên navneteweyî yên bi peymanên navneteweyî yên ku Tirkiye mecbûr e bi cih bîne, bêeleqeyiya wan a li hemberî pêkanînên dewleta Tirk ên li Îmraliyê, ji mînakên li jor hatine nivîsandin tê dîtin. Bi kurtasî, ev sazî bi taybetî Komîsyona Venedîkê, Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkence û Muameleya Dijmirovî yan jî Cezayê Rûmetşikandinê yan jî Pêşîlêgirtina Muameleyan a li gor Peymana Ewropayê avabûye ya weke Komîteya Pêşîlêgirtina Muameleyan an jî Êşkence û Muameleya Dijmirovî yan jî Cezayê Rûmetşikandinê (CPT) û Komîteya Jêr a Pêşîlêgirtina Êşkence û Muameleya Din ên Zalimane, Dijmirovî û Biçûkxistinê an jî Pêşîlêgirtina Cezayê (SPT) li hember bêpêwendîdanîna mutleq a veguheriye tecrîd li Îmraliyê rawestin.

KOMÎTEYA JÊR A PÊŞÎLÊGIRTINA ÊŞKENCEYÊ (SPT) Û MIJARA TECRÎDÊ

Komîteya Jêr a Pêşîlêgirtina Êşkence û Muameleya Din ên Zalimane, Dijmirovî û Biçûkxistinê an jî Pêşîlêgirtina Cezayê (SPT) a Neteweyên Yekbûyî saziyek pispor a navneteweyî ku girêdayî Pêşîlêgirtina Êşkence û Muameleya Dijmirovî û Cezayê Rûmetşikandinê ya Li Gor Peymana Ewropayê (OPCAT) hatiye damezrandin. SPT ji çar aliyên cîhanê ji ji 25 pisporên serbixwe û bêalî pêk tê û her sal rapora xebatên xwe diweşîne.

SPT’ê li gor li ser malpera xwe ragihand, di navbera 6-9’ê Cotmeha 2015’an de serdana Tirkiyeyê kiriye. Şande ji Mari Amos (seroka şandeyê), Hans-Jorg Bannwart, Aisha Shujune Mihemed û June Caridad Pagaduan Lopez pêk dihat. Piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê li Tirkiyeyê şer zêde bû û şandeya bi navê Şandeya Îmraliyê cara dawî di 5’ê Nîsana 2015’an de li Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî (Tecrîda 6 mehan hebû) Şandeya SPT’ê çû Girtîgeha Tîpa T a Sîncanê û Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê ku wê demê girtiyên siyasî lê tunebûn.

Şandeya SPT’ê ku tenê bi Sezgîn Tanrikûlû û Şafak Pavey ên CHP’yî yên mûxalefetê re hevdîtin pêk anî, rapora ku amade kiribû di 14’ê Hezîrana 2016’an de radestî Tirkiyeyê kir. Komîteyê rapora xwe di heman roja ku Tirkiyeyê pesend kir di 17’ê Çileya 2019’an de eşkere kir. Lê belê di rapora ku ji raya giştî re hat dayîn de behsa tecrîda li Îmraliyê nehat kirin.

Serdana din a SPT’ê di navbera 4-15’ê Îlona 2022’yan de pêk hat. Di vê serdemê de bajarên Kurdan hatin xerakirin, qeyûm hatin tayînkirin, Rewşa Awarte hat îlankirin, li bajarên wekî Wan, Colemêrg û Dersimê ji sala 2015’an heta 2022’yan qedexeyên civîn û xwepêşandanan berdewam kirin û tecrîda li Îmraliyê gihîşt asta herî jor, bi hezaran girtiyên şoreşger li dijî tecrîdê ketin grevê; di vê pêvajoyê de nêzî 10 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Tevî van hemû geşedanan SPT tenê di sala 2022’yan de çû Tirkiyeyê. Komîteyê rapora ku amade kiribû di 11’ê Tîrmeha 2023’yan de ji Tirkiyeyê re şand. Lê ji ber ku heta niha Tirkiyeyê ev rapor nepejirandiye rapor nehatiye weşandin. Gelo saziyeke navneteweyî ya weke SPT’ê rewşa incommunicado ya li Îmraliyê  xistiye rojeva xwe yan jî li dijî tecrîdê ketiye nava hewldanê û li gorî Pêşîlêgirtina Êşkence û Muameleya Dijmirovî û Cezayê Rûmetşikandinê ya Li Gor Peymana Ewropayê (OPCAT) peywira xwe bi bandor bi cih aniye yan na, rê li ber pirsan vedike.

KOMÎTEYA PÊŞÎLÊGIRTINA ÊŞKENCEYÊ YA EWROPAYÊ (CPT) Û TECRÎDA ÎMRALIYÊ

Saziya ku çalake reş a qanûnî û ji ber rejîma îstîsna û rewşa ncommunicado ya Îmraliyê bûye navenda rexneyan Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkence û Dijmirovî yan jî Cezaya Rûmetşikandinê yan jî Pêşîlêgirtina Muameleyê ya li Gor Peymana Ewropayê, Komîteya Pêşîlêgirtina Muameleyan an jî Êşkence û Muameleya Dijmirovî yan jî Cezayê Rûmetşikandinê hatiye avakirin. (Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê CPT). Di sala dawî de, 69  xelatgirên Nobelê, rewşenbîr, nivîskar û zanist; bi sedan rewşenbîr, akademîsyen û hiqûqnas ên ji çar aliyên cîhanê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û parastina mafên wî ji CPT’yê re name nivîsandin û şandin. Dema ku ev rêzenivîs hat amadekirin, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê careke din bi CPT’yê re hevdîtin kirin û xwestin careke din biçin Îmraliyê.

CPT ji ber pratîkên xwe yên van salên dawî hat rexnekirin. Tevî ku dikare bi rêkûpêk serdana Tirkiyeyê bike û serdanên taybet jî bike  heta niha 8 serdanên asayî û 26 serdanên demkî yan jî taybet (ad hoc) kirine. Di encama van serdanan de 32 rapor hatin amadekirin, 27 jê nehatin weşandin. Raporên CPT’yê yên di çarçoveya serdanên xwe yên demkî yên Îlona 2022 û Sibata 2024’an de û serdanên xwe yên demkî yên Çileya 2021’an de ji ber ku dewleta Tirk nepejirandiye, hê jî ne weşandiye.

CPT di navbera 27’ê Sibat û 3’yê Adara 1999’an de yekem car serdana Girtîgeha Girava Îmraliyê kir. Serdana dawî di Îlona 2022’yan de ad hoc bû. Di nîşeya agahiyê ya ku der barê serdana 2024’an de dayî çapemeniyê der barê serdana Îmraliyê de tu agahî nehat dayîn. Dema ku CPT li gorî erk û rayeyên xwe were lêkolînkirin, ji pêşlêgirtina êşkenceya li welatên endamên Konseya Ewropayê berpirsyar e. Maf û rayeya wî heye ku kengê bixwaze serdana girtîgehên Tirkiyeyê bike. Lê belê pratîka CPT’ê ya li ser Girtîgeha Girava Îmraliyê ya ku bi rejîmeke îstîsnayî tê birêvebirin, dûrî armanca rakirina tecrîdê ye. Hevserokê Yekîtiya Parêzerên Ewropayê yên ji bo  Mafên Mirovan ên Cîhanê û Demokrasiyê ya Ewropayê (ELDH) Parêzer Urko Aiartza ku me nêrîna wî li ser mijarê girt, wiha got:

“Rêxistinên navneteweyî yên wekî Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) û Konseya Ewropayê di şopandina şert û mercên girtîgehan de û ji bo ku welat bi erkên xwe yên navneteweyî tevbigerin xwedî roleke girîng in. Tîmên hiqûqî yên Ocalan bi awayekî eşkere diyar kirin ku 43 meh in nikarin bi Ocalan re têkiliyê deynin, der barê bandor û dema destwerdanên CPT’ê de pirseke cidî vedike. CPT berê jî çû Girtîgeha Girava Îmraliyê û rapor amade kir û destnîşan kir ku şert û mercên bi pirsgirêk in. Lê belê ji ber ku di rewşa Ocalan de ti guhertineke girîng çênebûye, nîşan dide ku ev rêxistin nikarin bi têra xwe zextê li rayedarên Tirk bikin.”

Sekreterê Hevserokên ELDH’ê Thomas Schmidt di daxuyaniya xwe ya li ser pêngavaji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah dabû de ji ber ku CPT serdana Îmraliyê nake û li dijî tecrîda mutleq a li Îmraliyê helwesteke çalak nîşan nade, rexne kiribû Thomas Schmidt bang li saziyên ku CPT jî di nav de ye kir û got: “Daxwazên qanûnî yên di vê kampanyayê tên ziman divê bên bicihanîn. Bi taybetî divê Konseya Ewropa, welatên endam û CPT derfetên ku bi qanûn û peymanên navneteweyî daye wan bi kar bînin. Tirkiye ji bo destpêkirina pêvajoyên binpêkirinê hincetan peyda dike.”

KOMÎSYONA VENEDÎKÊ Û TECRÎD

Tirkiye ji 60 endamên Komîsyona Demokrasî ya bi Rêya Hiqûqê ya Ewropayê (Komîsyona Venedîkê) ku di sala 1990’an de hatiye damezrandin, yek jê ye. Komîsyona Venedîkê di bin navê saziyên demokratîk û mafên bingehîn de li ser reformên destûrî, mafên bingehîn, serweriya hiqûqê, reformên dadwerî, Ombudsman, hilbijartin û referandûmên li welatên endam lêkolînan dike û nêrînan pêşkêş dike. Sê komên sereke yên kes an sazî hene ku dikarin derbarê mijarên diyar ji Komîsyona Venedîkê daxwaza amadekirina nêrînên hiqûqî bikin û ew jî ev in: Dewletên endam, Konseya Ewropayê û rêxistinên navneteweyî. Ji dewletên endam komên parlamentoyê, hikûmet an jî serokên dewletan dikarin nêrînên hiqûqî ji Komîsyonê bixwazin.

Sekreterê Giştî, Komîteya Wezîran û Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (KE) dikarin nêrînên hiqûqî ji Komîsyonê bixwazin. Di vir de xala ku divê were bilêvkirin ev e; Komîsyona Venedîkê li ser daxwazê dikare nêrînên hiqûqî pêşkêş bike û bi serê xwe nikare têkeve tevegerê. Biryarên DMME, Raporên Pêşketinê yên YE’yê û Meclîsa Parlamenteran a KE’yê raporên ku ew amade dike li ber çavan digirin.

Xaleke din jî ev e ku ji ber rewşa mutleq a incommunicado li Îmraliyê tê meşandin û tecrîda ku ji sala 1999’an û vir ve dewam dike, ti komeke partiyên siyasî serlêdaneke bi vî rengî li Komîsyona Venedîkê nekirine. Di serlêdanên der barê Tirkiyeyê de, bi giştî li ser şopandina hilbijartinan û guhertinên destûra bingehîn nêrînên hiqûqî tên xwestin. Lê belê weke ku me di rêzenivîsê de bi taybetî jî anî ziman, rejîma îstîsna ya Tirkiyeyê Girtîgeha Girava Îmraliyê ye. Her çendî li Îmraliyê Rêberê Gelê Kurd ê ku di bin mutleq incommunicado de tê girtin jî nebûna serlêdaneke bi vî rengî rê li ber pirsan vedike.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Cezayê Mizrakli hate erêkirin, DEM Partiyê got, ‘hukmê xwe nîne’
Nûçeya Pişt re Salek û 3 meh ceza li Midûrê Karên Nivîsê yê rojnameya Xwebûnê hate birîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hêzên dewleta Îranê 2 aktîvîstên Kurd binçav kirin

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku li Rojhilatê Kurdistanê 2 aktîvîstên Kurd bi hinceta…

Ji aliyê Stêrk TV

Îran: Em ji bo peymaneke bi rûmet a bi DYE’yê re amade ne

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçi ragihand ku ew ji bo peymaneke adil û…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêveberiya Xweser ji bo kongreya li Şamê pêk hatî daxuyanî da

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî 'Kongreya Serkeftinê' ku çend roj…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Law ê ku kîtên mirinê ji sedan kesan re şandibû wê ji cînayetê neyê darizandin

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Li Skoçyayê giraveke çêkirî ya efsûnî ji dema Neolîtîkê maye hat dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Kujerê rêzeyî ê ku Rûsyayê ji bo şer serbest berdabû, fîrar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li ciwanekî din jî birî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?