Têkildarî Santrala Hîdro Elektrîkê (HES) ku tê xwestin, li ser Çemê Zorava yê li navçeya Dihê ya Sêrtê bê çêkirin, nîqaş dewam dikin. Li herêma ku di salên 1990’î de bi şewitandinê hate valakirin, gundî piştî sala 2006’an jinûve li gundê xwe vegeriyan û jiyana xwe ava kirin. Piştî vê vegerê, şîrketan çav berdan çem û li dû çêkirina çêkirina Bendava Ilisûyê çem ji asta çembûyî daket.
Li herêmê, ji sala 2015’an û vir ve li dijî projeyên HES’ê têkoşîn tê meşandin. Di nava vê demê de HES’ek hate avakirin, li hemberî projeya HES’ê ya duyemîn jî gunddiyan îmze kom kirin, doz vekirin û di encamê de betal kirin. Lê belê şîrketê careke din serlêdan kir, lewma pêvajoya dadgehê jinûve destpê kir.
Sala 2015’an li jora çemê Zorava bêyî bi şêwirîna li gundiyan û vegotina bandora projeyê HES hate avakirin û di demeke kurt de zerar da xwezaya herêmê. HES a duyemîn ku li gel nerazîbûna gundiyan jî hate xwestin ku bê avakirin, di encama dozê de hate betalkirin.
Li dijî projeyên HES’ê yên li ser Çemê Zorava hate ferzkirin gelek caran têkoşîna hiqûqê hate qezençkirin. Li hemberî raporên “ÇED erênî” yên ku şîrketan jinûve bi dest xistin, pêvajoya dadgehê ya sêyemîn tê meşandin.
Qada ku tê xwestin ku proje lê bê çêkirin di heman demê de qadeke ji cûreyên kêmdîtî yên nebatan û dewlemendiyeke zindiyan e. Li herêmê marmarokên bi deq ên Anatoliyê, gur, hirç, rovî, keftar ê xetxetî û pezkovî lê hene.
Li herêmê her wiha bexçeyên gundiyan hene ku pê debara xwe dikin. Çêkirina bendavê wê 18 gundan jî bêav bihêle. Ji bo betalkirina projeyên ku gefê li cihêrengiya biyolojîk û ekosîstema li herêmê dixwe gundiyan bang kirin. Parêzera dosyayê Fatma Elçîçek jî bi gotina “Divê mirov xwedî li av û xaka xwe derkevin” banga piştevaniyê li raya giştî kir.
Fatma Elçîçek diyar kir ku doza destpêkê ji aliyê dadgeha herêmî ve hate redkirin, lê belê piştî biryara xerakirinê ya Dadgeha Şêwirmendiyê dosya jinûve ji Dadgeha Îdareyê ya Sêrtê re hate şandin û got, “Dadgeha Îdareyê ya Sêrtê karê têkildarî projeyê betal kir. Şîrketê piştre projeyeke nû amade kir û jinûve pêşkêşî erêkirina Wezaretê kir. Li hemberî rapora ÇED’ê ya vê projeyê jî doz hate vekirin û me ev doz qezenç kir. Lê belê dawiya dawî dosya jinûve kete rojeva Dadgeha Şêwirmendiyê.”
Fatma Elçîçek anî ziman ku Dadgeha Şêwirmendiyê li gel sê biryarên betalkirinê, raporên pisporan û keşfan jî biryarên betalkirinê xera kir û got, “Bi vî rengî li gel dadgeha herêmî û tespîtên heyeta pisporan bi kêrî şîrketê biryar hate dayin.”
Fatma Elçîçek diyar kir ku piştî biryarê di Sibata 2025’an de serlêdana şexsî li Dadgeha Destûra Bingehîn hate kirin, serlêdan hîn di asta lêkolînê de ye û anî ziman ku şîrketê piştre serî li rêbazeke cuda da û got, “Di dozên ÇED’ê de ku me li hemberî Wezaretê û şîrketê dane destpêkirin, biryara bi kêrî me hate dayin. Piştî vê biryarê şîrketê bi rêya Îdareya Taybet a Bajêr a Sêrtê biryara Plana Avakirinê ya Nazim da wergirtin. Me jî li hemberî vê doza betalkirinê dan destpêkirin. Dadgeha Îdareyê ya Sêrtê ev biryar li gorî me da. Pİştre Dadgeha Îdareyê ya Gazîantepê jî biryara dadgeha herêmê erê kir.
Aliyê dozê piştre ev dosya xist rojeva Dadgeha Şêwirmendiyê. Dosya hîn jî li Daîreya 6’emîn a Dadgeha Şêwirmendiyê ye. Hêviya me ew e ku Dadgeha Şêwirmendiyê vê biryarê li gorî daxwaza gundiyan û bi rengekî ku bi kêrî Çemê Zorava bê, werbigire.”
‘EM DIXWAZIN LI SER XAKA XWE BIMÎNIN’
Şukru Esen ê 68 salî ku li gundê Şêwira dimîne, anî ziman ku piştî bi salan ew li gundê xwe vegeriyan û jiyan jinûve ava kirin. Esen ragihand ku eger projeya HES’ê bi cih bê anîn wê paşeroja gund bikeve metirsiyê û got, “Min ev beriya demeke nêz çêkir. Piştî ku gundê me hate şewitandin gundî hemû neçar man ku koçî Sêrtê yan jî deverên cuda bikin. Ez jî jinûve li gundê xwe vegeriyam û min jiyan li vir ava kir. Havîn, zivistanê li vê derê dimînim. Piştî ku min bihîst ku wê HES bê çêkirin, ji bo xwedîderketina li xaka xwe min dest bi têkoşînê kir. Em naxwazin HES bê çêkirin. Li vê derê av, fêkî û zebzeyên me hene. Em naxwazin dest ji wan berdin û bi cihekî din ve biçin.”
Esen diyar kir ku HES a destpêkê zerareke mezin da, projeya duyemîn eger bi cih bê anîn wê jiyana li herêmê bi temamî biguhere û got, “Ji xwe HES a destpêkê zerareke mezin da. Niha jî dixwazin HES a duyemîn çêbikin. Eger ev proje bê çêkirin wê ne dar ne jî jiyana me bimîne. Ev xweza ruh û jiyana me bi xwe ye. Ev yek kirine inadek. Eger vê bendavê çêbikin wê 18 gundên me bê av bimînin. Ne tenê mirov, wê heywan û bexçe jî bê av bimînin.”
Esen destnîşan kir ku parastina xwezayê berpirsyariya hevpar a her kesî ye û ev bang kir, “Ev xweza ji bo me her tişt e. Li cihê ku berê bendav lê hate çêkirin êdî av naherike, çem ziwa bûye. Niha jî dixwazin heman tiştî bînin serê Zorava. Em vê bendavê ti carî naxwazin.
Em dixwazin li ser xaka xwe bijîn û li vir bimirin. Em ê dest ji vê dozê bernedin. Bila her kes xwedî li xaka xwe derkeve. Eger li vir bendav bê çêkirin ne tenê gund, wê bandorê li navenda bajarê Sêrtê jî bike. Mirov wê nikaribe zebze û fêkiyan biçînin. Divê em xwedî li ava xwe derkevin.
Projeyeke HES’ê ya nû wê mirovan neçar bihêle ku jinûve koç bike. Çandinî wê bi dawî bibe. Zerara li Zorava bibe wê bandoreke cidî li xelkê Sêrtê bi temamî bike.”

